Binçavkirina aktîvîsta siyasî ya Tûnisî bû sedema bertekan

Li Tûnisê di nava aloziyên siyasî yên zêdebûyî de, hêzên ewlehiyê aktîvîsta siyasî Alfa el-Hemdî binçav kirin û ev jî li welat bû sedema bertekên mezin.

Navenda Nûçeyan - Binçavkirina aktîvîsta siyasî Alfa el-Hemdî ya di salên dawî de ji ber dijberiya xwe ya li hemberê Kaîs Saîd derket pêş, li Tûnisê mijara girtina aktîvîstên siyasî yên jin, ji nû ve anî rojevê.
Li gorî raporên medyaya herêmî, hêzên ewlehiyê yên Tûnisê siyasetmedara muxalîf û Seroka 3yemîn Partiya Komara Alfa el-Hemdî, di 15’ê Sibatê de li Balafirgeha Navneteweyî ya Tûnis-Kartacayê binçav kirin.
Li gorî agahiyan, Alfa el-Hemdî ya bi rexneyên xwe yên tund ên li ser polîtîkayên Serok Kaîs Saîd tê nasîn, çawa ji balafirê daket hate rawestandin. Hinek dezgehên medyayê, ragihandin ku binçavkirin di bin çarçoveya wê cezayê demildest bê dayîn de hatiye kirin. Çavkaniyên din jî, diyar kirin ku binçavkirin bi daxuyaniyên Alfa el-Hemdî yên ku meşrûiyeta hikûmetê lêpirsîn dike û bangên wê yên hikûmeteke veguhêz re eleqeder e.
Muxalîf, girtinê mîna beşek ji kampanyayeke zêdebûyî ya li dijî dengên rexnegir dibînin. Hate diyarkirin ku hinek parlamenter, çalakvan û rojnamevan di girtîgehê de ne.
Heta niha, ji aliyê rayedarên dadwerî an jî ewlehiyê ve daxuyaniyek fermî nehat dayîn û parêzer û malbata el-Hemdî jî tu şîrove nekirin.