Bijîşk Faten Hîlal a hewil da alîkariya mirovî bike hate qetilkirin

Bijîşk Faten Hîlal ya ji bo alîkariya mirovî diçû nexweşxaneyê, di encama pevçûnên li bajarê Suweydayê ya Sûriyeyê de, jiyana xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan – Li bajarê Suweyda yê başûrê Sûriyeyê ku piraniya niştecihên wê Durzî ne, di navbera şervanên herêmî û komên girêdayî rêveberiya demkî ya cîhadîst a HTŞ’ê de şer berdewam dike. Çavkaniyên herêmî, ragihandin ku di encama pevçûnên li Suweydayê de Bijîşk Faten Hîlal jî di nav de dehan kes hatin qetilkirin û ji bo lêpirsîn û hesabdayîna van êrîşan bang hate kirin.

Li bajarê Suweyda yê Sûriyeyê bi rojan e ji ber bûyerên ku ji ber revandina bazirganek li ser riya Şam-Suweydayê, dest pê kirin, pevçûn didomin. Di encama pevçûnê de bi dehan kes jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn û hejmarek zêde malbat jî neçar man ji herêmên pevçûnê derbikevin.

Ji ber sedema nebûna saziyên dewletê alozî û kaosa ewlehiyê kûrtir bû. Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, ji herdu aliyan sivîl û şervan jî di nav de 130 jiyana xwe ji dest dan. Her wiha di gundên ji pevçûnan bandorbûyîn de gel neçarî dibe koçber bibe û gelek kes jî birîndar bûn.

Li Bajarê Suweydayê îro ji saet 08:00’ê siharê ve qedexeya derketina derve hat îlan kirin. Her wiha di navbera rûspiyên Suweyda û nûnerên Rêveberiya demkî ya Sûriyeyê de ji bo mîsogerkirina agirbestekê hevdîtin jî destpêkir.