‘Bîrdoziya rizgariya jinê xwe naskirin e’

Hevseroka Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Cîhan Celo bi rasthatina 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, destnîşan kir ku bîrdoziya rizgariya jinê, xwe naskirin e û got ku ‘Divê jin zanibe xwe ji koletiya zilam û pergalê rizgar bike.’

ZEHRA ŞENGALÎ

Şengal – Di 8’ê Adara sala 1998’an de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li paytext Şama Sûriyeyê bi komeke jinên şoreşger re li ser girîngî û wateya roja 8’ê Adarê nirxandinên dîrokî kir, dahûrîna dîroka koletiya jinê kir û Bîrdoziya Rizgariya Jinê ragihand. Li hemberî bîrdoziya aqlê mêr-dewletê, projeya bîrdoziya rizgariya jinê bipêş xist. Li ser vê pênaseyê û bandora wê ya îro ya di pêşketinên şoreşa jinê de çi ne? ajansa me bi Hevseroka Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) Cîhan Celo re hevpeyvînek çêkir.

‘Azadiya jinê bi azadiya fikir ve girêdayî ye’

Cîhan Celo got: “Ez roja 8’ê Adarê ji bo her jineke têkoşer, her jinek berxwedêr û ji bo azadiya xwe têdikoşe, ji bo jinên êzidî, jinên dîlgirtî û jinên ku ji fermanê rizgar bûne pîroz dikim.”
Cîhan Celo diyar kir ku divê bîrdoziya rizgariya jinê rast şirove bikin û wiha pê de çû: “Bi boneya 8’ê Adarê pênaseya ku Rêber Apo dibêje Bîrdoziya Rizgariya Jinê, pêwîst e em jin lê xwedî derbikevin. Em wê pênaseyê baş şirove bikin û baş xwedî lê derkevin. Ji ber ku azadiya jinê bi azadiya fikrê jinê ve girêdayî ye. Rêber Apo ji bo azadiya jinê her tiştî kir. Jinê kir xwedî hêzek leşkerî û civakî. Berî her tiştî divê jin azadiya xwe nas bike. Nasname û cewherê jinbûnê nas bike. Bizanibe xwe ji bin koletiya zilam û pergalê xilas bike. Ji ber ku xweşikbûna jinê, bi zanebûna wê tê naskirin. Jin bi zanebûna xwe, fikrê xwe, bi pergal û rêxistinbûna xwe tê naskirin.”

‘Jina azad dikare ji bo azadiya civaka xwe û welatê xwe rol bileyzê’

Cîhan da zanîn ku divê her jinek rastiya xwe nas bike û wiha got: “Roja 8’ê Adarê jî bû wesîle ku her jinek xwe nîşan bide û bi rêya jinên tekoşer û bi rêya azadiya 8’ê Adarê jin xwedî helwest be, bibe xwedî rol. Jina azad dikare ne tenê ji bo xwe kar û xebat bike, ji bo azadiya civaka xwe û azadiya welatê xwe di nava civakê de dikare rol bileyîze. Ji ber wê jî, divê her jinek beriya ku guh bide şeklê xwe û jiyana xwe ya şexsî, di aliyê fikir de xwe bipêş bixe. Di warê zanebûnê de xwe bipêş bixe, dîroka xwe nas bike û rastiya jinê nas bike. Ji ber ku çi jin rastiya jinê nas bike, rastiya xwe, dîrok û heqîqeta xwe nas bike wê demê ew ê xwedî li civakê derkeve, li xwe û jiyana xwe xwedî derbikeve. Li dijî zilmê û tinebûnê, li dijî koletî û pergala ku bi hezaran salan xwestiye jinê tine bike, 8’ê Adarê bû wesîle her jin karibe di aliyê siyasî, parastin û civakî de xwe bipêş bixe.”

‘Em jinên Êzidî 8’ê Adarê bi taybetî li Rêber Apo pîroz dikin’

Di dawî de Cîhan Celo diyar kir ku azadiya jinê û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi hev re girêdayî ye û wiha bidawî kir: “Em jî weke jinên Êzidî, bi boneya 8’ê Adarê ji bo azadiya civaka me, ji bo azadiya jinê û ji bo azadiya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çi kar û xebat ji me were xwestin, bi wê rihê ku jina li ber xwe daye û ji bo azadiya xwe û civakê cane xwe daye, emê pêk bînin. Weke jinên Êzidî em jî roja 8’ê Adarê bi taybetî li Rêber Apo pîroz dikin. Em bi hêvî ne ku di demek nêz de em azadiya xwe û azadiya Rêber Apo li çiyayê Şengalê pîroz bikin.