Bîr û Fermana 74’an – 8

Rîhan Xidir a yek ji wan jinan e ku bûye şahida Fermana 74’an a bi ser Şengalê de hat û îro pêşengeke di nava civakê de ye. Rîhanê Xidir da zanîn ku ew bi saya felsefeyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rizgar bûne û bi wê xwe birêxistin dikin.

ROJÎN HEBABÎ

Şengal – Civaka Êzidî di sala 2014’an de bi destê çeteyên DAIŞ’ê rastî fermaneke bê bext hat. Bi hezaran Êzidî hatin qetilkirin û bi hezaran esîr hatin girtin. Rîhan Xidir yek ji wan jinan e ku bûye şahida fermana 2014’an. Rihan Xidir a dibêje ku îro bi fikir û felsefeyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan  jinên Êzidî bi pêş ketine, qala kêliyên bi êş û hêrs dike û wiha dibêje: “Divê tu carî fermana 2014‘an neyê jibîrkirin.”

‘Bihîstina navê DAIŞ‘ê em ditirsandin’

Endama meclisa jinan a gundê Dugurê Rîhan Xidir, behsa kêliyên bihîstina navê DAIŞ‘ê dike û wiha dibêje: “Dema ku me navê DAIŞ‘ê bihîst tirseke mezin bi me re çêbû. Dema ku ji me re li ser DAIŞ‘ê axivîn em pir tirsiyan, di nava du mehan de, her roj digotin, DAIŞ‘î hatine cihekî û gihîştine Mûsil û Tileferê, di wê demê de her kes çû bi cihekî ve. Weke Silêmaniyê û cihên cuda. Em nereviyan heta ku DAIŞ‘ê neket Şengalê.”

‘Pêşmergeya rê li me girtin’

Rîhan Xidir bal kişand ser kêliyên revê û rêgirtina ji aliyê PDK’ê ve û wiha got: “Piştî wê em nû derketin, dema ku em derketin me tirs nedît, lê dema em gihîştin ser avê, gelek tirsiyan. Ji ber ku gule di ser serê me re avêtin û pêşmergeyan rê girtin nehiştin em derbasî aliyê din ê avê bibin. Rast e ew jî dijmin in ji ber ku rê li me girtin û dibû ku DAIŞ me hemûyan bikuje û xilas bike lê belê Xwedayê me mezin bû, em tune nebûn. Dema ku gelek kes lihev civiyan neçar man rê vekin. Em 5 rojan li Baedrê jî man.”

‘Çarenûsa kesên dîlgirtî hê jî nediyar e’

Rîhan Xidir qala zehmetiyên ku dîtine dike û wiha dibêje: “Me çiqas zor û zehmetî dîtin çi tişt ji min re bi êş nehat tenê birina keç û jinên Êzidî ez gelek êşandim. Em 5 mehan li ber deriyê xelkê man û li ber dîwarên mekteban man. Jiyana me wisa derbas dibû. Xelkê av û xwarin dida me û cil ji zarokên min re dianîn Min guh nedayê. Tiştê ez gelekî pê êşiyam ew bû ku DAIŞ’ê keç, dayik, zarok û xortên civaka me ya Êzidî birin û qetil kirn. Ez bi vê pir êşiyam, xweziya her tiştê me  bibirana lê mirovan nebirana. Ev 10 sal in hê çarenûsa piraniya esîran ne diyar e.”

‘Fermana2014’an nayê jibîrkirin’

Rîhan Xidir bang li civaka Êzidî kir û got ku divê ev ferman tu carî nayê jibîrkirin û wiha got: “Divê her dem em bibêjin, tu carî ev ferman dê neyê jibîrkirin. Pir ferman bi ser me de hatine lê tu carî weke vê nebûye. Di wê demê de rast e mêr dihatin kuştin lê wisa bi serê jinan de nedihat û keçên Êzidî nedihatin firotin. Ger em li dunyayê tevî bigerin, em ê bibînin a bi serê civaka  Êzidî de hatiye, bi serê tu civakê de nehatiye. Li tu cihekî keçên 5 salî nehatine frotin. Di kîjan civakê de wisa çêbûye? Ji derveyî me. Her dema ku civaka Êzidî dikeve meha Tebaxê, êşa wê weke birîneke kûr dîsa vedibe. Mirovên ku xwe Êzidî dibînin divê vê fermanê ji bîr nekin û her dema ku nêzî roja fermanê bibe cilê reş li xwe bikin. Mixabin heta ku em sax bin her dem wê di dilê me wan rojên reş hebin.”

‘Gerîlayan em xilas kirin’

Rîhan xidir li sere navê jinên Êzidî spasiya rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û gerîlayan dike û wiha dibêje: “Em her dem spasdarên wan mirovan in ên ku nan û av dane me û xwdî li civaka Êzidî derketine.  Em tu carî wan ji bîr nakin. Em her dem xwe deyndarên Serok Apo û gerîlayên ku canê xwe ji bo civaka Êzidî dane dibînin. Em wan weke zarokên xwe dibînin û wê her dem di dilê civaka Êzidî de bimînin. Em gelek spasiya serok Apo dikin ku ew gerîlayên li ser fikra wî bûn em xilas kirin û îro bi saya Xwedê û serok Apo  û gerîlayên wî em dijîn. Her kes weke gurê ku êrîşî berxan bike, êrîşî civaka me ya Êzidî dikir. Tenê serok Apo xilasiya me û bihêzbûna me dixwaze.”

‘Rewşa jinên Êzidî piştî fermana 2014’an’

Li ser pirsa çima çeteyên DAIŞ’ê beriya her tiştî dest avêtin jinan?­ Rîhan vê bersivê dide: “Ji ber ku bi jinan civak ava bûye, dixwestin bi tunekirina jinan civakê tune bikin. Belê bi fikir û ramanên serokatî gerîlayan tişta ku DAIŞ’ê dixwest, vala derxistin. Piştî fermana sala 2014’an jin bûn pêşengên civaka Êzidî. Jinên ku ji destên DAIŞ hatine rizgarkirin û yên di fermanê re derbas bûne, dest avêtine rext û çeka xwe û YJŞ’ê ava kirine. Niha bi hezaran keçên Êzidî  di nava YJŞ’ê de cihê xwe digrin.”

‘Bi yekitiya civakê em ê tecrîdê bişkînin’

Rîhan Xidir, li ser kar û xebatên ku dikin jî axivî di heman demê de tecrîda Îmraliyê şermezar kir û da zanîn ku bi yekitiya civaka Êzidî ew ê tecrîdê bişkînin û wiha got: “Ez 3 salan li meclisa gel a Şengalê mam. Ev salek e di nava meclisa jinan de cih digrim. Em weke jin kar û xebatên xwe dimeşînin. Divê gelê me bibe yek, da ku tecrîda li ser serokatî bişkê. Em bi fikir û ramanên serok Apo xwe perwerde dikin û heya ji destên me were em ê têbikoşin da ku serokê xwe rizgar bikin. Heta ku serokatî azad nebe civaka me jî wê azad nebe. Weke civaka Êzidî çi ji destên me were em ê bikin.”