Binpêkirinên eşkere yên li ser mafên zarokan bi dawî bikin!
Komeleya Alîkariya Zarokên di Xetereyê de ne daxwaza bidawîanîna binpêkirinên mafên zarokan kir. Diyar kir ku kuştin, birîndarkirin, binçavkirin û windakirina bi zorê ya zêdetirî 200 zarokan nikare bi hêsanî were paşguh kirin.
Navenda Nûçeyan – Komeleya Alîkariya Zarokên di Xetereyê de ne, di daxuyaniyekê de, komkujiya hovane ya di xwepêşandanên Gulanê yên li Îranê de wekî sûcên ku divê hikûmet berpirsiyar be bi nav kir.
Komeleyê teqez kir ku kuştina zêdetirî 200 zarokan, birîndarkirin, binçavkirin û windakirina bi zorê ya gelek zarokên din, rewşek e ku qet nayê paşguhkirin. Her wiha darvekirin, îşkence û muameleya xerab a li dijî kesên di bin 18 de salî de, bi tundî şermezar kir.
Daxuyaniyê her wiha teqez kir ku darizandin û binçavkirina xwepêşanderan -di nav de zarok jî- hem di dema xwepêşandanan de û hem jî piştî wan nayê qebûlkirin û divê tavilê raweste. Divê tu zarokek ji ber beşdarbûna di xwepêşandanan de an jî ji ber diyarkirina nêrînên xwe neyê tehdîtkirin an jî neyê binçavkirin.
Daxuyaniya Komeleya Alîkariya Zarokên di Xeteriyê de ne wiha ye:
Bila binpêkirina eşkere ya mafên zarokan bi dawî bibe!
Komkujiya tirsnak a ku di meha Kanun a sala 1404’an de qewimî û bi hezaran kes jiyana xwe ji dest dan, ne tenê binpêkirineke eşkere ya mafên zarokan e, lê di heman demê de sûcek e ku divê hikûmet jê berpirsyar bê dîtin.
Kuştina zêdetirî 200 zarokan, birîndarkirin, girtin û windakirina bi zorê ya gelek zarokên din, ne tiştek e ku were paşguhkirin.
Em sersaxiyê ji hemû malbatên xemgîn û gelê Îranê re dixwazin; di roja çilemîn a kuştina hezkiriyên xwe de, em bi tundî îşkence û muameleya xerab a li dijî kesên ku di bin 18 salî de ne, şermezar dikin.
Dozgerî û girtina xwepêşanderan - di nav de zarok jî - hem di dema xwepêşandanan de û hem jî piştî wan nayê qebûlkirin û divê tavilê biqede. Divê tu zarokek ji ber beşdarbûna di xwepêşandanan de an jî diyarkirina nêrînên xwe neyê tehdîtkirin an jî neyê girtin.
Cezayên darve kirinê yên li dijî xwepêşanderan hatine dayîn binpêkirinek eşkere ya mafê jiyanê ye û divê tu mirov nebe qurbanê şîdeta nemirovane ya wisa. Ewlehîkirina dibistanan û hebûna hêzên ewlehiyê di navendên perwerdehiyê de di bin navê "şêwirmendî" an "alîkariya derbaskirina krîzê" de nayê qebûlkirin.
Veşartina hejmara mamoste, zarok û xwendekarên ku hatine kuştin û girtin beşek ji tepeserkirina çalak û sîstematîk e. Nebûna mamoste û xwendekarên ku hatine girtin an kuştin ji hêla hevalên wan ên polê û malbatên wan ve nayê veşartin. Kesên ku di kuştina xwepêşanderan de -di nav de zarok jî- beşdar in, ne xwediyê desthilatê ne ku li ser tenduristî, ewlehî û perwerdehiya zarokan biryaran bidin, û nikarin xwe wekî berpirsên perwerdehiyê bi nav bikin.
Em teqezî li ser parastina ewlehî û mafên zarokan dikin û daxwaz dikin ku tavilê hemû tundûtûjî û girtina neqanûnî ya li dijî wan bi dawî bibe.
Berdewamiya van tevgeran ne tenê ewlehiya psîkolojîk a zarokan û civakê tehdît dike, lê di heman demê de hêrsa civakî jî ji nû ve gur dike; kesên ku van kiryaran dikin berpirsiyarê encamên wan in. Her hewldanek ji bo rewakirina vê tevgerê bi gotinên "dijmin" manîpulekirina raya giştî ye û nayê qebûlkirin.
Parastina zarokan berpirsiyariyek mirovî û exlaqî ye, di vê mijarê de tu tawîz nayê qebûlkirin.