Salvegera serhildana 12’ê Adarê bi daxuyaniyan hat bibîranîn
Meclîsa Bajarê Til Temir ê Kantona Cizîrê û Meclîsa Gel a Qamişloyê li ser 22 saliya serhildana 12’ê Adara 2004’an daxuyanî dan û bal kişandin ku ruhê 12’ê Adarê û 19’ê Tîrmehê divê bi mafên gelê Kurd ên di destûra Sûriyeyê de tacîdar bibe.
Til Temir – Ji ber gurkirina kaos û nijadperestiya nefretê ji aliyê rejîma Baasê ve, di 12’ê Adara 2004’an de serhildan li Qamişloya Rojavayê Kurdistanê destpê kir. Alîgirên Tîma Fitiwê li dijî Tîma Cîhad dest bi êrîşan kirin û di encamê de bi dehan ciwanên Kurd hatin qetilkirin.
Di 22’yemîn salvegera serhildana 12’ê Adarê de Meclîsa Bajarê Til Temirê bi beşdarbûna jinan û partiyên siyasî yên Kurd, li Meclîsa Malbatên Şehîdan daxuyaniyek da.
Daxuyanî ji alî endama Meclîsa Bajar Nalîn Sîdo ve hat xwendin.
Di destpêka daxuyaniyê de çawanî û sedema çêbûna serhildanê hat vegotin û wiha domiya: “Serhildana 12’ê Adara 2004’an, ji ber gurkirina kaos û nijadperestiya nefretê ji aliyê Partiya Baasê ve çêbû. Ev bertekek li hemberî serhildana gelê Kurd li Başûr Kurdistanê û bidestxistina mafên avakirina sîstema federal a li Iraqê bû. Partiya Beasê ji bo gurkirina tundiyê di navbera alîgirên tîma Fitiwa û tîma Cîhad de li Qamişloyê, xebitî. Alîgirên Fitiwayê ji kêliya ku ji Hesekê derbas bûn, nehatin kontrolkirin, li dijî sembolên Kurdî dirûşm û heqaret qîr kirin, wêneyên Sedam Huseyîn bilind kirin. Di encama vê kaosê de, gelek niştecihên Qamişloyê, şehîd bûn.”
Di berdewamiya daxuyaniyê de refleksa gelê Kurd hat bibîrxistin û wiha hat gotin: “Gel zarokên xwe parast, ev yek bû sedem ku rayedarên Beasê çekên agir bikar bînin. Di encamê de bi dehan ciwan şehîd bûn. Ev yek bû sedem ku gelê Kurd li hemû bajarên Kurdan, ji Dêrikê heta Efrînê, li dijî pratîkên Beasê serî hilde û serhildan belavî Şam, Heleb û bajarên din bû, gihîşt welatên Ewropayê jî.”
Di dirêjahiya daxuyaniyê de bandora serhildana 12’ê Adarê li ser Şoreşa 19’ê Tîrmehê wiha hat vegotin: “Vê serhildanê bingeha avakirina Rêveberiya Xweser li ser bingeha prensîba biratiya gelan û avakirina Meclîsa Demokratîk a Sûriyeyê (MSD) û Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê (QSD) ava kir. Ev hêviyên ji bo rizgarkirina Sûriyeyê ji dîktatoriyê û avakirina pergalek demokratîk û sivîl û destûrek bûn. Lê belê piştî hilweşîna rejîma Beşar Esed, hevkariya dewletên otorîter û dîktator eşkere bû. Van dewletan xwestin avakirina Sûriyeya demokratîk û destûrek ji bo hemû pêkhateyên gelê Sûriyeyê asteng bikin. Li herêma peravê, Suweyda, Şêx Meqsûd û Eşrefiyê, di encama komploya van hêzên hegemonîk ên ku çarenûsa gelan li çar aliyên cîhanê kontrol dikin de komkujî pêk hatin.”
Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Tevgera me dê lêgerîna ji bo avakirina Sûriyeya ji bo hemû gelên wê bidomîne. Em ê bi ruhê serhildanên 12’ê Adarê û 19’ê Tîrmehê, ji bo bicihkirina mafên gelê Kurd û hemû pêkhateyên din di destûra Sûriyeyê de, têbikoşin. Em ê bi hemû hêza xwe, bi rêberiya raman û felsefeya Rêber Apo û berdewamiya riya şehîdan têbikoşin. Em ê edalet û maf ji bo gelê xwe bi dest bixin.”
Qamişlo:
Meclîsa Gel a Qamişloyê salvegera 22’yemîn a Serhildana Qamişlo ya 12` ê Adara 2004`an, bi daxuyaniyekî bi bîr anî.
22’yemîn salvegera Komkujiya Qamişloyê ku di 12`ê Adara 2024`an de ji aliyê hikûmeta Şamê ve pêk hat di encamê de nêzî 38 ciwanên Kurd di nav de zarok jî bebûn hatin qetilkirin her wiha bi dehan bi daxuyaniyek ji aliyê Meclîsa Gel a Qamişloyê ve li Stadiyûma Şehîdên 12` Adarê ya bajarê Qamişloyê hat bibîranîn. Bi sedan ji şêniyên bajêr, nûnerên Rêveberiya Xweser, rêxistin û tevgerên jinan, Meclîsa Malbatên Şehîdan, saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî û tîmên spore di daxuyaniyê de amade bûn.
Piştî deqeyek rêzgirtinê li ser navê Meclîsa Gel a Qamişloyê Henan Ehmed daxuyanî hat xwendin û wiha hat gotin:
Îro salvegera 12`ê Adarê ye, rojek ku di bîra gelê Kurd û hemû gelên Sûriyeyê de hatiye nivîsandin e. Di vê rojê de di sala 2004’an de, rejîma Baasê li bajarê Qamişloyê sûcekî din li dijî gelê me kir. Bi guleyên zindî êrîşê sivîlên bêçek kir, di encamê de bi dehan kes şehîd bûn bi sedan kes jî birîndar bûn hatin girtin. Ev komkujî ne bûyerek tenê bû, lê belê encama polîtîkayên dûrxistin û zordariyê bû ku rejîma Beasê bi dehan salan li dijî gelê Kurd domand. Ji înkarkirina nasnameya wan heya bêparhîştina ji mafên wan ên bingehîn û hewldana guhertina pêkhateya demografîk a herêmên me.
‘12’ê Adarê bûye sembola têkoşîna gelê me ji bo edalet naskirin û mafê jiyana azad li ser axa xwe’
Xwîna şehîdên 12’ê Adarê bû agirê berxwedanê û bajarên Kurdan Cizîr, Kobanê û Efrîn ji bo parastina rûmet û azadiyê rabûn ser piyan. Ji wê rojê ve, 12ê Adarê bûye sembola têkoşîna gelê me ji bo edalet, naskirin û mafê jiyana azad li ser axa xwe. Îro piştî ketina rejîma Baasê û bidawîkirina serdemeke dirêj a zordarî û zulmê, em li ber qonaxeke dîrokî ya nû ne. Ev qonax daxwaz dike ku em hemû – Kurd, Ereb, Suryan, Asûr û pêkhateyên Sûriyeyê – bi hev re bixebitin da ku Sûriyeya demokratîk li ser bingeha naskirina maf, edalet û wekheviyê ava bikin.
‘Bicihkirina mafên neteweyî yên gelê Kurd’
Di vê salvegerê de, em bi rêzgirtineke mezin giyanê şehîdên serhildana 12’ê Adarê û hemû şehîdên azadiyê di Sûriyeyê de bi bîr tînin û tekez dikin ku xwîna wan vala naçe. Her wiha soza xwe ya ji bo berdewamkirina têkoşîna siyasî û demokratîk dubare dikin. Avakirina pergala demokratîk ne-navendî mafên hemû pêkhateyan biparêze. Salvegera 12’ê Adarê ne tenê bîranîneke bi eş e, di heman demê de bîranîneke îrade û berxwedanê ye. Îradeya gelekî ku rê neda neheqiyê û biryar da ku dîroka xwe bi destên xwe binivîsîne.