Bîr û Fermana 74’an – 3

“Dema min li ezman meyzand ji ber teqîndina çek û bombeyan ezman kesk û sor û zer bibû. Em biçûkbûn û me nedizanî ka çi dibe. Şer biqasî çend seatan domiya. Wek zarok dîtina van tiştan û rastî van tiştan hatin zehmet bû...”

RONAHÎ ZERDEŞT

Şengal – Di fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de bi hezaran êzidî hatin qetilkirin û bi hezaran jin jî ji aliyê çeteyê hov a navneteweyî DAIŞ’ê ve hatin rewandin, rastî tecawizê hatin û li sûkan hatin firotin. Piştî vê fermanê hemû cîhan êşa ku civaka êzidî ji ber bîr û baweriya xwe kişandine bi taybetî jinên êzidî, bihîst û hîs kir. Lê bes jinê êzidî jî wekî hemû jinên cîhanê beriya fermana 2014’an di cenderayeke qirkirnê de derbas dibûn. Bi naskirina fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têgihiştin rastiyê û ji bo bidestxistina azadiya xwe têkoşiyan. 

Semîre Sebrî jî heta naskirina fikir û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi tiştên ku dîtî û jiyayî nedizanî jin ev 5 hezar sal in rastî êrîşa zîhniyeta zilamsalarî tên. Lê piştî naskirina ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Oocalan têdigihêje ku jinên êzidî ne tenê di fermana 2014’an de wekî jinên din ên cîhanê her di nav fermanan de bûne. Ji ber di temenê biçûk de zewicandina keçan jî yek jê cureya fermanê ye, zext li ser jinan kirin, qetilkirina jinan, li ser jinan tundî kirin û hwd. jî ferman e. Semîra bi naskirina fikirên Abdullah Ocalan digihêje vê encamê, ji ber vê yekê bi destê xwe xwişka xwe tev li YBŞ-YJŞ dike da ku xwişka wê bikaribe di her warê de xwe bipêş bixe bibe xwedî hêza parastin û têkoşînê.

 Jiyana Semîra ya beriya fermanê

Semîre Sebrî ku li ber destê jinbavê mezin bûye û bêdayikbûyînê wek bê şensiya xwe ya yekemîn pênase dike, bi van hevokan behsa jiyana xwe ya beriya fermanê dike: “Ez û xwişka xwe (xwişka wê Şadiya 3 sal jê mezintir e) bûn, bavê min ji ber kurê wî ji dayika min çê nebû çû bi jineke din re zewicî û dayika min berda. Piştî demeke di dayika min de nexweşiyek derket û jiyana xwe ji dest da. Em her du xwişk jî bêdayik, li ber destê jinbavê di nav zor û zehmetiyan de mezin bûn. Mirovên bêdayik jî ne tiştek e. Heta pola 6’an min xwend, piştre bavê min û jinbava min ji bo li zarokan binêrim nehiştin ez biçim dibistanê. Her wiha xwişka min jî wisa.”

Dema fermanê 11 salî bûye

Semîre Sebrî dema fermanê 11 salî bûye û li Sîbayê bûne. Semîra bi hevoka ‘wek zarok dîtin û rastî fermanê hatin zehmet bû’ behsa roja fermanê dike:“Rojek beriya wê me bihîst ku DAIŞ hatiye lê tiştek tunebû, lê bi şev derdora saet 2’yan dengê şer û çekan hat. Ez û xwişka xwe li ser banî razabûn, bav û jinbava min hatin û gotin rabin ferman rabû. Dema min li ezman meyzand ji ber teqîndina çek û bombeyan ezman kesk û sor û zer bibû. Em biçûkbûn û me nedizanî ka çi dibe. Şer biqas çend seatan domiya. Wek zarok dîtina van tiştan û rastî van tiştan hatin zehmet bû. Piştre em bi malbatî çûn Sikînî lê ji ber tu tişt safî nebû, bavê min me derbasî Zaxo kir. Piştî saleke fermanê em ji Zaxoyê çûn Xanêkê û nêzî salekê jî li wan deran man. Jiyana li çadiran jî ne tu jiyan bû, zehmet bû. Bêdayikbûna me jî zehmetiyek din bû. Xwişka min sê salan ji min mezintir bû û em her li malê bûn. Piştî saleke em Xanêkê derbasî kampeke fermî bûn.”

Piştî salek jiyana derbaskirina li kampan karê bavê Semîra li Sinûna Şengalê çêdibe ji ber vê yekê Semîra bi malbata xwe re ji Zaxoyê vedigerin Sinûnê. Semîre Sebrî li Sinûnê pir dixwaze dîsa biçe dibistanê, mijarê ji bavê xwe re dibêje û bavê wê jî destûra çûyîna dibistanê dide. Û Semîra ji vê yekê gelek kêfxweş dibe.  

Semîre Sebrî destnîşan dike ku hêj nebûye serê salê vê carê êrişê pêşmergeyan ê li ser YBŞ’ê diqewime û wiha dibêje: “Di dema şerê Xanesorê de pêşmerge xwestin derbasî Xanesorê bibin lê xelkê me rê li ber wan girt û got nabe kesên ku îxanet li me kirine dîsa werin vir. Dubare bavê min dîsa me bir Xanêkê û demek dirêj em venegeriyan.”

‘Ez hêj 15 salî bûm zewicîm’

Semîra piştî bi malbata xwe re dubare diçe Xanêkê vê carê xwişka wî bi revandinê diçe û dizewice lê hêj sala xwişka wê naqede vê carê ew dizewice.

Derbarê mijara zewaca xwe de jî Semîra ev tişt anî ziman: “A rast ne wisa zewaceke baş bû, em li kampan bûn. Di kampan de şerê taybet dihat meşandin. Ez hêj 15 salî bûm zewicîm û çawa zewicîm yekser zarokek min çêbû. Lê bes zarokê min ji aliyê tenduritiyê ve ne sax bû. Min zarokekî nexweş anî dinê. Em du salan li wan çadiran man, piştre pirsgirêka min bi hevjinê min re çêbû, ez hatim mala bavê xwe û zarokê min jî ji min girtin. Wê demê xwişka min û hevjinê xwe jî ji hev cuda bûn û zarokê wê jê girtin. Ez û xwişka xwe bi hev re mala bavê xwe bûn û me gelek zehmetiyan kişand.”

‘Bêyî mezin bibin em bûn dayik’

Semîre Sebrî û xwişka xwe tevî ku ji fermanê rizgar bûn jî li koçberî û çadiran her rojên wan wek fermanê bû.

Di nav axaftina xwe de Semîra axînek kûr kişand û tenê bi yek hevokê ‘ez û xwişka xwe hêj mezin nebûbûn em bûn dayik’ hemû jiyana xwe ya beriya fermanê û piştî fermanê tîne ser ziman.

Bes zehmetiyên jiyanê ne tenê malbatî û civakî bûn, ji aliyê din ve jî li kampên ku lê diman ji aliyê PDK’ê ve şerê taybet li ser wan dihat meşandin. Ev şerê taybet jiyana wan a li kampan du qatî zehmetir dikir.

Vegera Şengalê

Piştî demeke dirêj a mayîna li kampan Semîre Sebrî û malbata xwe dubare vedigerin Şengalê. Semîra dema dubare vediger Şengalê dibîne ku pergaleka ku li Şengalê hatiye avakin ji pergala li kampan û cihê din cuda ye. Semîra bi van hevokan behsa pergala ku li Şengalê dîtî dike: “Li kampan pergalek şerê taybet hebû lê bes li Şengalê pergaleke cuda hebû. Yanî li vir fikrek hebû fikrên Serok Apo hebûn. Kesên ne nêzîkbûna jî pergala li Şengalê dişopand. Bi rastî mala bavê min dixwest ez dîsa bizewicim lê bes min nexwest. Min li cîranên xwe nêrî diçûn cem hevalan, min jî got ka ez bipirsim kî ne û çi ne. Kesên ne xêrxwaz gotinên ne rast belav dikirin û digotin însanan dikujin, gelek gotinên ne rast belav dikirin. Min li cîranan pirsî, min got hûn çi dikin. Berê  jî me navê hevalan bihîstibûn lê bes me nas nedikir, em nehatibûn Şengal em li başûrê Kurdistanê bûn û li wir jî heval evqas nîn bû. Me ji cîranan pirsî hûn çi dikin, çi karî dikin, ev jî gotin em wisa dikin, jiyana xwe bi xwe rêvedibin û hwd.”

Ji pergala rêveberiya Xweser bandor dibe

Semîre Sebrî piştî pergala li Şengalê fêr dibe û jê bandor dibe yekser hevjinê xwe digere ku heta wê demê Semîra û hevjinê wê bi fermî jê hev veneqetiyane û ji hevjinê re xwe dibêje were Şengalê û tev li kar û xebatên rêveberiya xweser bibin. Piştî hevjinê Semîra tê Şengalê ew her du bi hev re tev li kar û xebatan dibin. Jixwe hevjinê wê di şerê 2015-16 û 17’an de bi şervanan re li dijî DAIŞ’ê şer kiriye lê bes ji ber pirsgirêkên malbatî berê xwe daye Başûr.

Semîra piştî tev li kar û xebatan dibe hem bi alîkariya derdor hem jî bi destekdayîna hevjinê xwe dibistana xwe bidawî dike. Di wê pêvajoyê de hem xwendiye, hem çûye kar û hem jî bi mala xwe re mijûl bûye. Semîra diyar dike ku piştî naskirina fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ew ketiye ferqa jiyaneke rast.

‘Xwişka min encax dikarî bi fikrên Serok bi ser xwe ve bê’

Tevî ku Semîre Sebrî bi naskirina fikir û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hewl dide jiyaneke nû ava bike lê bes zehmetiya xwişka wê ku li mala bavê wê dikişîne her di mejiyê wê de ye. Ji ber mala bavê wê ji xwişka wê dixwazin careke din bizewice ji ber vê yekê rewşa derûniya xwişka wê xira dibe. Semîre Sebrî li ser rewşa xwişka xwe pir difikire û piştre biryar dide ku xwişka xwe tev li nav hêzên YJŞ’ê bike.  

Semîra bi  van hevokan behsa pêvajoya tevlikirin û guherîna xwişka xwe dike: “Min got encax bi naskirina fikrên Serok Apo xwişka min dikare rabe ser piyan. Li ser vê yekê min xwişka xwe re got tev li YJŞ’ê bibe, min ew razî kir û got temam. Beriya saleke min xwişka xwe tev li kir. Di nava salekê de min tenê du caran xwişka xwe dît. Di nava salekê de du caran hatiye min dîtiye û çûye. Bi rastî gelek guheriye, fikrên wê li ser zanebûna jin çêbûye, li ser gelek tiştan çêbûye. Dema hat gel min, min jê re got beriya ku tu tev li bibî te got ez ê ji wan deran biçim, ew jî got êdî ez wisa nafikirim li cihê ku ez lê me azadî heye. Min henek jê re dikir min digot belkî tu poşman bûyî, tu yî bibêjî xwişka min min tev li kir. Lê got xwezî beriya ku ez bizewiciyama min vê fikrî nas bikira, gelek kêfxweş im ku min vê fikrî nas kirî. Ditirsiyam ji ber ku min tev li kiribû min digot belkî poşman bibe lê bes tu carî poşman nebû û gelek kêfxweş e. Xwişka min beriya ku tev li bibe her digot xwezika ez tune bûma, digot jiyan bê wate ye. Lê bes niha gelek guheriye. Piştî tevlibûnê ji min re got min nedizanî ez evqas ji Şengalê hez dikim, bi naskirina fikrên Serok Apo evîna welat di dilê min de çêbûye.”

Niha xwe ji nû ve kişf dikin

Semîre Sebrî ku xwest çîroka wê ji hemû jinan re bibe mînak, bi van hevokan dawî li axaftina xwe anî: “Niha ez û xwişka xwe bi naskirina fikrên Rêbertî xwe ji nû ve ava dikin. Dema mirov fikrên Rêbertî nas dike û fam dike hezkirina welat hîn zêdetir dibe û nabe mirov dev jê berde. Niha em ketin ferqa jiyana xwe ya berê fermanê û piştî fermanê. Dema ez dibêjim jin û azadî divê her jin têde hebe û divê tu jin êdî bindestî qebûl neke. Bila çîroka min ji hemû jinan re bibe mînak. Em ji gelek tiştên ne xweş re derbas bûn, em wek jin kolebûn û jiyana kole ji xwe re qebûl kir. Heta jin hemû azad nebin em azad nabin lê bes em fêrî rêya têkoşîn û azadiyê bûn. Me bi fikrên Rêber Apo xwe nas kir. Ez dixwazim tu kes xwe bi hêviya tiştekî nehêle û were tev li kar û xebatan bibe. Divê neyê jibîrkirin em wek civak birçiyê fikir û zanînê ne. Bang û daxwaz ji hemû ciwanan dikim ku bêyî bikevin nav duduliyê werin tev li fikrên Rêber Apo bibin û xwe pêş bixin.”

Çîroka wê çîroka her jinekê ye

Cih û mekan ferq nake çîroka Semîra çîroka her jinekê ye. Ji ber vê yekê azadiya hemû jinan girêdayî hev e. Heta hemû jin azad nebin tu jin azad nabe. Ji bo vê divê rêxistinbûn û têkoşîneke hevpar a hemû jinan hebe. Çawa êşên jinan li her derê yek e, divê rêxistinbûn û têkoşîna wan jî yek be. Encax bi vî awayî Semîra û hemû jin heta civak dikarin bigihêjin azadiya xwe.