Bîlançoya komkujiyên 41 rojan

HRANA’yê bîlançoya 41 rojên protestoyên li Îran û Rojhilat parve kir û got ku 175 jê zarok bi giştî 6 hezar û 955 kes hatine qetilkirin û 11 hezar û 630 bûyerên mirinê jî lêkolîn dike.

NAVENDA NÛÇEYAN- Çalakiyên protestoyî yên li Îran û rojhilatê Kurdistanê di roja 42’yan de didome. Human Rights Activists News Agency (HRANA), rapora xwe ya bîlançoya 41 rojên çalakiyan aşkera kir. Li gorî raporê; 6 hezar û 955 mirinên piştrastkirî hene û 175 jê zarok bi giştî 6 hezar û 505 çalakvan ji hêla hêzên rejîmê ve hatine qetilkirin. Hate gotin ku 11 hezar û 630 bûyerên mirinê jî tên lêkolînkirin. Hat destnîşankirin ku 11 hezar û 21 kes birîndar bûne, 111 jê xwendekar bi giştî 51 hezar û 251 kes hatine girtin, 11 hezar û 48 kes ji bo îfadeyê hatine gazîkirin. Her wiha hate gotin ku hejmara kesên vîdeoyên “îtîrafan” ku hêzên rejîmê bi darê zorê dane axaftin û di medyaya alîgirê rejîmê de hatine weşandin jî gihişt 311 kesan. 

 

Her wiha di raporê de  cih da banga Sendîkaya Mamosteyên Alman a ji bo rejîmê ku dixwaze zextên xwe û qetilkirina çalakvanan bi dawî bike. Her wiha rexneyên lîderê ruhanî yê nifûsa Misilmanên Sunî yên Îranê Molavî Abdolhamîd a li dijî bêdengiya alimên olî ya li hemberî cînayet û zextên rejîmê jî di raporê de cih girt. 

 

Hakemê Premier Lig futsalê Niloufar Mir-Karimi jî ji bo protestokirina rejîmê îstîfa kir û got: “Di demeke xwîna welatiyan tê rijandin de mirov nikare jiyaneke asayî ragire.”