‘Bi ruhê yekîtiya neteweyî em ê agirê Newrozê geş bikin’
Saziyên çand û hunerê di bin dirûşma “Em Newrozê bikin Newroza Azadiya Rêber Apo û yekîtiya demokratîk a Kurdan” bernameya şahiya Newrozê bi daxuyaniyek eşkere kirin.
Qamişlo – Di bin dirûşma “Em Newrozê bikin Newroza Azadiya Rêber Apo û Yekîtiya Demokratîk a Kurdan” saziyên çand û hunerê li bajarê Qamişloyê bernameya şahiya Newrozê li pêşiya Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê bi daxuyaniyek eşkere kirin. Endamên çand û hunerê, endamên rêxistin û tevgerên jinan, endamên Meclîsa Malbatên Şehîdan û endamên Şaredariya Qamişloyê beşdarî daxuyaniyê bûn.
Daxuyanî bi zimanê Erebî ji aliyê rêvebera Kongra Star a Kantona Qamişloyê Rîhan Temo hat xwendin û bi zimanê Kurdî ji aliyê rêvebera Komîteya Amadekar Keder Hisên ve hat xwendin û wiha hat gotin:
Newroza Rojava Deklarasyona Newrozê di bîra dîrokî ya gelê Kurd de ne tenê cejnek e, sembola berxwedanê Li dijı̂ zulmê, baweriya azadı̂ û ji nû ve vejı̂nê ye. Agirê Azadiyê ku Kawayê Hesı̂nkar li dijî zalim Dehaq geş kir, bi sedan salan bi berdewamı̂ ruhê berxwedanê yê gelê Kurd ronı̂ kir. Îro jı̂ Agirê Newrozê ku li Rojava, Rojhilat, Başûr û Bakur tê vêxistin berdewamiya vê mı̂rateya berxwedana dı̂rokı̂ ye. Gelê Kurd di tevahiya dı̂rokê de, tevı̂ siyaseta înkarê, zordarî û tunekirinê, dikaribûye ziman, çand û nasnameya xwe biparêze.
‘Agirê daxwaza yekı̂tiya neteweyı̂ ya gelê Kurd e’
Bi saya vê ruhê berxwedanê, Kurd îro jî têkoşı̂na ji bo azadı̂, demokrası̂ û jiyana bi rûmet didomı̂nin. Agirê Newrozê jî sembola vê îrade û biryardariyê ye. Agirê Newrozê ku li Rojava bilind dibe di heman demê de agirê daxwaza yekı̂tiya neteweyı̂ ya gelê Kurd e. Dı̂rokê nîşan daye ku parastina destkeftiyên Kurdan û mezinbûna azadiyê tenê bi yekı̂tiya neteweyı̂ pêk tê. Her çiqas em xwedı̂ raman û nêzı̂katiyên siyası̂ yên cihê bin jî îro yekbûna li dora nirxên hevpar û mafên neteweyı̂ yên gelê Kurd berpirsiyariyek mezin e. Ruhê Newrozê me fêrî berxwedan, hevkarî û têkoşîna bi hev re dike. Gelê Kurd li ser van axan ne tenê ji bo azadiya xwe, di heman demê de ji bo jiyana azad û demokratı̂k a hemû gelan têdikoşe. Ruhê berxwedanê yê jinên Kurd û rola wan a pêşeng di têkoşîna azadiyê de jı̂ bi agirê Newrozê re dibe yek û rêwîtiya azadiyê ya gelê me hêzdar dike. Di heman demê de em dizanin ku îro gelê Kurd bi siyaseta tunekirin û jenosı̂dê ya li dijı̂ Kurdistanê re rûbirû ye.
‘Em hêvı̂ dikin ku Newroza 2026’an bibe sedema avabûna hêza parastina hevpar a Kurdistanê’
Duh li Bakur û Rojava, Iîro jı̂ li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê li dijı̂ gelê me siyaseta jenosı̂dê tê meşandin. Li çar parçeyên Kurdistanê divê em bi ruhê ku Rêber Apo ji bo parastina hebûna Kurd û misogerkirina azadiyê û bi çareseriya yekı̂tiya neteweyı̂ ya demokratı̂k destnı̂şankirin, agirê Newrozê bi hişmendiya yekı̂tiya neteweyı̂ bilind bikin û li dijı̂ van êrı̂şan rawestin. Em bang li gelê me dikin ku li dijı̂ her cure êrı̂şên li ser çar perçeyên Kurdistanê bi ruhê yekı̂tiya neteweyı̂ rabin ser piyan, gel û welatê xwe biparêzin. Ji ber vê yekê em hêvı̂ dikin ku Newroza 2026’an bibe sedema avabûna hêza parastina hevpar a Kurdistanê. Avakirina yekîtiya neteweyı̂ û hêza parastina neteweyı̂ ne bijarteyek e, ji bo gelê Kurd pêdiviyeke hebûnı̂ ye. Em wekı̂ Komı̂teya Amadekariya Newroza Rojava, Newrozê weke Cejna ku ruhê berxwedana gelê Kurd, yekı̂tiya neteweyı̂ ya demokratı̂k û nirxên civakı̂ mezin dike pı̂roz dikin.
‘Ruhê yekı̂tiya neteweyı̂ mezin bikin agirê Newrozê geştir bikin’
Em bang li gelê xwe dikin û dibêjin: Qadên Newrozê bikin qadên rûmeta gelê Kurd, li zimanê xwe, çanda xwe û nirxên civakı̂ xwedı̂ derkevin. Ruhê yekı̂tiya neteweyı̂ mezin bikin û agirê Newrozê weke agirê azadiyê bêtir bilind bikin. Agirê Newrozê pêşeroja azad ronî dike. Werin îsal agirê Newrozê bi hev re ji bo yekı̂tiya gelê Kurd, berxwedan û pêşeroja azad vêxin. Bi ruhê yekîtiya neteweyî em ê agirê Newrozê geş bikin. Em ê Newrozê bikin Newroza azadiya Rêber Apo û yekı̂tiya demokratı̂k a Kurdan. Di bin wê dirûşmê de wê ahengên cejna Newroza 2026’an bilind bibin û bernameya Newroza 7 bajaran wiha ye:
Dêrik: Cih Qada Şehîd Çîçek Dem: Seet 11
Girkê Legê: Cih Hilêq Dem: Seet 11
Tirbêspiyê: Cih Dirêjîk Dem: Seet 11
Qamişlo: Cih Hîmo Dem: Seet 11
Amûdê: Cih Çaxir Bazar Dem: Seet 11
Dirbêsiyê û Til Temir: Çolbistan Dem: Seet 11
Hesekê: Cih Sed Dem: Seet 11
Bakur, Başûr, Rojhilat, Rojava yek in, bijı̂ yekı̂tiya gelê Kurd
Newroz pı̂roz be!”
Di dawiya daxuyaniyê de kesên ku beşdarî daxuyaniyê bûn agirê Newrozê li pêşiya Navenda Mihemed Şêxo vêxistin û dîlan gerandin.