Bijîşk Gulnaz Naraqî sewqî girtîgeha Qerçek hate kirin

Bijîşk Gulnaz Naraqî ya ku ji 13’ê Çileyê ve heta niha li Tehranê di bin çavan de bû, piştî du hefteyan tu agahî jê nedihat girtin, sewqî girtîgeha jinan a Qerçekê hat kirin.

Navenda Nûçeyan- Li gorî raporên hatine weşandin, bijîşk Gulnaz Naraqî ya 37 salî ku di 13’ê Çileyê de li Tehranê hat binçavkirin, nêzî du hefteyan jê tu agahî nehat girtin, sewqê girtîgeha jinan a Qerçekê hatiye kirin.

Li gorî raporan, rewşa tenduristiya Gulnaz Naraqî nebaş e, şertên tê de tê girtin di nava malbata wê de bûye sedema fikaran. Tevî vê jî heta niha malbata wê der barê rewşa wê ya tenduristiyê, pêvajoya hiqûqî ya dosyayê û şertên di girtîgehê de tê girtin de tu agahiyek zelal negirtiye.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku bijîşk Gulnaz Naraqî ya 37 salî, li nexweşxaneya Haşimî Nejad û Şehiday-i Tecrîş dixebitî û di 13’ê Çileyê de li mala xwe hatibû binçavkirin.