Bi sedan name û daxwazek - BEŞA 2
Di sedan nameyên ku hatine nivîsandin de, tenê daxwazek heye. Di hemû nameyan de hevokên “Ez dixwazim Rêber Apo bibînim”, “Ez dixwazim Rêber Apo azad bibe û were Şengalê”, “Min di xewna xwe de didît tu dihatî ser çiyayê Şengalê” hene.
GULISTAN EZÎZ
Şengal – Vê carê dayê Deysûn Şengalî, Gulistan Xêrî, Daliye Şemo, Bêrîvan Hiso û gelek jinên din bi nameyên xwe bûn mêvanên me. Hilbijartina nameyan zahmet e. Ji ber gelek êşên hevpar hene, hatine nivîsandin. Dîsa gelek xweşiyên hevpar jî hene ku dixwazin parve bikin.
Mekan Şengal e. Ew Şengala ku 2014’an de rastî êrîşên hovane yên DAIŞ’ê hat. Di ser re 12 sal derbas bûn. Ger rojek berê we ket vê derê hûn ê bibînin ku wê ev birîn zû zû qalik negire. Tevî vê yekê jî jinên Êzidî bi xêra fikir û pergala Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nasname, bawerî û çanda xwe dijîn. Wefadariya wan a ji bo Rêberê Gelê Kurd Ocalan heye. Bi sedan jinên Êzidî jê re name nivîsandine.
‘Hêviya min mizgîniya azadiya Serokê me ye’
Hezkirin hesta herî nebe nabe ya gerdûnê ye. Dema dûrbûn dikeve navberê, li kêleka hezkirinê hesret jî li ser zêde dibe. Gulistan Xêrî bi bihîstina silavên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelek kêfxweş dibe û bi berdewamî dibêje: “Silavên Serokatî li ser herdu çavan. Hêviya min ew e di zûtirîn demê de mizgîniya azadkirina Serok ji me re bê.”
‘Em spasdarên te ne’
Dixwaze ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bahsa zehmetiyên xwe bike dayê Daliye Şemo. Însan ji nêzên xwe re xweşî û nexweşiyên xwe dibêjin. Dayê Daliye jî difikire ku wê Rêberê Gelê Kurd Ocalan li wê guhdar bike û dibêje: “Wek jinên Êzidî ne demek dirêj e me fikrên te nas kiriye lê guherînek mezin bi me re çêbû. Em Êzidî di gelek zehmetiyan re derbas bûne. Bi taybetî jin, bi nasîna fikrên te me ew curet bi xwe re dît ku em dengê xwe derxin û êşên xwe vebêjin. Ev tiştekî girîng e ji bo me. Ne tenê weke jinên Şengalê, wek hemû jinên cîhanê em spasdarên te ne ku te wecîbeyeke giran daye ser milên xwe. Bi hêviya azadiya te.”
Deysûn Şengalî ji Çilmêran e ku noqteya herî bilind a Şengalê silav ji Rêberê Gelê Kurd Ocalan re dişîne û dibêje: “Ji çiyayê Derwêş û Edûlê em we silav dikin. Bi fikrên we yên azad ev gel bû xwedî îrade. Ji tunebûnê ber bi azadiyê ve diçe. Ez weke Êzidiyek rexnedayîna xwe didim, li hemberî şehîdan û li hemberî we. Li gel silav û hezkirinên bêdawî.”
‘Te piştgiriya keç û jinên me yên Êzidî kir’
Bêrîvan Heso girêdana xwe ya bi fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re aniye ser ziman û dibêje: “Em gelek girêdayî fikrên te yên azad û serbixwe ne. Gelek spas ji bo piştgiriya te ya ji bo keç û jinên civaka me ya Êzidî. Jin gelek zehmetiyan dikşînin di jiyanê de. Gelek hesteke taybet e ku zilamek ji êş û zehmetiyên jinan fêm dike û li azadiya wan digere. Bi sedan keç û jinên Şengalê spasdarên te ne. Çendî kêm jî be fikir û felsefeya te guherînek di jiyana me de çêkiriye. Hêviya azadiyê ji te re dixwazim.”
“Bila Serok Apo di demek nêz de were Şengalê”
Jiyan Şemo jî dixwaze di demek nêz de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were Şengalê û dibêje: “Ev daxwaza me gelê Êzidî ye. Em weke civaka Êzidî muhtacê Serok Apo ne. Serok Apo bi fikir û felsefeya xwe me azad kir, ji fermanê xilas kir. Ji bo me jinan bû riya xwe azadiyê.”
Nadîf Hecî Salih jî yek ji wan jinên Êzidî ye ku dixwaze Rêberê Gelê Kurd Ocalan bibîne da ku spasiya xwe rasterast jê re bike, ji ber ku wan ji fermanê rizgar kiriye û dibêje: “Ez li hemberî Rêber Apo deyndar im. Êdî em tecrîda li ser Serokatî qebûl nakin.”
‘Tiştê ku Rêber Apo ji bo me kiriye kesê nekir’
Daye Neam Xelef Qulo ji Şengal heta Îmraliyê silav, hurmet û hezkirinên xwe dişîne di nameya xwe de û wisa berdewam dike: “Em hemû bi saya Rêber Apo ji fermanan xilas bûn. Bi banga wî heval û gerîlayên PKK’ê bi hewara me ve hatin. Di dinyayê de kesek weke wî nîn e ku bahsa azadiya jinan dike. Jin bindest bûn, niha bi fikrên Rêber Apo fikrên jinan hene. Bi hêviya ku Serok Apo azad bibe û were çiyayê Şengalê. Em ê wê rojê bi kêfxweşiyeke mezin biçin wî pêşwazî bikin.”
DAWÎ...