Bi sedan kes li Şamê hikumeta demborî protesto kir
Bi sedan kesên ku li Qada Emewî ya Şamê kombûn, bi daxwaza demokrasî û mafê jinan hikumeta demborî protesti kir. Di çalakiyê de pankarta “Ger jin ne azad be welat jî azad nabe” hat vekirin.
Navenda Nûçeyan – 11 roj piştî ku rêxistina cîhadîst Heyet Tahrîr el-Şam (HTŞ) hikûmeta Baas li Sûriyê hilweşand, bi sedan kes, di nav wan de jin, li Qada Emewî ya Şamê çalakî kirin û daxwaza demokrasî û mafên jinan kirin.
Li gor nûçeya Ajansa Fransî (AFP) çalakgerên ku bi daxwaza demokrasî û mafê jinê hatin cem hev, li Qada Emewî ya Şamê dirûşmeyên weke “Em ne dewletek ol, dewletek demokratîk dixwazin”, “Sûriyek azad, pêşketî”, “Gelê Sûriyê yek e” berz kirin û pankartên “Ger jin ne azad be welat jî azad nabe” vekirin.
Fermanbera xanenişîn Macîde Muderês a ku beşdarî çalakiyê bûye ji ajanseke nûçeyan a Fransî re got: “Hem rola jin û hem jî ya mêr di avakirina Sûriyek nû de heye. Rola jina di siyasetê de gelek mezin e. Em ê bişopînin û tu helwestek li dijî jinê qebûl nakin. Demên bêdengbûna me derbas bû.”
Berdevkê rêveberiya siyasî ya Heyet Tehrî El Şam Ubeyde Arnaût di daxuyaniyeke çapemeniyê de li ser rola jinan di pêşeroja Sûriyeyê de gotibû, "Xwezaya fîzîkî, biyolojîk û derûniya jinan rê nade ku jin rolekê wekî wezîrên berevaniyê bilîzin.”
Li hemberî vê daxuyaniyê welatî, çalakgerên jin û mêr nerazîbûnên xwe nîşan dan.