Binpêkirina li dijî sivîlên li gundên Taîzê hat belge kirin
Komîsyona Lêpirsînê ya Neteweyî di serdana xwe ya duyemîn a qadê de 340 bûyerên binpêkirina mafên sivîlan li navçeya Hayfan a li başûrê Taîzê ku giredayê Ezzat Al-Ahkum e belge kir û diyar kir ku bi dehan kes mexdûr bûne.

Yemen – Komîteya Lêkolîna Îdiayên Binpêkirina Mafên Mirovan, ji bo ku şahidiya mexdûrên bi zorê ji cihê hatine derxistin belge bike û li mirovên ku ji bombebarana rojane mexdûr bûne û bi kêfî tên binçavkirin guhdarî bike dixebite.
Komîteya Neteweyî ya Lêkolîna Îdiayên Binpêkirina Mafên Mirovan, ji bo ku binpêkirina li dijî sivîlan lêkolîn bike, li Ezzat El-Ahkum a girêdayî navçeya Heyfan a Taîzê, serdana pênc gundan kir.
Komîteyê li şahidan guhdarî kir
Li gorî daxuyaniya komîsyonê ya roja 4’ê Nîsanê; koma di bin serokatiya dadger Ishraq El-Maqtarî de, li gundên Al-Najd, Al-Jarba, Al-Akboush, Al-Marabda û Al-Markaz, bi 64 mexdûran û malbatên wan re hevdîtin kir, der barê bombebaran û êrîşên ku bûne sedema rûxandina mal, kuştina ajalan û hilweşandina tekane projeya avê ya li herêmê li şahidan guhdarî kir.
Komîsyonê diyar kir ku wan li hezar û 242 mexdûrên gundê El Akbaş ên ku di navbera wan de jin û zarok hene, bi zora çekan ji malên xwe hatine derxistin, malên wan hatine talankirin û veguherandina qişleyên leşkerî guhdarî kirine û belge kirine.
Cotkar nikarin li eraziyên xwe çandiniyê bikin
Komîteyê di daxuyaniya xwe de bal kişand ku şêniyên 12 herêmên di bin îzolasyona Ahkum de ne, her roj rastî bombebaran û êrîşên sekvanan tên û bi taybetî vê yekê li ser jin û zarokan bandorên xirab ên derûnî hiştiye. Komê her wiha bûyerên girtina bi kêfî û di encama teqîna mayînên antî-personel de çar kesên birîndar bûne û li eraziyên gundê Al-Akboush û Al-Kaoush ji aliyê kesên nediyar ve hatine mayînkirin. Her wiha belge kir ku cotkar ji sala 2016'an ve heta niha nikarin ji eraziyên xwe sûdê bigrin.
Di heman demê de komê li Al-Akboushê kompleksa perwerdeyê ya ji çar dibistanan pêk tê, ji ber êrîşan topavêjan û teqînên ku dubare dibin, texrîb bûne lêkolîn kir, bal kişand ku divê hemû awayên şîdeta li dijî sivîlan were rawestandin, xizmetên av, tendirustî û perwerdeyê werin dayîn, mexdûr mafên xwe yên edalet û tezmînatê bi dest bixin û êşên dikşînin werin dîtin.
Serdana ku hatiye kirin û guhdarîkirina li mexdûran, perçeyek ji hewldana komîteyê ye. Hewl dide binpêkirinên hiqûqa navneteweyî belge bike. Di roja 25’ê Sibatê de jî komîte cara pêşîn çûbû serdana herêma Heifanê û di dema serdanê de 340 bûyerên binpêkirinê yên ku bûne sedema mirina sivîlan belge kiribû.