Meclisa Jinan a PYD’ê rola jinan di siyaset û çareseriya demokratîk de nîqaş kir
Di bin dirûşma “Rola jinan di siyaset û çareseriya demokratîk a li Sûriyeyê de” Îro Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) komxebatek li dar xist.

RONÎDA HACÎ
Hesekê – Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) komxebatek bi tevlîbûna 150 jinên ji nûnerên saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî û rêxistinên jinan li dar xist. Komxebat li ser mijarên weke; sedem û rewşa lidarxistina şoreşê, deskeftiyên jinan di Şoreşa Rojava de û rola jinan di siyaseta demokratîk de hat nîqaşkirin.
‘Li hemberî zihniyeta paşverû û înkarê şoreşê dest pê kir’
Piştî deqeyek rêzgirtinê, mijara yekemîn a bi sernavê ‘Sedem û rewşa lidarxistina şoreşê’ ji aliyê hevseroka Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê Viviyan Biho ve hat birêvebirin.
Viviyan di destpêka axaftina xwe de 8’ê Adarê li tevahî jinên cîhanê pîroz kir û wiha got: “Dîroka jinan xwedî têkoşîn û berxwedanê ye. Di civaka xwezayî de jin xwedawend û afrîner dihatin dîtin heya serdema Sumeran, bi derketina zihniyeta baviksalarî rastiya jinan hat windakirin. Li hemberî vê zihniyetê têkoşîn û berxwedana jinan ji her pêkhateyê di dîrokê de heya roja îro berdewam dike. Zihniyeta desthilatdar bi riya jinan civakê kir koleyê hişmendiya xwe. Mafên jinan di hemû qadên jiyanê de hatin qedexekirin û civak di nava tarîtî, zulm û zordariyê de ma. Ji bo ku ev tarîtî, zulm û zordarî were rakirin, li bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şoreşê bi pêşengiya jinan dest pê kir. Têkoşîna jinan a li hemberî vê zihniyeta paşverû, bi salan e berdewam dike û heya gihîşt vê astê jinan gelek bedelên giran dan. Lewma avakirina Sûriyeya azad û demokratîk em erka xwe ya sereke dibînin. Em siyasetên qirker û koletiyê ku li dijî jinan tên meşandin şermezar dikin û bang dikin ku bi zindîkirina ruhê jinên kedkar em bi hev re Sûriyeya bi hişmendiya azad ava bikin.”
Mijara duyemîn a bi sernavê ‘destkeftiyên jinan di Şoreşa Rojava de’ ji aliyê hevseroka desteya karûbarên civakî ya Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyeyê Meryem Îbrahîm ve hat birêvebirin. Meryem Îbrahîm tekez kir ku destkeftiyên Şoreşa Rojava bi ruhê têkoşîna şervanên YPJ’ê hatiye bidesxistin û wiha anî ziman: “Dema em behsa destkeftiyan bikin divê em behsa şervanên YPJ’ê bikin. Di Şoreşa Rojava de YPJ’ê rê li ber hemû destkeftiyan vekir. Destpêkê hişmendiya baviksalarî ku jinan weke şervan nabîne şikand û dest bi şikandina hemû qeyd û bendên koletiyê kir. Hêza YPJ’ê li hemberî hêza ku cîhan hemû jê ditirse, li dijî DAIŞ’ê şer kir.”
‘Piştî 5 hezaran salan bi pênûsa jinan Hevpeymana Civakî hat nivîsandin’
Mijara dawî ya komxebatê bi sernavê ‘Rola jinan di siyaseta demokratîk de ji aliyê hevseroka mekteba têkiliyên dîplomatîk a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Sema Begdaş ve hat dayîn û wiha got: “Rola jinan di siyaseta demokratîk de girîng û pêwîst e tecrubeya jinan li bakur û rojhilatê Sûriyeyê divê esas were girtin. Sedsala azadiya jinan bingeha xwe ji bîrdoziya azadiya jinan digre lewma bi vê bîrdoziyê dê Sûriyeya demokratîk bi pêşengiya jinan a di qada siyasî de were avakirin. Em jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi berpirsyariyeke mezin û dîrokî re rûbirû ne. Ji ber ku xeter li ser jinan û pêkhateyên li Sûriyeyê heye. Piştî 5 hezar salan îro, jin li bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zagonên xwe, hevpeymana civakî ya jinan bi pênûsa xwe dinivîsînin. Ev gavên girîng û pîroz in lewma gere em hemû bibin dengê vê şoreşê, di aliyê birêxistinbûyînê de em stratejîk bin. Di vê pêvajoyê de redkirina rola jinan di avakirina Sûriyeya nû de nayê qebûlkirin. Li beramberî van planan yekitiya jinên Sûriyeyê pêwîst e, bi pêşxistina rêbazê demokratîk ji bo ku em bigihîjin jinên li Sûriyeyê. Ji ber ku gelek plan û şerê taybet li dijî yekitî û hevgirtina pêkhateyan tê meşandin. Gere em ji van planan re bibin bersiv.
Komxebat bi nîqaşên li ser rizgariya jinan, ji hişmendiya baviksalarî ku civakê ber bi tunekirinê ve dibe û girîngiya nivîsandina destûra Sûriyeyê bi pênûsa jinan bi dawî bû.