Li Şengalê Cejna Çarşema Serê Nîsanê bi şahiyek hat pîrozkirin
Çarşema Serê Nîsanê bi dirûşma ‘Bi yekitiya Êzidiyan û bi ruhê Çarşema Serê Nîsanê em ê xweseriya Şengalê ava bikin’ li Geliyê Kersê ya Şengalê bi şahiyek hat pîrozkirin.
Şengal-Çarşema Serê Nîsanê (Çarşema Sor) li Geliyê Kersê ya Şengalê bi şahiyekê hat pîrozkirin. Şahî bi dirûşma ‘Bi yekitiya Êzidiyan û bi ruhê Çarşema Serê Nîsanê em ê xweseriya Şengalê ava bikin’ hat lidarxistin. Cihê şahiyê ku bi kulîlkên Nîsanê hatin xemilandin, Êzidî bi cil û bergên xwe yên resen tev li bûn.
Di şahiyê de li ser navê Rêveberiya Xweser a Şengalê Naîf Şemo axaftina vekirinê kir û wiha got: “Hêvî dikim hemû rojên me wisa be. Yek jê roja me ya girîng û pîroz jî Çarşema Serê Nîsanê ye ji ber ku di vê rojê de cîhan hatiye afirandin. Em wek Rêveberiya Xweser vê rojê li hemû Êzidî û cîhanê pîroz dikin. Em vê rojê li malbatên şehîdan, şervanên li serê çiyan pîroz dikin û serkeftinê ji wan re dixwazin. Em vê cejna pîroz li serokê xwe pîroz dikin û berxwedana li Îmraliyê silav dikin.”
Piştî axaftina vekirinê li ser navê çand û hunerê Koma Çiyayê Şengalê derket ser dikê û bi stranên xwe dilê gel xweş kir.
‘Hevî dikin ku ev sal bibe sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo’
Piştre peyama Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat xwendin. Di peyamê de cejna Êzidiyan hat pîrozkirin û wiha hat gotin: “Bi hêviya ku bibe sala azadiya Fîzîkî ya Rêber Apo û bi destxistina xweseriya Şengalê. Di heman demê de vê cejnê li Rêveberiya Xweser, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî û hêzên YBŞ-YJŞ pîroz dikin. Em hêvî dikin ku sala bê her kes din av azadiyê de vê cejnê pîroz bikin.”
Piştî peyamê têkildarî girîngiya rojê şanoyek hat pêşkêşkirin û helbest hatin xwendin.
Şahiya Çarşema Serê Nîsanê bi gerandina govendê berdewam kir.