Binpêkirinên giran ên RSF’ê didome
Hêza Piştgiriya Lezgîn (RSF), li Kordofana Rojava jin û zarok jî di nav de malbatekî 7 kesî girt. Yekeya Jinan a NY’ê jî ragihand ku li Darfûrê jî jinên koçber bi binpêkirinên mîna qetilkirin, tecawiz û revandina zarokan re rû bi rû dimînin.
Navenda Nûçeyan – Li bajarê El Faşêrê, bi taybetî jin û zarokan bi zehmetiyên giran re rû bi rû ne. NY’ê, banga parastina sivîlan, piştgiriyek tam û lezgîn û bidawîanîna binpêkirinan kir.
Tora Bîjîşkên Sûdanê, di daxuyaniya xwe ya îro de ragihand ku Hêzên Piştgiriya Lezgîn li nêzî bajarê Babnusa ya li eyaleta Kordofana Rojava, jin û zarok bi gumana ku xizmên wan endamên artêşa Sûdanê ne, girt.
Torê, di daxuyaniya xwe de diyar kir ku yekîneyek girêdayî RSF’ê jin û zarok jî di nav de malbatekî sivîl a ji 7 kesan pêktê binçavkir û da zanîn ev yek parçeyekî ji polîtîkayek bipergalî ya girtina keyfî û cezakirina komî ya li dijî sivîlan e. Torê, da zanîn ev tevger binpêkirinek eşkere ya qanûna mirovî ya navneteweyî ye û tê wateya binpêkirina rêgezên parastina sivîlan di demên pevçûnan de.
Her wiha torê, destnîşan kir ku hedefgirtina malbatan a tenê li ser guman an jî aîdiyetê sûcêkî şer e. Torê, Hêzên Piştgiriya Lezgîn ji ewlehiya sivîlên hatine girt berpirsyar girt û bang li rêxistinên mafên mirovan û navneteweyî kir ku ji bo berdana sivîlan û pêşîgirtina dubarebûna binpêkirinên bi vî rengî, bi awayekî lezgîn bikeve nava tevgerê.
RSF’ê, ji bo hewildana êrîşek nû ji bo herêma derdora bajarokê Babnusa li Kordofana Rojava hêzên leşkerî yên zêde şand. Piştî têkçûna hewildanên berê, bi vê hewildanê re bajara Babnusa ji meha Çileya 2024’an û vir ve di bin dorpêça tam ya RSF’ê de ye. RSF’ê ji bo desteserkirina bajêr, gelek êrîşên tund pêkanî.
Tecawiz, cînayet û revandina zarokan
Birima Jinan a NY’ê jî, ragihandin ku jinên ji bajarokê El-Faşêr a li herêma Darfûrê direvin, piştî ku RSF’ê di 26ê Cotmehê de bajar desteserkir, bi binpêkirinên giran ên mîna qetilkirin, êrîşa zayendî û revandina zarokan re rû bi rû ne.
Birimê, ragihand ku kesên ji cih û warên xwe bûne, dema hewil didan ji bajêr birevîn li kolnan rastî êrîşan hatine, RSF’ê binpêkirinên berfireh pêktîne û êrîşên bi droneyan tên kirin, qeyrana mirovî hêj zêdetir kûr dike.
Koordînasyona Penaberan a Sûdanê, di daxuyaniya xwe ya berê de ragihand ku zêdetirê 150 jinên ku hewil didan ji EL Faşêrê ji bo herêma Tawila birevin, rastî êrîşa zayendî û tacîzê hatine. Ev yek piştî zêdebûna tundî û qetilkirina li dijî sivîlan, pêkhat.
Her wiha Neteweyên Yekbûyî, ragihand ku li herêmê qetlîam, tecawiz, talan û koçberiya nifûsê ya girseyî tê jiyîn. Gelek şahidî û vîdyoyên ku RSF’ê li ser medyaya dijîtal parve dike, van bûyeran piştrast kir.