‘Bi yekitiyê em dikarin Sûriyeyê ji dagirkeriyê rizgar bikin’

Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM Remizya Mihemed, têkildarî seferberiya ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didome axivî û got: “Bi yekitiyê em dikarin Sûriyeyê ji dagirkeriyê rizgar bikin û sîstemeke ne navendî û rengîn ava bikin.”

ZEYNEB ÎSA

Qamişlo- Endamên rêveberiya Kantona Cizîrê, partiyên siyasî, tevgerên jinan û saziyên civakî tevlî seferberiya ku Rêveberiya Xweser a herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di 1’ê Kanûna 2024’an de ragihandin bûn. Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk Tev Dem Remziya Mihemed têkildarî seferberiya ku hê jî di hemu qadan de didome axivî. Remziye Mihemed bal kişand berxwedaniya ku bi pêşengiya jinan didome û got ku bi yekîtiyê dikarin tevahî Sûriyeyê ji dagirkeriyê rizgar bikin.

‘Em bi şervanên xwe re ne’

Remziya Mihemed behsa tevlîbûna xwe ya ji bo seferberiyê re kir û wiha got: “Li gorî pêngava ku Rêveberiya Xweser ragihandibû em tevlî seferberiyê bûn. Ji bo tevlîbûn û destekdayîna şervanan û mezinkirina hêza me ya QSD’ê. Dema ku ev pêngav hat ragihandin bi hejmarekî zêde ji herêma Cizîrê em tevlî bûn. Bi tevahî pêkhateyên xwe Kurd, Ereb û Suryan, saziyên Rêveberiya Xweser her wiha Tevgera Civaka Demokratîk û Kongra Star, partiyên siyasî wek erkekî li ser milên me hat dîtin bi vî rengî bi daxuyaniyekê li bajarê Qamişlo hat ragihandin û em tevlî bûn. Em hemû kesên ku tevlî bûn, me berê xwe da çeperên şer û qadên weke Kobanê, Tebqa, Reqa û Dêrazorê ji destek û piştgiriyê bidin şervanên QSD’ê. Ji bo ku şervanên me jî bizanibin em weke gel bi şervanên xwe re ne û çi dema bê xwestin em amade ne.”

‘Em ji mirinê mezintir in’

Remziya Mihemed bal kişand ser berxwedana şervanên QSD’ê, YPJ’ê û YPG’ê di çeperên şer de û wiha berdewam kir: “Şervan parastina civak, welat û nirxên şoreşa xwe dikin, ew gelek bi nirx û pîroz in, rûmete me ne. Bi salan e van şervanan nirxên şoreşa xwe diparêzin. Ev şervan ne tenê ji bo kesayetên xwe derbasî xeta parastinê bûne ji bo tevahî civaka xwe di vê xetê de ne. Ji bo ku gelê xwe ji dagirkeriyê  û çeteyên weke DAIŞ’ê û dewleta Tirk a dagirker biparêzin. Dema ku civîn tê çêkirin di civînê de dibêjin; ‘em li pişta şervanên xwe ne em QSD ne.’ Di wir de hêzeke din û xurtir ji şervanan re tê çêdibe. Dema ku bav û kurê xwe herdû di eniyekî de parastinê dikin hêzeke mezin ji hev digrin. Niha li Bendava Tişrînê şervan parastinê dikin gelê me jî piştgiriya wê parastinê dike û dibêjin em ê bi hev re li hemberî van êrîşan bisekinin. Gel li hemberî êrîşan helwestên xwe didin diyarkirin ji tang û topan re dibêjin na û dibjin em ji mirinê mezintir in. Bi rastî ev hestên ku li tu welatan nehatine jiyîn, li vir em dibînin. Em li gelek deran dibînin ku şer hatiye meşandin li ser gelan bi taybetî gelên bindest. Em dibînin ku dema şerê navxweyî di nav civakan de derdikeve hemû siyasetên dijmin in û siyasetên dagirkeriyê ne lê weke pêkhateyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hev re parastina şoreşê û nirxên şoreşa xwe nekirine.”

‘Em ê Sûriyeya rengîn ava bikin’

Remziya Mihemed, gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Ev bangawazî û seferberiya ku çêbûye li siyasetên navneteweyî li hemberî gelên Bakur û Rojhilatên Sûriyeyê ye. Dema ku civak hemû xwe bike yek û her kes berpirsyariya xwe ji bo parastina welatê xwe bigre ser xwe, wê bikaribe vî şerî bide sekinandin. Çiqas em li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê bikaribin aramiyê çêbikin, em ê ewqas bikaribin yekitiya xwe çêbikin. Weke rêxistinên jinan, rêxistinên ciwanan û tevahî saziyên heyî divê em yekitiya xwe çêbikin. Bi yekitiyê em dikarin Sûriyeyê ji dagirkeriyê rizgar bikin û sîstemeke ne navendî û rengîn ava bikin. Gelê me bi hemû pêkhateyên xwe hemû tiştî dide, bi bedelên mezin berxwedaniyeke raber dike. Em ê tu carî binkeftinê qebûl nekin her dem wê serkeftin û azadî ji bo demokrasî û aştiyê para me be.”