‘Cejna me koçberan vegera ser axa xwe ye’
Irûba Mehmûd ya ji gundê Erîşa ya Serêkaniyê koçber bûye, dibêje ku kêfxweşiya wan a cejnê bi vegereke bi ewle ya bi rêya lihevkirinan temam dibe.

SORGUL ŞÊXO
Til Temir – Koçber wekî her kesî kêfxweşiya cejnê najîn, her tim şahî û kêfxweşiyên wan kêm dimînin. Koçber Irûba Mehmûd a ku ji gundê Erîşa ya Serêkaniyê ya ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve ji 9’ê Cotmeha 2019’an ve dagirkirî ye, li bajarê Til Temirê tevî malbata xwe ya ku ji 6 kesan pêk tê, dijî. Têkildarî kêfxweşiya Cejna Remezanê û zehmetiyên koçberiyê her wiha hêviyên vegerê Irûba Mehmûd ji ajansa me re axivî.
Mala bi zêrê bûkaniya xwe stend hilweşandin û kirin rawestgeh
Irûba Mehmûd ku îsal 6 sal in ji mal û gundên xwe koçber bûye, bi van gotinan behsa pêşwazîkirina cejna ku di paşila xwe de xemgînî hilgirtiye dike: “Di 6 salên dagirkeriyê de, me tu cejnek bêyî ku êş û keserek bi xwe re bîne, nejiyaye. Ji ber ku em ji malên xwe koçber bûn, dûrî mirovên xwe ketin û belav bûn. Min zêrên bûkaniya xwe firotin û mala xwe pê kirî, lê çeteyan mala min hilweşandine. Beşek din jî kirine rawestgeha erebeyên xwe yên zirxî ku bişev û roj pê gundên din topbaran dikin.”
‘Jiyîna di bin siya dagirkeriyê de mirina bi saxî ye’
Irûba Mehmûd zehmetî û xeteriyên jiyîna di bin siya dagirkeriya Tirk de bibîr xist û wiha got: “Çeteyên ku hatine, dizî û talanê dikin. Tirsa me ew e ku destdirêjiyê li me jinan bikin, ji bo wê em jiyîna di bin siya dagirkeriyê de napejirînin. Ev xeterî ye li ser jiyana min û keçên min. Jiyaneke bi vî rengî jiyaneke mirî ye. Ji lewra em vegerek ku di bin siya Rêveberiya Xweser de be dixwazin. Jiyana di bin siya Tirkan de em qebûl nakin ji xwe re. Em dixwazin bi awayekî aştiyane vegerin ser axa xwe.”
‘Êşa koçberiyê bi hevgirtina civakî û parvekirinê siviktir dibe’
Irûba Mehmûd balkişand ser têkiliyên bi netewên din re û da zanîn ku ya êş û jana koçberiyê sivik dike hevgirtina civakî ya bi Kurd û Aşûriyan re ye. Irûba wiha pêl da gotina xwe: “Me cûdakarî di navbera Kurd û Aşûriyan de nekiriye. Rêhevaltiya bi netewan re hiştiye ku êşa me ya koçberiyê siviktir bibe. Ji ber em bi hev re li ser vê axê dijîn, em û aşûriyan bi hev re jî koçber bûn. Em bi hev re êş û kêfxweşiyên vî welatî parve dikin.”
‘6 sal in min gora birayê xwe nedîtiye û avek li ser nereşandiye’
Irûba Mehmûd cejna Remezanê li her kesî pîroz kir û got ku kêfxweşiya wan a cejnê, di salên koçberiyê de her kêm dimîne û wiha dirêjî da gotina xwe: “Cejnên me her kêm dimînin û kêfxweşiyên me temam nabin. Ji ber ku em ne di nav malbatên xwe de ne. Ev 6 sal in me serdana miriyên xwe yên di goristanan de nekiriye û avek li ser gora wan nereşandiye. Ji roja em ji gund derketin ve em careke din lê nezîvirin. Lê gund wêrankirî ye, hilweşandî ye, şewitandine û yê mayî jî dizîne.”
Daxwaza lihevkirinên ji bo misogerkirina vegereke bi ewle
Irûba Mehmûd di dawiyê de hêviyên xwe yên ji bo vegera wan a li gund û bajarên xwe yên dagirkirî, ya bi rêya çêbûna lihevkirinan wiha anî ziman: “Em vegereke bi ewle dixwazin. Em daxwaz dikin ku Rêveberiya Xweser ligel Hikûmeta demkî ya HTŞ’ê û aliyên din jî li ser maseyê bicivin û ji bo vegera koçberan a bi awayekî aştiyane û misogerkirî lihev bikin. ”