‘Bihêzkirina jinan ji bo avakirina Sûriyeyê alternatîfek stratejîk e’

Nûnerên pêkhateyên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destnîşan kirin ku bihêzkirina jinan, ji bo teşekirina peymana civakî ya Sûriyeyê derfetek mezin e û banga beşdariya li qonaxên biryardayînê li jinan kirin.

ESMA MIHEMED  

Qamişlo – Piştî dehsalan têkoşîn û amadekariya rewşenbîrî-siyasî, jin ji derdorî ber bi navenda qada giştî ve çûne. Jinan ev yek, bi stendina hêza ji avahiya rêxistinî ya ku ji hêla Kongra Star ve hatî damezrandin û vîzyona rewşenbîrî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dest xistine.  

Ev bihêzkirin qadên siyasî, îdarî, leşkerî û civakî digire nav xwe û destnîşan dike ku bêyî beşdariya çalak a jinan tu destûr an projeya neteweyî ya pêşerojê nikare were damezrandin. Ji ber ku ew stûnek bingehîn a rêveberiya demokratîk a dadperwer, parastina pirrengiyê û mîsogerkirina mafên hemî welatiyan e.  

Bandora li ser pêvajoya veguherînê  

Endama Koordînasyona Kongra Star Kilistan Kelo, diyar kir ku ji destpêka Şoreşa Rojava ve, jin di veguherîna siyasî û civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hêza herî zindî û bibandor bûne. Kilistan got ku hebûna wan ne demkî an sînordar e, li ser bingeha zêdetirî 50 salan têkoşîna li seranserê Kurdistanê ye û wiha domand: “Jinên Kurd di rêberî û rêxistinê de bûne navenda sehneyê. Ew beşdarî avakirina hişmendiyek kolektîf a nû bûne ku têkiliya di navbera civak û hêz, azadî û berpirsiyariyê de ji nû ve pênase dike. Damezrandina Kongra Star di sala 2005’an de, di warê rêxistinkirina jinan de xalek werçerxê bû. Ew veguherî çarçoveyek berfireh ku perwerdehiya rewşenbîrî û siyasî ji bo jinan peyda kir û torên piştgiriya civakî ava kir. Vê avahiya rêxistinî hişt ku jin kêliya şoreşgerî bigirin. Bi bawerî û biryardarî derketin kolanan, mafên xwe xwestin û jêhatîbûna xwe di siyaset, rêveberî û parastinê de nîşan dan.”  

Ji pozîsyonek pasîf ber bi pozîsyonek çalak û bi bandor ve  

Kilistan Kelo da zanîn ku ev veguherîn ji vîzyona rewşenbîrî ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye serbixwe nebûye û destnîşan kir ku ev vîzyon, rizgariya jinan kiriye navenda projeya rizgariya civakî. Kilistan Kelo diyar kir ku rizgariya civakê bi rizgariya jinan dest pê dike û wiha pê de çû: “Her avahiya desthilatdariyê ya ku jinan ji holê radike, otorîterîzmê bi awayên cûda diafirîne. Felsefeya neteweya demokratîk û hevserokatiyê jinan ji derdorî ber bi navenda biryardanê ve bir. Ji pozîsyoneke pasîf ber bi pozîsyoneke çalak û bi bandor ve bir.”  

‘Hebûna jinan çandeke diyalog, hevsengî û berpirsiyariya hevbeş xurt dike’  

Li gorî Kilistan Kelo, bi hezaran jin di saziyên sivîl û leşkerî de postên serokatiyê digirin û beşdarî şekildana polîtîkayên giştî li gorî prensîba hevkariya wekhev dibin. Kilistan got ku ev ‘veguherînek avahîsaziyê di xwezaya mekanîzmayên hêz û rêveberiyê de’ nîşan dide û wiha pê de çû: “Ev hebûn li ser bingeha pergaleke perwerdehiyê ya berfireh di akademiyên pispor de ye. Armanc dike ku jêhatiyên serokatiyê bipêş bixe û hişmendiya siyasî û qanûnî kûr bike. Ev yek bûye sedema nifşek nû ya jinên ciwan ku li zanîngehên Rojava hatine perwerdekirin. Ev jin, dikarin projeyê bi vîzyonek hemdem û berpirsyar bimeşînin.”  

‘Hebûna jinan çandeke diyalog, hevsengî û berpirsyariya hevbeş ava dike’  

Kilistan Kelo balkişand ser bandora ezmûna Rojava ku sînorên erdnîgarî derbas kiriye û nirxandinên xwe bi vê mînakê domand: “Di nav Sûriyeyê de, bi taybetî jî di serdema zêdebûna daxwazên ji bo nenavendîbûnê de, eleqeyek berfireh bi dest xistiye. Dûrxistina jinan ji mekanîzmayên biryardayînê, dibe sedema nehevsengiyên kûr. Ferasetek yekreng û serdest a mêran, pevçûnan diafirîne û mantiqa hegemonyayê geş dike. Lê hebûna jinan çandeke diyalog, hevsengî û berpirsyariya hevbeş ava dike. Jinên Kurd, Ereb û Suryan bi salan bi pergalên civakî û çandî re rû bi rû mane ku rolên wan kêm kirine. Lê wan bi şoreşek kûr a rewşenbîrî û rêxistinî bersiv dane van dijwariyan. Bi hezaran şehîdan feda kirine û bingehên qonaxek nû ya hişmendiya civakî danîne.”  

‘Jin ne hevkarên duyemîn in, bingeha rastîn a avakirina civakê ne’  

Kilistan Kelo destnîşan kir ku jinên Kurd îro bûne sembola gerdûnî ya jina azad û wiha domand: “Tevlêkirina mafên jinan û prensîba hevserokatiyê di her destûra bingehîn a Sûriyeyê ya pêşerojê de, ne daxwazek komî ye. Ji bo avakirina pergalek demokratîk a piralî pêdiviyek neteweyî ye. Jin ne hevkarên duyemîn in, bingeha rastîn a avakirina civakê ne. Aramî û pêşeroja Sûriyeyê rasterast bi hêzdarkirina jinan û beşdariya wan a tevahî ya di pêvajoyên biryardayînê de ve girêdayî ye. Jin bi biryar in ku ezmûnên xwe kûrtir û bipêş bixin û dengê xwe bi jinên li Sûriyeyê û cîhanê re bikin yek. Ji bo pêşerojek ku rûmeta mirovan tê parastin û maf li ser bingeha wekhevî û edaletê têne garantîkirin.”  
Kilistan Kelo diyar kir ku rêya ber bi Sûriyeyeke modern û demokratîk ve, di bihêzkirina jinan û sazûmankirina hebûna wan a di hemû warên jiyanê de ye û nirxandina xwe bi van gotinan bidawî kir: “Welat dê di bin pêşengiya jinan de wekî parêzvanên nirxên azadiyê yên welêt û nûnerên guhertinê were avakirin.”  

‘Beşdariya jinên hemû pêkhateyan mafên wan mîsoger dike’  

Hevseroka Partiya Yekîtiya Suryan  Şemîram Denho ya Suryan jî, bal kişand ser rola jinên Suryan a di dîrokê de. Şamîram destnîşan kir ku jinên Suryan  di parastina mafan û parastina nasnameya neteweyî de hêzek bingehîn bûne û got ku vê rola xwe hê jî didomînin. Samîran diyar kir ku hebûna wan di siyaset, rêveberî û civakê de ji bo avakirina demokrasiya berfireh û bidestxistina hevkariyek rastîn a di navbera hemû pêkhateyên civakê de, girîng e.  

Samîram Denho da zanîn ku beşdariya jinên ji hemû pêkhateyan - Kurd, Ereb û Suryan -, parastina pirrengiya çandî, civakî û siyasî û garantiya wekhev a mafên hemû kesan" mîsoger dike. Samîram got ku ev yek Sûriyeyek piralî ya li ser bingeha edalet û wekheviyê xurt dike, nirxên hevkarî û jiyana aştiyane xurt dike. Samîram Denho bal kişand ser zextên civakî û ewlehiyê yên berhevkirî yên ku jinên Suryan di salan de pê re rû bi rû mane û diyar kir ku jinan bi rêxistinkirin, bilindkirina hişmendiya xwe, xurtkirina xebata kolektîf û domandina hebûna xwe ya çalak, di hemû warên jiyanê de hemû astengiyan derbas kirine. Samîram anî ziman ku hebûna jinan êdî ne tenê sembolîk e û wiha domand: “Ew veguheriye bandorek berbiçav ku rasterast bi hêza rastîn, avahiya rêxistinî û kapasîteya biryardayîna baş ve girêdayî ye.”  

‘Nenavendîbûna demokratîk mafên jinan mîsoger dike’  

Samîram Denho diyar kir ku nenavendîbûna demokratîk, xwerêveberî û temsîliyeta herêmî ya dadperwer, amûrên bingehîn ên ji bo mîsogerkirina mafên jinan û pêkhateyên xwecihî ne û wiha got: “Ev yek dihêle ku jin mafên xwe biparêzin, bi bandor beşdarî biryarên diyarkirina çarenûsê bibin û polîtîkayên civakî bicîh bînin. Bi vî rengî edaletê mîsoger dikin, cihêrengiya çandî û civakî diparêzin, domdariya jiyana hevbeş garantî dikin û pêşî li her cûre dûrxistin û marjînalîzekirinê digirin. Zexta civakî û beşdariya giştî ya bi bandor, xeta yekem a parastinê ji bo mafên jinan û hemû pêkhateyan e. Nûnertiya rastîn û bi bandor a jinan di danûstandin û biryardanê de, garantiya bingehîn a aramiya Sûriyeyê, edalet, wekhevî û parastina mafên hemû pêkhateyan e.”  

‘Rolek rastîn û bingehîn a jinê hebe, Sûriye dê bibe dewletek ku rêzê li hemû pêkhateyan digre’  

Samîram Denho di berdewama axaftina xwe de bang li jinên Sûrî yên ji hemû komên pêkhateyan kir û wiha got: “Di pêvajoyên biryardanê de bibin şirîkek bingehîn û bibandor. Deng û mafên xwe biparêzin. Ji bo Sûriyeyek dadperwer û piralî, bi hev re bixebitin. Rola ku hûn îro digirin ser xwe, dê civaka sibê diyar bike. Dema ku rolek rastîn û bingehîn a jinê hebe, Sûriye dê bibe dewletek ku rêzê li hemû pêkhateyên xwe digire, derfetên wekhev pêşkêş dike, jiyana hevbeş xurt dike û aramiya civakî û edaleta civakî mîsoger dike. Hêzdarkirin û xurtkirina jinan ne alternatîfek siyasî ya berevajî ye. Ew ji bo avakirina Sûriyeyek piralî, ferzek neteweyî ya stratejîk e. Parastina nasnameya çandî ya hemû Sûriyan û mîsogerkirina aramiya civakî-siyasî, vîzyonek zelal ji bo pêşeroja Sûriyeyek bihêz, aram û cihêreng nîşan dide.”