‘Bi ruhê Zîlanê dê gelê Kurd bigihîje serkeftinê’

PAJK’ê di daxuyaniya ku bi wesîleya salvegera 28’emîn a pêşenga têkoşîna azadiyê, Zeynep Kinaci (Zîlan) de da, çalakiya Zîlanê ya fedayî bi bîr anîn û hat diyarkirin ku dê bi ruhê Zîlanê gelê Kurd bigihîje serkeftinê.

Navenda Nûçeyan- Koordînasyona Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê (PAJK) bi daxuyaniyekê salvegera çalakiya 28'an a Zeynep Kinaci (Zîlan) ku li dijî dewleta Tirk di 30’yê Hezîrana 1996’an de li dar xist bi bîr anî. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku xeta ‘Jin Jiyan Azadî’ a li cîhanê deng vedaye, ji Zîlanê heta niha hatiye.

Di peyama PAJK’ê de ev tişt hat gotin:

“Zeynep Kinaci-Zîlan ku bû xeta azadiya jinan di 28’emîn salvegera şehadeta wê de em bi hezkirin, rêzdarî û minetdarî wê bi bîr tînin. Wateya çalakî û sekna hevala Zîlan bi heman ruhê sala yekemîn a 30’yê Hezîrana 1996’an bi bandor û zindî ye. Her gav û helwesteke rast a di cih û dema xwe de be, dibe bersiv û mohra xwe li jiyanê dide, sînorên teng ên dem û deran derbas dike û dibe heqîqeteke herdemî li her derê. Şehîd Zîlan jî bi çalakiya xwe ya fedayî xwedî heqîqetek wiha ye. Sînorên dem û erdnîgariyan derbas kiriye. Ji ber vê îro jî zindî ye û bi heman heybetê bi bandor e.

‘Nîşan da ku kesek dikare dîrokê biguherîne’

Azadî felsefeya jiyanê ye, feraseta têkoşînê ye, seknek e, rêbazek e, çalakiyek e. Zeynep Kinaci felsefeya Rêbertî veguherand feraseta têkoşîn û jiyanê, xeta çalakiyê, rêbaz û taktîkê, nîşan da ku kesek bi tenê dikare berê çerxa dîrokê bizivirîne. Hevrê Zîlan, di 6’ê Gulana 1996’an de ku gavên destpêkê yên komploya navneteweyî lê dihatin avêtin, li hemberî êrîşeke bi armanca îmhayê ku yekser li dijî Rêber Apo hate kirin, di 30’ê Hezîrana 1996’an de bi pêngaveke fedayîtiyê bersiv da û têkoşînê gihîştand asta herî bilind. Zeynep Kinaci, pîvana şoreşger a jin û mêrên partîbûyî ye. Hevrê Zîlan sekna çalakiyê û jiyana fedayî ya cewherî ya hişmendiya partîbûyî ye, pîvana tevlibûnê ya li xeta Rêber Apo ye. Zîlan li dijî her cure êrîşên dijmin ên li derveyî mirovahiyê, li hemberî qirkirin, îmha û înkarê riya serkeftinê ya wan mirovan e ku bi hemû hucreyên xwe radibin, xeta serkeftinê di kesayetiya xwe de diafirînin û berê xwe didin armancê. Lewma çalakiya fedayî ya ku hevrê Zîlan li dijî hêzên artêşa Tirk pêk anî, ne tenê çalakiyeke leşkerî ya serkeftî ye. Rêber Apo tenê ne weke çalakiyeke leşkerî nenirxand, ji wê wêdetir nirxand. Ev çalakî bû bangawaziya partîbûna jinan. Di vê wateyê de têkoşîna azadiya jinan misoger kir. Jixwe jinên ku xwedî eşqeke têkoşînê ya ew çend mezin  bi xwe ne, ne çalakiya xwe ne jî peyama xwe ji rêzê nedibû. Bang ew bû ku têkoşîna azadiyê bê mezinkirin.

 ‘Temînata azadiyê ye’

Li ser xeta Zîlan jinên Kurd ên ku bû artêş, bûn partiyek, bi azweriyeke mezin a azadiyê xwe bi rêxistin kirin. Li dijî zîhniyeta serdest a mêr, faşîzm û metingeriyê bi têkoşîna xwe ya bi biryar bûn temînat ji bo azadiya di hemû waran de.

Di dîroka têkoşîna me de, şêwaza çalakiya fedayî ya hevrê Zîlan, pêvajoyeke nû ya li ser bingeha ruhê fedayîtiyê afirand. Êdî fedayîtî û pêşengiya jinan, li Kurdistanê bûye şêwaza jiyan, şer û têkoşîna gelê Kurd a ji bo azadiyê. Bi pêşengiya Zîlan re rastiya berxwedan û têkoşeriya jinên Kurd hat afirandin, hat birêxistinkirin û bû nasnameya jinên azad. Êdî li Kurdistanê, xeta Zîlan ji bo jinên Kurd bûye pîvana di tekoşînê de îsrar, di jiyan û şer de serkeftin. Em weke Tevgera Azadiya Jinan, li ser van destkeftiyên dîrokî û heqîqeta mezin a ku Rêber Apo û şehîdên me ava kirine, têdikoşin û li ber xwe didin. Ji ber ku ev pîvana girêdana bi xeta Zîlan û Semayê re ye. Her milîtaneke jin û her jineke berxwedêr îro li ser vê xetê têdikoşe.

‘Manîfestoya şoreşa jinê ye’

Xeta Zîlan li dijî sîstema serweriya mêr, rejîmên dijminê gel û jinan, mêtingerî û dijminatiya qirkerî, bû serhildana civakî û veguherî manîfestoya şoreşa jinan. Xeta ‘Jin Jiyan Azadî’ ya ku îro bûye malê cîhanê, nirxê gerdûnî yê xeta Zîlan radixe ber çavan. Li dijî dîktatorên dijminên jinan û rêxistinên faşîst, pêşwazîkirina pêvajoyê ya bi vîna Zîlan, bi bicihanîn û serxistina pêngava me ya ‘Jin Jiyan Azadî, Ber Bi Şoreşa Jinê Ve’ dibe.

Zîlan navê jina azad e; bi hêrseke mezin li dijî polîtîkayên qirkirina li ser jinan, bombeya xwe teqand û nefreta xwe li dijî koletî, serdestî û paşverûtiyê bi awayê herî bi wêrek nîşan da. Bi saya wê û bi sedan hevriyên weke wê jinên Kurd careke din çavên xwe li azadiyê vekirin. Dengê teqîna wê bû tilîliya azadiyê. Deng, reng û jiyanê bi wate kir. Têkoşîna jinan ji bo vê xurt e û wê hîn xurtir jî bibe.

‘Gerîla şopdarên Zîlanê ne’

Zîlan, fermandara artêşa me ye. Fermanên wê îro li çiyayên Kurdistanê di berxwedana hêzên YJA-STAR û HPG’ê bersivê dibînin. Her gerîlayek şopdara Zîlanê ye îro. Destên xwe dane hev û weke xelekên zîncîrê bi hev ve hatine girêdan. Ne tank, ne êrîşên bi balafiran û ne jî kîmyabaran nikarin xelekên vê zîncîrê ji hev biqetînin. Felsefeya serkeftinê bi têkoşîn û berxwedanê pêkan dibe di coşa her gerîlayeke ku bi ser dijmin de bi wêrekî û qeheremanî diçe de jiyanî bûye. Li Dêrsim, Zap, Metîna Garê, Xakurkê, Heftanîn, Dêrsim, Botan û Amedê li ber xwe didin. Li Kurdistana perçekirî, li her çar aliyan li serhildan û bi berxwedanê serkeftinê misoger dikin. Ji ber ku fermandar Zîlan ev ferman daye.

‘Navê jiyana gerîla Zîlan e’

Li hemberî stratejiya qirkirinê ya faşîzma AKP-MHP’ê, di pêşengiya jinan de gelê Kurd li ber xwe dide. Bi ruhê fedayîtî têkoşîn li her derê bilind dibe. Berxwedêrên ku îro li Avaşîn, Zap û Metînayê li ber xwe didin, bi hişmendiya pêkanîna vê fermanê têdikoşîn û rê nadin dagirkeriya dewleta Tirk a faşîst. Rastiya jinên pêşeng û şoreşgerên mezin ên Kurdistanê Zîlan, Sema, Gulan û bi hezaran hevriyên me nirxên vê jiyanê ava kirin. Ji bo jiyana azad, civakeke azad were avakirin, Zîlanên serdemê bi ruhê canbexşane bedena xwe li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk û teknîka wê dikin mertal. Ruhê ku di sînga her gerîlayek de dibe siberojeke nû, li vê welatî ne hêsan e bi peyvan were wesifkirin. Ji ber ku weke her hevriyên me dibêjin gerîlatî li Kurdistanê, nayê ziman lê tê jiyîn. Gerîlatî navê jiyana bêdawî ye li Kurdistanê, ji ber ku navê wê jiyanê Zîlan e…

Pêngava dîrokî ya hevrê Zîlan eşkere dide nîşandan ku riya serkeftinê, riya yekbûnê, riya azadî Rêbertî ye. Rêbertî jiyana mirovahiya azad a pîroz e. Bi îradebûn û ruhê zîlanan ê fedayî, em bi xurtî tevli pêngava ji Rêber Apo re Azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserî bibin, têkoşînê li her derê bilind bikin û azadiya fizîkî ya Rêber Apo misoger bikin. Azadiya Rêber Apo ew ê bibe azadiya jinan û di heman demê de bibe azadiya mirovahiyê û Kurdistanê. Bi vê biryardarî û baweriyê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo, meşandina têkoşînê erkê me ya serdemê ye.

‘Serkeftin dê bibe ya gelê me û Tevgera Azadiyê Jinê’

Em li ser bingeha vê bîr û baweriyê, careke din di şexsê hevrê Zîlan de tevayî şehîdên meha Hezîranê û tevayî şehîdên şoreşa azadiya jinan û gelê Kurd ku di serdemên cuda yên têkoşîna azadiyê de bi rol û pêşengiya dîrokî rabûn, bûne mîras ji berxwedana gerîla ya fedayî re, bi rêzdarî û hezkirin bi bîr tînin. Soza bicihanîna xeyalên şehîdan dubare dikin. Em weke milîtanên xeta Apo'yî, hevrê û şervanên fermandar Zîlan, dibêjin êrîş bi çi awayî dibin bila bibin wê heqîqeta Zîlan û ruhê fedayî yê bi gerîla re ava bûye wê van êrîşan têk bibe û serkeftin bibe ya gelê me û Tevgera Azadiya Jinê.”