Cemîle Turhalli: Konferans ji bo civaka demokratîk bû bersiveke baş

Hevberdevka Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê Cemîle Turhalli ya beşdarî 3’yemîn Konferansa Kongreya Îslama Demokratîk bû, diyar kir ku konferans ji gelek aliyan ve girîng bûye, gelek mijarên dîrokî hatine nîqaşkirin û ji bo îro bûye bersiv.

DÎLAN AYDIN

Amed – Federasyona Lêkolînên Îslamî ya Mezopotamyayê (MÎA-FED) bi dirûşma “Îslama Demokratîk: Di baweriyê de dilsozî di civakê de azadî” li Eywana Alî Emîrî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê konferansa xwe ya mezin li ser du rojan lidarxist. Meclîsa dayîkên aştiyê, endam û rêveberên partiyên siyasî, aktîvîstên TJA’yê, nûnerên saziyên sivîl, rêveber û endamên MÎA-FED’ê û gelek kes tevlî konferansê bûn. Her wiha konferansê şahidiya beşdarbûna gelek kesayet û rewşenbîr li ser asata Rojhilata Navîn kir. Di Konfernasê de gelek mijarên girîng hatin nîqaşkirin bi taybetî jî derbarê rola jinan di avakirina civakan, her wiha pêşveçûna rola wê di dîrokê de û çawa ku di bin navê ol de rola wê hatiye paş guh kirin. Di rûniştina sêyem de jî mijarên “Di Îslamê de jin”, “Di Îslamê de rola jinê ya civakî” û ruhê berxwedanê”û “Ol û Ziman” hatin nîqaşkirin.

Hevberdevka Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê Cemîle Turhalli ya beşdarî 3’yemîn Konferansa Kongreya Îslama Demokratîk bû ji ajansa me re nirxandin kir.

Cemîle Turhalli diyar kir ku konferans pir girîng bûye û got: “Ez ji du aliyan ve pir girîng dibînim. Ji aliyekî ve ji bo gelê Kurd girîng bû ji aliyekî ve jî ji bo civaka îslamê pir girîng e. Ji ber ku hezar sal in neteweya Kurd bi ola îslamê dijî. Di jiyana gelê Kurd de kevneşopiya medreseyan jî heye, li wan dibistanan perwerde bi zimanê Kurdî û Erebî hatiye dayîn. Ev yek ji bo zimanê Kurdî pir girîng bû lê mixabin beriya sedsalan çar aliyên Kurdistanê ango erdê Kurdistanê ku bi peymana Qesrî Şirîn bûbû du perçe, bi Peymana Lozanê re di ji aliyê dewletên hegemon ve hat perçekirin û bû çar perçe.”

‘Sumeran jî navê nebatan ji zimanê Kurdî girtine’

Cemîle Turhalli da zanîn ku dewletên hegemon nexwestine xweserî û nasnameya Kurdan hebe, li ser jiyana xwe li ser jiyana xwe dewletek an jî sîstemeke federal ava bikin û wiha domand: “Li aliyekî Sûriye bû, li aliyên din Îran, Iraq û Tirkiye bûn. Bi perçekirina Kurdistanê re çanda Kurdan û zimanê wan jî perçe bû, hat qedexekirin. Ji ber ku hat qedexekirin, ziman pêşve neçû, ziman di xeterê de ma, di jiyanê de kêm nema. Em li dîrokê dinêrin zimanê Kurdî zimanê edebiyat, perwerde û hunerê bûye. Heta Sumeran jî navê nebetan ji zimanê Kurdî girtine ev tişteke pir pir balkêş e. Mixabin bi perçekirina Kurdistanê re dewletên dagirker çand û zimanê Kurdan qedexe kirin, qebûl nekirin heta niha jî ew polîtîk didome. Li gorî min ev konferans ji bo vê yekê jî bersivek bû. Em dibînin li çar aliyên Kurdistanê polîtîkayên netewperestî û mêrperestî didomin, mirov çawa dikare rêxistinbûneke wisa çêbike ku ji çar aliyan Kurd werin ba hev, bi zimanê xwe, çanda xwe biparêzin û nêrîna xwe ji hev re bibêjin xwe kom bikin.”

‘Hemû beşdar li ser girîngiya ziman sekinîn’

Cemîle Turhalli got ku konferans bi nirxandinên dîrokî ji bo gelek mijaran bûye bersivek û gotinên xwe wiha domand: “Tiştên di dîrokê de qewimîne hatin nîqaşkirin. Ji bo pêvajoyê jî gelek axaftin hatin kirin. Nirxandinên seydayan, dayîkên aştiyê panelîstên ku ji Misir, Iraq û Tirkiyeyê hatibûn jî girîng bûn. Ji niha û pê ve a girîng ew e ku em vê yekê çawa ji bo civaka demokratîk, ji bo îslama demokratîk pratîze bikin. Ev pêwîst e ji bo me. Bi vê konferansê, hatina me ya ba hev pir muhîm bû, hêzeke baş da me. Ez bibêjim hema bibêje hemû beşdar li ser zimanê xwe sekinîn, behsa girîngiya ziman kirin. Niha ya pêwîst ew e ku di her warê de em bi zimanê xwe bikaribin bijîn di civaka demokratîk de saziyên xwe ji bo vê yekê ava bikin.  Ger civaka demokratîk ava bibe, azadiya Kurdan jî dê çêbibe lê ev yek tenê bi Kurdan nabe. Kurd gelê qedîm ê Mezopotamyayê û Rojhilata Navîn e lê rastî zordestiya Tirk, Ereb û Eceman hatiye. Tevî her tiştî jî jiyana me hevpar e, em bi hev re dijîn loma perspektîfa neteweya demokratîk, civaka demokratîk tam jî ji bo vê rewşê pêwîst e bikeve meriyetê ji ber ku em di nava hev de ne em nikarin vê rastiyê înkar bikin.”

‘Dê teza civaka demokratîk ne tenê bi fikriyatê bi pratîkê bigihîje armanca xwe’Cemîle Turhalli herî dawî got ku teza civaka demokratîk a ji aliyê birêz Abdullah Ocalan ve hat îfadekirin bersiva vê yekê ye û wiha bi dawî kir: “Ev yek pir girîng e ev konferans tekez dê bigihîje armanca xwe, bersiva pêşerojê bide. Bi keda hemû aliyan, rewşenbîr civaka demokratîk. Teza civaka demokratîk ne tenê bi fikriyatê bi pratîkê dê bigihîje armanca xwe.”