Bijîşkên Sînornenas: Li Ûmrana Yemenê rêjeya birçîbûnê zêdetir dibe
Rêxistina Bijîşkên Sînornenas ragihand ku ji ber têkçûna fînansmana alîkariyê û qedexeyên Hûsiyên ku gihandina alîkariyê asteng dikin, li bajarê Ûmranê 599 bûyerên kêmxwarina ji nişka ve ‘SAM' hatine tomarkirin.
Navenda Nûçeyan – Bajarê Ûmranê jî, mîna bajarên din ên Yemenê, di bin kontrola Hûsiyan de ye. Li bajêr, ji ber kêmbûna fînansmana navneteweyî ya ji bo alîkariyê, rewşa mirovî ya xirab derketiye holê. Ev yek jî dibe sedema karesateke tenduristiyê ya berfirehtir. Her wiha saziyên bijîşkî nikarin bi hejmara zêde ya mirovên kêm tiştan dixwin re mijûl bibin.
Zarok bi krîza birçîbûnê re rû bi rû ne
Rêxistina Bijîşkên sînornenas duh eşkere kir ku gelek zarokên ku li bajarê Ûmran a bakurê Yemenê dijîn, di nav çar mehên pêşîn ên salê de kêm xwarin dixwin û ev alozî du qat zêde bûye. Rêxistinê destnîşan kir ku ev jî nîşaneyeke xeternak a rewşa tenduristî û mirovî ya xirab li bajarê di bin kontrola Hûsiyan de ye.
Rêxistinê her wiha ev agahî dan: “Di navbera meha Çile û Nîsana sala borî de, 599 zarokên ku ji kêmxwarineke giran a ji nişka ve (SAM) û tevliheviyên tenduristiyê, birine Nexweşxaneya El-Selam li Navçeya Xemir ya li Parêzgeha Ûmranê. Ev hejmar li gorî heman serdema par, ji sedî 48 zêdetir bûye.”
Rewşa awarte
Rêxistinê zêde kir ku tenê di Nîsana borî de, hejmara nexweşên hatine qebûlkirin zêdebûnek di asta metirsîdar de çêbûye û wiha domand: “Hejmara nexweşan derketiye 247’an. Ev hejmara li gorî Nîsana sala borî 163 nexweş bûn, ev yek bû sedem ku nexweşxaneya ku ji hêla rêxistinê ve tê destekkirin, kapasîteya xwe ji 21 nivînan derxe 36 nivînan, di heman demê de planeke awarte amade dike da ku kapasîteyê bighîne 81 nivînan da ku bi herikîna zêde ya rewşên krîtîk re mijûl bibe.”
Rewşa bi hezaran zarokan li Yemenê di xeterê de ye
Rêxistinê hişyarî da ku hilweşîna fînansmana alîkariya mirovî û girtina gelek cih û bernameyên xwarinê, jiyana bi hezaran zarokên Yemenî, bi taybetî li deverên di bin kontrola Hûsiyan de dike xeterê. Rêxistinê wiha got: “Ger ku ew ji dermankirin û lênêrîna tenduristiyê ya pêwîst bêpar bimînin, xeter zêde dibe. Ev zêdebûna metirsîdar a rêjeyên kêmxwarinê li Ûmranê bi berdewamiya ferzkirina sînorkirinên ên giran li ser çalakî û bernameyên rêxistinên navneteweyî ji aliyê Hûsiyan ve zêdetir de pêk tê. Di nav de astengiyên îdarî û destwerdanên meydanî yên ku rê li ber pêkanîna kampanyayên xwarin û lênihêrîna tenduristiyê û bernameyên bersiva awarte digirin hene. Ev jî wekî ji hêla raporên dubare yên NY’yê û mafên mirovan ve hatine piştrastkirin.”
Xebatkarên mirovî bawer dikin ku qedexeyên ku ji aliyê Hûsiyan ve hatine ferzkirin rasterast bûne sedema lawazbûna şiyana rêxistinan a ji bo gihîştina komên herî hewcedar. Xebatkar diyar dikin ku di demekê ku xizanî û birçîbûn ji ber hilweşîna aborî û berdewamiya şer belav dibe de, bi taybetî zarok û jin di bin bandora van astengkirinan de dimînin.