‘Bi saya ragihandina azad deng û rengê civaka Êzidî xuya bû’
Jinên rojnameger ên Êzidî yên li Şengalê diyar kirin ku ji bo erka êş û kêfxweşiyên civaka Êzidî bidin xuyakirin li ser kar in û gotin: “Bi xêra ragihandina azad êdî deng û rengê Êzidiyan li cîhanê tê naskirin.”
Şengal - Îro roja rojnamegeriya Kurdî ye. Di 22’yê Nîsana 1898’an de yekem rojnameya Kurdan Kurdistan derket û ji wê rojê ve heta roja me ya îro di çarçoveya rojnamegeriya Kurdî de bi dehan sazî hatin avakirin, bi sedan rojnamevan hatin gihîştin û rojnamegeriya Kurdî berbelavî cîhanê bû.
Nûjîn Êzidî û Ehram Îsmaîl ku du jinên Êzidî ne û di ragihandina azad de kar didin meşandin der barê vê rojê de ji ajansa me re axivîn.
‘Ger ji ragihandinê nebûya ne dengê gelê Kurd ne jî Êzidiyan dihat bihîstin’
Nûjîn Êzidî di serî de vê rojê li hemû rojnamegerên Kurd, Êzidî û hemû endamên ragihandina azad û şehîdên ragihandinê pîroz kir û der barê girîngiya rojnamegeriya azad de got: “Rojnamegeriya Kurdî bi rojnameya Kurdistan destpê kir û hat heta roja me ya îro hat. Em kêfxweş in û pê serbilind in. Ev roj ji bo me gelek girîng e. Ji ber ku bi saya ragihandina azad jinên Êzidî dikaribûn herî zêde dengê xwe bigihîjînin cîhanê. Ragihandina ku bi rojnameyek destpê kir, niha xwe pir berfireh kiriye û bûye xwediyê gelek sazî û dezgehan. Ger ev ragihandin nebûya wê ne dengê Kurdan bihata bihîstin. Avabûna ragihandina Kurd bû deng û rengê gel û jinan, bû çareseriya pirsgirêkên gel. Bû dengê gelên bindest û dengê wan gihîştand cîhanê.”
Nujîn Êzidî behsa azarên jinên Êzidî jî kir û ji bo beşdarbûna jinên Êzidî yên ji bo ragihandinê wisa nirxandin kir: “Niha saziya ku herî zêde deng û rengê civaka Êzidî dide xuyakirin ragihandina azad e, bi taybet endamên jin ên ragihandina azad. Jixwe divê roleke ragihandinê ya wisa hebe ku bikaribe ji civaka xwe re bibe riya çareseriyê. Me jî xwest li Şengalê û di nava tevahî Kurdan de em bibin riya çareseriyê. Li her devera cîhanê ragihandin heye lê belê heta ragihandina azad ava nebû kesê rastiya Kurd û Êzidiyan nizanibû. Ji bo vê yekê em bi vê rojê serbilind in.”
‘Erka me sereke ew e ku em xweşî û nexweşiyên civakê bidin xuyakirin’
Ehram Îsmaîl jî anî ziman ku roleke ragihandinê ya bikaribe êş, azar û kêfxweşiyên civakan, jinan bîne ser ziman heye û wisa berdewam kir: “Ger di sala 2014’an de dema ferman hat serê me ragihandin nebûya wê dengê me negihîşta tu derê. Wê weke fermanên din veşartî bimaya. Weke ragihandin jî em dixwazin êş, azar û kêfxweşiyên civakan, dayîkan, jinan bînin ser ziman, nehêlin veşartî bimînin. Civak xwediyê gelek pirsgirêkan in û nayên xuyakirin. Erka me ya sereke ew e ku em bikaribin van bidin xuyakirin. Bi vî rengî em li Şengalê weke jinên Êzidî li ser riya Nujiyanan dimeşin.”