‘Bîr bawerî çanda me bi zimanê Kurdî ye em ê tu carî dest ji zimanê xwe bernedin’

Bi wesîleya 15’ê Gulanê cejna zimanê Kurdî mamoste Xalîde diyar kir ku bîr û baweriya wan bi Kurdî ye. Qewl, stran û çîrokên wan hemû bi vî zimanê tên gotin û xwest malbat bi zimanê Kurdî ji zarokên xwe re çîrokan bibêjin bîra wan bi Kurdî dagirin.

GULISTAN EZÎZ
Şengal –
Di rojên meha Gulanê de ji bo em li ser cejna ziman biaxivin me berê xwe da Çiyayê Şengalê. Vê carê me konê xwe li Xanesora Şengalê danî, em bûn mêvanên mamoste Xalîde.

Mamoste Xalîde di dibistana Kurdî de mamosteyek e û ji karê xwe pir hez dike. Piştî fermanê li Şengal dibistanên Kurdî vedibin. Mamoste Xalîde jî dema 2020’an de xwendina xwe xilas dike di van dibistanên Kurdî de dest bi xebatê dike. Jixwe li Şengalê ji zarokek 7 salî heta dayîkek 70 salî hemû civak bi Kurmancî diaxivin lê belê perwerdeya dibistanan heta fermanê jî bi zimanê Erebî hatiye dayîn. Ji ber vê yekê piraniya civakê xwendin û nivîsandina bi Kurdî nizane. Piştî rizgarkirina Şengalê hêdî hêdî dibistan vebûne û heta roja îro jî kar û xebatên xwe berdewam dikin.

‘Dayikên me yekem mamosteyên me yên zimanê Kurdî ne’

Têkildarî roja 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî mamoste Xalîde li ser girîngiya zimanê dayîkê, perwerdeya bi zimanê dayîkê ji me re axivî cejna zimanê Kurdî pîroz kir û wiha axivî: “Ez vê rojê bi taybetî li hemû dayîkan pîroz dikim. Ji ber ku dibistana yekem dayîk e. Em spasiya wan dikin ku ev ziman dane me, em fêrî vî zimanî kirine û bi zimanê me, em fêrî rêûresm û çanda me kirine.”

‘Em ne li dijî tu zimanî ne lê em ê nehêlin zimanê me di bin siya zimanên din de bimîne’

Li gorî nêrîna mamoste Xalîde neteweyek zêdetir, dema ku ji ziman, çand û nasnameya xwe dûr be, pirsgirêkan dijî û êşê dikşîne ji bo ku ziman û çanda Êzidayetiyê winda nebe divê gelek xebat werin kirin û wiha got: “Çiqas ferman û êrîşan jî bînin serê me em ê her dem li ser bîr û baweriya xwe bin, em ê bi zimanê xwe biaxivin. Ji ber zimanê me nasnameya me ye, çanda me ye. Em bi vî zimanî xuya ne. Çiqas em ji bo zimanê xwe hewl bidin, kar bikin jî kêm e. Ji ber zimanê me hebûna me ye divê em zarokên xwe fêrî zimanê Kurdî bikin.”

Mamoste xweş sohbet e, ew diaxife, em guhdar dikin. Li gor baweriya wê û li gor ji mezinên xwe fêr bûye însan çiqas zimanan bizanibin ewqas baş e. Li gor felsefeya çiqas ziman, ewqas însan tevdigere û lê vê hişyariyê jî dike: “Em li dijî yek zimanî jî nîn in. Ji ber wê jî em hem dixwazin zimanên din fêr bibin hem jî bi taybet dixwazin zimanê xwe fêr bibin. Em naxwazin zimanê me di nav wan zimanan de winda bibe.”

‘Qewl stran çîrokên me hemû bi zimanê Kurdî ne’

Mamoste Xalîde dixwaze zimanê Kurdî di nav malbatan de rûne, biçin ku derê jî bi serbilindahî zimanê xwe biaxivin û pîroziya ziman wisa tîne ser ziman: “Zimanê me ji bo me pîroz e. Bîr û baweriyên me bi vî zimanî tên vegotin. Duayên me, qewlên me, stranên me, çîrokên me hemû bi vî zimanî tên vegotin. Çend ferman li serê me hatin rakirin, xwestine zimanê me tune bikin. Bes, ev ziman her maye. Em ê jî li ser bîr û baweriya ku divê zimanê me bê parastin bin. Jixwe zarok yekem car ji dayîkê ziman fêr dibin. Divê em jî vê riyê ji xwe re esas bigrin. Divê em rê nedin bandora zimanên din li ser zimanê me çêbibe.”

Mamoste wek mamosteyekê tevdigere, tona dengê wê te dikşîne, tu her dixwazî bi baldarî lê guhdar bikî. Li ser pirsa me ya ‘rola civakê di parastina ziman de çi ye’ dibêje: “Dema em diçin cihekî û li kal an jî dayîkeke temen mezin guhdar dikin, em zêdetir jê hez dikin. Em dizanin ku paşeroj û pêşeroja me di wan de veşartiye. Ji bo vê jî divê hemû civak bi me re be da ku em bikaribin zimanê xwe biparêzin. Niha li gorî berê hezkirina zarokan a zimanê Kurdî zêdetir bûye. Ew jî êdî fêm dikin ku ji ber ziman çawa zext li civakê tê kirin.”

‘Em dixwazin dibistanên me yên Kurdî bên qebûlkirin’

Ji ber nefermîbûna dibistanên Kurdî mamoste Xalîde nîgeran e. Ruxmê ku li gelek deverên Şengalê dibistanên Kurdî hene jî ji ber Iraq dibistanên zimanê Kurdî qebûl nake astengî tên pêşberî mamosteyên me yên dibistanên Kurdî. Mamoste dibêje: “Li gelek cihên Şengalê dibistanên me hene lê belê heta niha jî ev dibistan fermî nayên qebûlkirin. Eleqeya gel ji bo zarokên xwe fêrî zimanê Kurdî bikin heye lê belê ji aliyê Iraqê ve neqebûlkirina dibistanên me ji bo me astengiyan çêdike. Me xwe bi zimanê xwe nas kiriye. Ger ziman nemîne ev tê wateya ku hebûna me jî namîne. Ji ber ku civaka Êzidî bi xwe qebûl nakin, zimanê wê jî qebûl nakin.”

‘Bi zimanê Kurdî çîrokan bibêjin’

Mamoste Xalîde Îbrahîm di dawî de biryardariya xwe ya ji bo pêşvebirina xebatên xwe wiha anî ziman: “Çiqas bixwazin pêşî li me bigrin jî îradeya me heye. Em ê xebatên xwe yên ji bo ziman berdewam bikin, dibistanên xwe zêde bikin. Wê kes nikaribe îradeya vî gelî bişkîne. Em ê bi hemû hêza xwe kar bikin da ku ev ziman bê qebûlkirin. Ger neyê qebûlkirin jî em ê karê xwe berdewam bikin, zarokên xwe fêrî vî zimanî bikin. Ez ji malbatên me dixwazim di nava malê de zarokên xwe zêdetir fêrî ziman bikin. Bi zimanê Kurdî ji wan re çîrokan bibêjin.”