Bila Zimanê Kurdî di destûrê de bê naskirin
Mamoste û xwendekarên bajarê Til Temir ê di bin diruşmeya “Perwerdeya bi zimanê dayikê mafê me yê rewa û bingehîn e” Roja Cîhanî ya Zimanê Dayikê ye.
Til Temir – Îro Roja Cîhanî ya Zimanê Dayikê ye, bi vê armancê li seranserî bajarên Kantona Cizîrê meşên girseyî tên lidar xistin.
Rêveberiya Dibistanên bajarê Til Temirê, bi beşdariya sedan mamosteyên zimanê Kurdî û xwendekarên dibistanan, herwiha endam û rêveberiyên saziyên civaka sivîl û Kongra Star, meşek girseyî lidar xistin.
Meş di bin diruşmeya “Perwerdeya bi zimanê dayikê mafê me yê rewa û bingehîn e” li ber Meclisa Malbatên Şehîdan destpê kir, di kolanên bajar re derbas bûn û li ser rêya M4 a ku bajar dike du beş rawestiyan. Di meşê de pankartên bi nivîsên “Em deyndarê zimanê xwe ne, bê ziman jiyan nabe, azadiya zimanê me azadiya me ye û em perwerdehiya bi zimanê xwe dixwazin” hatin bilindkirin.
Daxuyanî bi deqeyek rêzgirtin li ser giyana pakrawanan hate destpêkirin. Piştî deqeyek rêzgirtin Endama Rêveberiya Dibistanan Hêvîdar Mihemed Elî, Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî li gelê Kurd û hemû gelên cîhanê pîroz kir û wiha got: “Di vê boneyê de em hemû kesên ku di ber ziman de ked dane û şehîd bûne bi rêzdarî bi bîr tînin. Herwiha tevahî gelên ku ji bo parastina zimanê xwe yê dayikê têdikoşin silav dikim.”
‘Zimanê Kurdî li ser maseyên danûstandinan e’
Hêvîdar da xuya kirin ku salek zêdetir e ku Sûriyê bi temamî, Rojavayê Kurdistanê jî di nav de derbasî qonaxeke nû bûye. Ji wan mijarên sereke yên vê qonaxê, yek jê mijara zimanê Kurdî ye ku li ser maseya danûstandinan e û cihê wî, di Sûrîyeya nû de tê guftûgokirin.
Biryarnameya 13’an
Hêvîdar di vê çarçoveyê de biryarnameya 13’an a ku hatibû derxistin bibîr xist û got: “Girîng e ku em biryarnameya 13’an a Serokê Sûriyeyê yê Demkî, Ehmed El-Şeri, bi bîr bixin. Bi vê biryarnameyê, cara pêşîn e ku di dîroka Sûriyeyê de, zimanê Kurdî qonaxa tunedîtinê derbas dike û bi awayekî fermî tê naskirin.”
‘Pêwîst e zimanê Kurdî wekî “Zimanê fermî” di destûrê de bê naskirin’
Hêvîdar da zanîn ku biryar name tenê têrê nake û wiha tişta ku tê xwestin pêk were bilêv kir: “Heriçqas ji aliyê sembolîk û dîrokî ve gaveke erênî bê nirxandin jî, lê ev biryarname mafên zimanî yên gelê Kurd misoger nake. Ji bo ku wekî destkeftiyeke mayinde bê parastin, pêwîst e zimanê Kurdî wekî "zimanê fermî" di destûrê de bê naskirin û mafê perwerdeya bi zimanê dayikê wekî mafekî rewa û bingehîn bê misogerkirin.”
Hêvîdar wiha axaftina xwe dewam kir: “Lewra zimanê gelê Kurd ku li ser axa xwe ya dîrokî dijî, ji wê çendê mezintir e ku wekî "zimanekî niştimanî" bê pênasekirin ku heftane bi tenê du saetên dersa bijarte jê re bên veqetandin û pê re jî çend çalakiyên çandî.”
‘Bila Kurd xwedî li zimanê xwe derbikevin’
Hêvîdar ji bo misogerkirina mafên zimanî yên rewa û parastina destkeftîyên şoreşa zimanî ya Rojavayê Kurdistanê wiha got: “Em ê bi hemû hêza xwe û ji her alî ve kar û xebatên xwe bidomînin û li doza zimanê Kurdî, wekî dozeke neteweyî ya pîroz, xwedî derkevin. Ji bo bicîhanîna vê armancê, em ji gelê xwe yê li çar parçeyên Kurdistanê û dîyasporayê jî hêvî dikin ku doza zimanê Kurdî, wekî dozeke miletî û neteweyî bide pêş û bi her awayî, xwedî li zimanê xwe derbikevin.”
Meş bi diruşmeya “Bê ziman jiyan nabe, azadiya zimanê me ye” bidawî bû.