Bîlançoya bermahiyên şer li Sûriyeyê: 224 mirî û 329 birîndar
Li gorî SOHR’ê, ji destpêka salê ve li Sûriyeyê ji ber bermahiyên şer û mayînan 553 kes jiyana xwe ji destdane. Saziyê bal kişand ser wê yekê ku herî zêde zarok, cotkar û şivan zirarê dibînin û bang li rêxistinên navneteweyî kir ku qadan paqij bikin.
Navenda Nûçeyan – Bermahiyên şer û teqemeniyên neteqiyayî hîn jî li seranserî Sûriyeyê dibe sedemê mirinan. Gefên kujer li ser kesên ku li mal û zeviyên xwe dijîn ava dike û tevî kêmbûna operasyonên leşkerî li gelek bajaran, gefê li jiyana deverên berfireh ên welat dixwe.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ji destpêka salê ve 224 mirinên ji ber mayînên bejahî, teqemeniyên neteqiyayî û bermahiyên operasyonên leşkerî belge kir. Di nav miriyan de 83 zarok, 8 jin û 133 mêr hene. Navendê destnîşan kir ku mirin bi vê yekê ve sînordar nînin, 329 kes bi awayên cûda birîndar bûne, di nav de windakirina ling û seqetiyên cuda. Di nav birîndaran de 118 zarok, 10 jin û 201 mêr hene, bi vî awayî hejmara giştî ya mirin û birîndarên ku ji mehên destpêkê yên salê ve hatine belgekirin digihîje 553 kesan.
Herî zêde zarok, cotkar û şivan zirarê dibînin
Navendê da zanîn ku zarok derbarê van amûrên bi xeter de ne xwedî agahîne û li qadên vekirî û an jî avahiyên hilweşiyayî dilîzin dibin zeremendên herî mezin. Cotkar û şivan di dema tevgerên xwe yên rojane de li ser erdên çandiniyê û çêrandinê li hember xetereyên bermahiyên şer dikevin nava komên herî xeternak de. Ev yek rê li ber çandina erdên çandiniyê yên berfireh digire û rasterast bandorê li debara bi hezaran malbatên Sûriyeyê dike.
Navendê Saziyên navneteweyî û yên NY ji ber xemsariya wan di çareserkirina vê pirsgirêka mirovî ya cidî ku bi taybet hejmarek mezin ji mirovên koçber bêyî vekolîn û paqijkirina têrker a erdên bi mayîn û teqemeniyên neteqiyayî qirêj bûne vedigerin deverên xwe berpirs dît.
Bermahiyên şer gefê li jiyana sivîlan dixwîn
Navendê tekez kir ku mirinên berdewam a jiyanê ji ber bermahiyên şer gefê li jiyana sivîlan dixwe û aramî û vegera niştecihan ji bo deverên xwe têk dibe. Navendê bang li Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên navneteweyî û aliyên peywendîdar kir ku bernameyên paqijkirina mayîn û teqemeniyên neteqiyayî zêde bikin, kampanyayên hişyariyê li ser xetereyan berfireh bikin û piştgiriya teknîkî û darayî ya pêwîst ji bo operasyonên keşf û paqijkirinê peyda bikin da ku parastina sivîlan misoger bikin, mafê wan ê jiyanê û jiyanê di ewlehiyê de biparêzin û pêşî li van bermahiyên ku li gelek deveran, heta bi salan piştî bidawîbûna şeran, dibin sedema mirina Sûriyeyiyan bigrin.