Bûyera êrîşa zayendî, civaka Tûnisê hejand
Bûyera êrîşa zayendî li dijî zarokek sê salî li pêşdibistanek a taxa El-Nasr a Tûnisê, civaka Tûnisê xist nava sosretê û hejand. Ev rewş bangên ku divê ev cûrên sûcan nayên veşartin û li dijî bersûcan cezayên giran bê dayîn zêde kir.
NEZÎHA BOSEÎDÎ
Tûnis – Li pêşdibistanek a taxa El-Nasr a Tûnisê bûyerek sozret a êrîşa zayendî li dijî zarokek sê salî pêkhat. Ev bûyer, ji sûcek kesî wêdetir, nîşan dide ku di mijara parastina zarokan de valetiyên cidî hene û mekanîzmayên kontrolê çiqas lewazin. Li dijî van cûrên sûcan bêdengmayîn û an jî bê helwest mayîn, tenê rê li ber bê cezahiştina bersûcan venake, di heman demê de dibe sedemê birînên kur ên civakî û psîkolojîk ên mexdur û malbatan. Ev bûyer carek din nîşan da ku divê civak hê hişyartir be û girîngî bide nêzîkatiyek berpirs.
Şopandina geşedanan û cezayê pêwîst dayîna bersûcan, ne tenê ji bo bûyerek taybet, di aliyê avakirina pergelake ku ewlehiya zarokan pêktîne girîgiyek mezin dihilgire.
Ev bûyer radixe berçavan ku di civaka Tûnisê de, rê li ber tundiya zayendî ya li dijî zarokan vekiriye. Îşaret bi lewazbûna pergalên kontrolê û ne serkeftina di xala parastina zarokan ji van cûrên sûcan, pirsgirêkek kûr û civakî ye. Ev rewş çanda bê cezakirina sûcan zêde dike û bandorên civakî û psîkolojîk li ser mexdûr û malbatan kûrtir dike.
Cihê bûyer lê hatiye jiyîn, li pêşdibistana ku dema dayîkê bertek nîşanî tacîzkirina zaroka xwe da derket holê. Ev jî wisan dike ku fikarên di mijara zarokên xwe li qadek ewle bihêle zêde dike. Ev rewş, baweriya li beramberî dibistan û saziyên din ên perwerdê di hejîne, ev jî berpirsyartiya dewlet û civakê di pêkanîna ewlehiya zarokan de lêpirsîn dike.
Ev nûçeya ku bi lez di medyaya dijîtal de hatî weşandin, rastî bertekên tund ên civakê hat û daxwazên ku divê cezayên giran were dayîna bersûcan zêde kir. Ev rewş nîşana daxwaza gel ya bi maf ku edalet bi awayek lez wer pêkanîn e.
Li gorî geşedanên dawî, 4 kes hatin binçavkirin, lê belê xwediyê pêşdibistanê ji welat reviya û Wezareta Malbat, Jin, Zarok û Extiyaran, di mijara girtina dibistanê de gavek ne avêt. Ev jî bû sedem ku em sekna dewletê ya derbarê bûyerê de lêpirsîn bikin.
Di têkoşîna di van sûcan de berpirsyartiya rêveberiyên xwecihî çine? Ji bo ewlehiya zarokan divê kijan gavên şênber bên avêtin?
Bûyerek sosrete
Gelek komeleyên jinan, êrîşan zayendî li dijî zarokan wek sûcek sosret bi nav kirin. Di daxuyaniya Komeleya Latifa Taamallah dayî de wiha hate gotin: “ Li taxa El Nasr ya Tûnisê, êrîşa zayendî li dijî zaroka 3 salî li pêşdibistanê, bûyerek sosret ku li cihek ku zarok li benda lênêrîn û parastinê ye dûbare dibe.”
Komeleyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku divê bûyer bi awayek berfireh were lêkolînkirin, bersûc werin cezakirin û zagon bi awayek şefaf werin pêkanîn. Di heman demê de da zanîn ku pêkanîna desteka civakî û psîkolojîk ji bo zarok û malbatê pêwîstiyek lezgîne.
Komeleya Wekheviyê, êrîşa tacîza zayendî li dijî zarokan bi tundî şermezar kir û daxwaz kir ku divê ji derveyî kesên sûc kirine û yên ku alîkarî dane pêkanîna sûc û li ser bûyerên girtin û an jî veşartine bi awayê herî giran werin cezakirin. Komeleyê her wiha xwest ku divê zagon bi awayek biryar, cidî werin pêkanîn.
Her wiha Komeleyê Wezareta Malbat, Jin, Zarok û Extiyaran bi îhmalkirina şopandina dosyayên derbarê tundiya zayendî, tacîz û tecawîzê û hewl dide van cûrên sûcan pêkbîne sûcdar kir. Da zanîn ku ev sekn rê li ber wê vekir ku bibe diyardeyek ku di civakê de ev sûc dûbare bibe û belav bibe. Wezaret tedbîrên kontrol û parastinê bi awayek çalak pêknayne, berpirsan na şopîne û vê rewşê hê girantir dike.
Ya duyem, nêzî 9930 saziyên zarokan, kontrolên xwe bi awayek cidî nekirine hatin rexnekirin. Ji vana 5600 pêşdibistanên taybet û 500 kreşin, lê belê tenê 43 kontrolker û 177 alîkarên pedagojîk hene. Ev rewş, kontrolkirina cidî ya bi berpirs asteng dike, mekanzmayên kontrolê lewaz dike û rê li ber felaketek mezin ku ji kontrola dewletê derketî, zêdebûna saziyên bê kontrol vedike.
Ya sêyem, domandina nêzîkatiyên îdarî yên bûrokratîk, pêvajoya pêkanînê asteng dikin, di rewşên ku divê girtin werin kirin û divê zagon werin pêkanîn, xetereyek cidî ava dike. Ev rewş gefê li ewlehiya psîkolojîk û fîzîkî ya zarokan dixwe.
Bêdengiya dewletê
Dîrektora Îcra ya Komeleya Dengê Jinan Sara Ben Saîd têkildarî mijarê ji ajansa mere axivî û got: “Piştî bûyera êrîşa zayendî li dijî zaroka sê salî, li ser medyaya dijîtal pêlek mezin a hêrsê ava bû. Lê belê mixabin li Tûnisê diyardeya tacîzên zayendî zêde ne û îstatîstîk diyar dikin ku ji sedî 80’ê jinên Tûnisê rastî tacîzan tên. Di heman demê de zarok jî rastî tacîzan tên û ev mijar diyardeyek veşartî ya saziyên wek perwerdê de ye.”
Sara Ben Saîd, da zanîn ku hikûmet berpirsên van bûyerên li dijî jin û zarokan tê pêkanîn in û got: “Hikûmet di vê mijarê de bêdeng bû û bi taybet derbarê pêşdibistanên bê rêk û pêk de, berpirsyartiya xwe bi cih naynin. Veberhênana li qada perwerdeyê nayê kirin, tenê ji sermayeyên ku di vê qadê de veberhênan dikin û di mijara mezinkirina zarokan de ji hêz kar ya ne pisor re derî vedike. Ev jî dibe sedemê zêdebûna tacîza zayendî û tundiya dijî zarokan. Di heman demê de civaka sivîl bi salane li dijî tundiya beramberî jin û zarokan têdikoşin, qanûna 58’an tudiya dijî jinan heye û hikûmet derbarê vê mijarê de bêdenge û bûyer qet ne aniye ziman.”
Encamên giran
Aktivîsta civaka sivîl Samia Ben Salam Latif, da zanîn ku êrîşa li dijî zarok sûcek gelek bi tirse û got: “Wek gelek kesan jî ber vê bûyerê ez gelek xemgîn bûm, ji ber ev bûyer hem mexduryeta zarok hem jî bandorên xirab ên li giştî civakê belav bûye bi xwere tîne.”
Samia Latîf wiha got: “Eve ne bûyera yekeme, lê pirsa ku divê her em bi pirsin eve, çima bû? Çawa bû? Ye. Ez hertim xwe dixim cihê wê dayîkê. Divê ez bikarim zarokên xwe bi ewle emanetî dibistanê bikim û bi awayek aram bixebitim. Lê belê ev bûyer hemû dayîkên ku zarokên xwe dibin pêşdibistanan ji bingeh de hajand.”
Samia Latîf da zanîn ku bi îhtimalek mezin pirsgirêkên psîkolojîk ên bersûcan heye û wek encama van nêzîkatiyan berê xwe didin van cûrên çalakiyan û got: “Ez vê rewşê wek parastina sûc nabînim, tenê analîza psîkolojiya êrîşkaran dikim. Bandora nerênî ya vî sûcî hem li ser zarok û hem jî li ser civakê wê demdirêj bihêle. Divê ev bûyerên wiha Wezareta Malbat, Jin û Extiyaran, Wezareta Perwerdeyê, Wezareta Karê Hundir û Wezareta Tenduristiyê û Wezareta Çandê ji nêz ve bişopîn in.”