‘Bila Helebce wek ‘Qirkirin’ bê nasîn!’

Li gelek bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi çalakiyên cûda kesên di kîmyabarana Helebce ya 16’ê Adarê 1988’an ku rejîma Sedam pêkanî de jiyana xwe ji dest dane hatin bîranîn û ji Tirkiyeyê hate xwestin ku vê komkujiyê wek ‘Qirkirin’ nas bike.

Navenda Nûçeyan – Îro li ser kîmyabarana Helebce re 38 sal derbas dibe. Li Şirnex, Mêrdîn, Edene, Mêrsîn, Riha û Enqere di nav de li gelek bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi daxuyanî û çalakiyan kesên di kimyabarana Helebce de jiyana xwe ji dest dane hatin bîranîn.

Di bîranîna de hate bibîrxistin ku bi fermana rejîma Sedam Hisên, di 16’ê Adara 1988’an de di êrîşa kîmyayî ya li ser Helebce de nêzî 5 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan û 10 hezar kes birîndar bûn. Di çalakiyan de kesên ku di komkujiya Bayazit ya di 16’ê Adar 1978’an de pêkhatî hatin bîranîn.

Sûcê dijî mirovahiyê

Di daxuyaniyên li bajaran hatin dayîn de, hate diyarkirin ku komkujiya Helebce sûcê dijî mirovatiyê ye.

Rêxistinên girseyî yên demokratîk û nûnerên partiyên siyasî, diyar kirin ku divê Helebce di asta navneteweyî de wek ‘Qirkirin’ bê nasîn û ji Tirkiyeyê jî hate xwestin, ku di vê mijarê de gavê biavêje. Di daxuyaniyan de hate gotin, komkujî wê neyê jibîrkirin û divê berpirsyar bêne darizandin.

Platforma Saziyên Demokratîk a Şirnexê got: “Yekîtiya Kurdan, yekîtiya gelan li dijî komkujiyan pêwîstî ye ke. Helebce qirkirin e. Divê darizandinên navneteweyî bên kirin. Kurd wê Helebceyê ji bîr nekin û hesab bipirsin.”

Platforma Demokrasî û Kedê ya li Mêrdînê daxuyanî da û got: “Ji bo naskirina Komkujiya Helebceyê, em bang li Parlamentên li deverên din ên cîhanê, bi taybetî jî partiyên siyasî yên li Tirkiyeyê, hikumet û meclîsê dikin."

Li Rihayê, di daxuyaniya Platforma Demokrasî û Kedê de wiha hate gotin: “Qirkirina Helebceyê, Komkujiyên Bazî û Beyazitê yên ku divê mirovahî hemû şermezar bike, em ê ji bîr nekin û nedin jibîrkirin.”

16'ê Adarê divê weke ‘Roja Qirkirina Kurdan bê naskirin

Di daxuyaniyên li Mersîn, Edene û Hatayê de hate xwestin ku  divê 16'ê Adarê wek ‘Roja Qirkirina Kurdan’ bê naskirin.

Pêşnûmeya qirkirinê

Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê li Enqereyê daxuyaniyek da û Komkujiya Helebceyê şermezar kir, kesên jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî.

Parlamentera Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît jî ji bo Komkujiya Helebceyê weke qirkirin bê naskirin pêşnûme qanûnek pêşkêşî Serokatiyê Meclîsê kir.