Bîra Suweydayê: Ji 2018 heta 2025 tundiya li dijî jinan û revandin

Li Suweydayê tevî hedefgirtina domdar a gelê wê jî, jiyan bi hêza kesên rizgar bûne didome; ev yek xwe dispêre pariyên hêviyê yên mayî û îradeya kesên ku digel hemû tiştî jî, nahêlin ku rihê wan bişkê.

ROŞÊL CANYOR 

Suweyda – Di sala 2018’an de ketina DAIŞ’ê ya gundewarê rojhilatê Suweydayê, ne bûyerek ji rêzê bû. Çalakiyek bi pergalî ya armanc dike jinan hedef digre û wan mîna amûrek zextê bikar bîne bû. Ev polîtîkaya ku ji jinên Êzîdî yên li Şengalê bigre heta jinên Elewî û yên din li gelek herêman pêk anî, ji aliyê Heyet Tehrîr el-Şam ve li gundên rojhilatê Suweyda ji nû ve bi awayekî hovane hat pêkanîn.

Jin ji kêliya destpêka êrîşê û vir ve bûn beşên ku herî zêde rastî tundiyê hatine. Jin veguherîn hedefbûna rasterast ên revandin û gefan, di heman demê de ji bo ferzkirina mercan û bazarkirinê mîna amûrek hatin bikaranîn. Tundî tenê bi revandinê ve sînordar nema; di heman demê de biçûkxistina bi zanebûn, tirsandin, bikaranîna wêneyên jinên hatine revandin a bi armanca propagandayê û êşên fîzîkî û derûnî yên di dema dîlgirtina xwe de lê rast hatin jî, di nava xwe dihewîne.

Tevî ku jin di şerên çekdarî de beşa herî bêparastin in jî, di dema kontrola DAIŞ’ê de ji bo afirandina hestek bêçareyî û şikestinê ya di nav civakê de, hedefgirtina wan bi awayekî zanebûn û hovanê hate kirin.

Sala 2018’an; Roja ku DAIŞ ket Şebqî

Di sibeha 25’ê Tîrmeha 2018’an de, DAIŞ’ê Şebqî jî di nav de êrîşê gundên Rojhilatê Meqrînê kir. Bi dehan kes qetilkir û herî kêm tenê 36 jin û zarok, ji wî gundî revand. Hinek jinên hatin revandin, li çolan neçarî meşa masafeyên dirêj hatin kirin û di encama vê yekê de jinek jiyana xwe ji dest da û jinek jî bi gulebaranê hat qetilkirin. DAIŞ’ê ji bo avakirina tirsê û nîşandana hêza xwe ya medyayê, wêneyên wan jî weşand.

Temenê jinên hatine revandin di navbera 18 û 60 salî de bû. Ev yek bi awayekî kûr civakê hejand û tirsekî ku dê bi salan bidome ava kir.

Sala 2025’an: Bîr zindî dibe

Piştî 7 sal di ser êrîşa ewil re derbas bû, Suweydayê di sala 2025’an de êşek bi heman awayî carek din jiya. Heman tirs, bi binpêkirinên nû yên rasterast jinan hedef digre re vegeriya: revandin, hewildanên qetilkitinê, dayîkên ku di êrîşan de zarokên xwe winda kirin…

Êş, bi vekişîna DAIŞ’ê ya ji herêmê re bi dawî nebû. Gundan, di aliyê civakî û aborî de bedelên giran dan. Zêdetirê 36 gund bi tevahî vala bûn. Malbat û bi taybetî jin, neçar man koçî xanîyên ji yekî zêdetir malbat bi hev re dijîn bikin. Ev yek binpêkirinek eşkere ya nepeniya jinan bû û barên jinan ên derunî û civakî girantir kir.

Gelek jin, xwe bêmal, bênepenî û bê hêza parastina zarokên xwe dîtin. Di vê hawîrdora ku civak di nava zext û tirsê dijî de, jin duqat zêdetir bi tundiyê re rû bi rû man. Ev yek xwe mîna tundiya komên çekdar, tundiya koçberiyê û tundiya civakê ya di demên qeyranê de barê jinan zêdetir dike, nîşan da.

‘Êşa kesane û bîra kolektîf’

Ji bo gel ev gefa ku nû derket holê, berdewamiya birînên 2018’an bû. Bi gotinên Cuhayna Silyec Cebaî, ev yek "êşek kesane û bîra kolektîf" bû. Cuhayna Silyec Cebaî ya ji gundê Şebqî, wiha qala qetilkirina ferdên malbata xwe kir: “Min du birayên xwe, dayîka xwe û xwişka xwe winda kirin. Ew heta kêliya dawî mal û erdên xwe parastin. Êrîş perçeyekî êrîşek mezin bû ku ne tenê gund, gelek gundên li Rojhilatê Makrînê jî hedef girt. Vê demê DAIŞ’ê ji gund nêzî 29 jinên ciwan û zarok revand, gelek jinan qetilkir û ev yek şopek kûr li ser bîra civakî hişt. Em dibînin bûyerên dawî yên li Suweydayê, dîmenên kuştin, revandin û wêrankirina 2018’an ji nû ve zindî dike.”

Êş bi tenê bi windakirina mirovan re sînordar nema; êrîşê bû sedem ku gelek kes koç bike û hinek kes salek an jî du sal nevegeriyan. Cuhayna Silyec Cebaî, da zanîn piraniya debara nifûsê bi çandinî û xwedîkirina ajalan ve girêdayî ye, lê belê ev êrîş bûne sedema windakirina bi sedan ajalan û di encama vê yekê de hilweşîna aborî hatiye jiyîn. Cuhayna Silyec Cebaî, diyar kir ji ber ku ew karmend e, çar mehan mûçe negirtiye û ev yek jiiyana wê û jiyana kesên din, zortir kiriye.

Cuhayna Silyec Cebaî, behsa xwişka xwe ya xwendekara zanîngehê ya rojek beriya ku mezûn bibe hatiye qetilkirin kir û got: “Gelo bi kijan sûcê hate qetilkirin? DAIŞ sûcdare e ku bêyî bêje biçûk û mezin, hemû kesan qetil dike.”

Çîrokên îrade û berxwedanê

Cuhayna Silyec Cebaî, di nava vê taritiyê de çîrokên bexwerdanê yên nehatine gotin jî vêdibêje. Yek ji van jî çîroka Hanîn Cebaî ya bi çavên xwe şahidiya qetilkirina dayîk û xweşkên xwe kir e. Hanîn Cebaî, digel ku tevahiya malbata xwe winda kir jî, soza xwe ya ji bo xwe û giyanên wan dabû pêkanî. Hanîn, perwerdehiya xwe domand û îsal ji Fakulteya Tipê mezûn bû. Hanîn Cebaî, îro bi piştgiriya xizm û civaka herêmî perwerdehiya xwe ya pisporî didomîne.

Hanîn Cebaî dibêje "Milk dikare bê peydakirin, lê kesên jiyana xwe ji dest dane dubare nayên. Hêj birînên mirovan vekirî ye û min şahidiya mezinahiya trajediyê kir. Lê belê tevî her tiştî jî, jiyan bi têkoşîna kesên rizgar bûnê didome; ev yek xwe dispêre pariyên hêviyê yên mayî û îradeya kesên ku digel her tiştî jî nahêlin ku rihê wan bişkê.”

Revandin, vederkirin û çarenûsek nayê zanîn

Rîmal el-Hemd jî bûyerên li Suweydayê bi bîr anî û da zanîn êrîşên di demên dawî de û bûyerên ku di sala 2018’an li Şebkiyê hate jiyîn, girêdayî hev in. Rîmal el-Hemd, da zanîn di herdu êrîşan de jî gelek kesan jiyana xwe ji dest dan, birîndar bûn, hatin revandin û bi hezaran malbat ji cih û warên xwe bûn. Rîmal el-Hemd, diyar kir di her du êrîşan de jî êrîşkar bi heman dirûşmeyên olî û teşwîqkirina mezhebî ya li dijî civaka Durzî ketine gundan û got: “Di dilê gel de de van gotinan birînên kûr ên civakî û derûnî vekir.”

Rîmal el-Hemd, diyar kir bûyeran mîna yên sala 2018’an, di bin di bin şert û mercên tevlihev de pêk hatine û hinek faktoran pêşveçûna êrîşkaran ber bi gundan re hêsan kiriye. Rîma destnîşan kir ku raya giştî hê ji dubarebûna heman senaryoyan pir bi fikar e.”

Hedefgirtina jinan

Rîmal el-Hemd, balê dikşînê ser rewşa jinan a di dema bûyeran de û jinan mîna koma herî marjînalîzekirî bi nav dike. Rîmal el-Hemd, destnîşan dike ku di sala 2018’an de gelek jin hatine revandin û piştre bi rêya muzakereyan piştî heman kiryaran hatine vegerandin.

Rîmal da zanîn ku di êrîşa Tîrmeha 2025’an de hem mêr û hem jî jin hatine hedef girtin, hinek jin hê winda ne û tevî ku hinek hatine rizgarkirin jî, agahdariya li ser aqûbeta yên din hê jî hêvî nade.

Bandorên derûnî û civakî yên domdar

Rîmal el-Hemd, diyar kir ku bûyerên Şebqiyê yên sala 2018’an destpêka heyameke dirêj a tundiya di navbera gelê Suweydayê û hikûmetê de ye û bûyerên Tîrmeha 2025’an, bandorên "giran" ên derûnî li ser hemû beşên civakê hiştine.

Rîmal el-Hemd, da zanîn ku îhtîmala berdewamiya rageşiyê û binpêkirinên dubarekirî van bandoran hêj zêdetir zêde dike û bi van gotinan dawî li nirxandina xwe anî: “Li Suweydayê pêdivî bi yekîtiyê heye. Civak ji her demê bêtir li hemberî mudaxeleyên derve vekirî eye û hevgirtina civakî li dijî xetereyên rageşiyê ye, ev yekane rê ye.”