‘Bi qetilkirina rojnamevanên Filistînî hewl didin rastiyê veşêrin’
Rojnamevanên jin ên Yemenê bertek û nerazîbûnên xwe li hember hedefgirtina rojnamevanên li Xezayê anîn ziman û bêdengiya navneteweyî şermezar kirin.

RANIYA EBDULLAH
Yemen – Hêzên Îsraîlî rasterast hejmarek rojnamevan li Şerîda Xezayê kirin hedef. Ji destpêka şerê 7'ê Cotmeha 2023'yan heta niha nêzî 246 rojnamevan hatine kuştin û di 15 rojên dawî de, 14 rojnamevan bûne hedef.
Hevgirtina berfireh a bi rojnamevanên Filistînî re
Piştî armanckirina sîstematîk a rojnamevanên li Xezayê, zêdetirî 257 dezgehên medyayê ji zêdetirî 50 welatan beşdarî kampanyayek navneteweyî bûn. Ev kampanya, ji hêla Rojnamevanên Bêsînor û Rêxistina Avaaz ve hate organîzekirin. Armanc, hevgirtina bi rojnamevanên Filistînî yên li Xezayê re û şermezarkirina binpêkirinên berdewam ên Îsraîlê yên li dijî wan e.
Kampanya bi berfirehî belav bû. Rojnameyan rûpelên xwe yên pêşîn bi reş nivîsandin, pankartên elektronîk li ser malperên nûçeyan hatin danîn û televîzyon û radyoyan peyamên hevgirtinê weşandin. Kampanyayê daxwaza parastina rojnamevanên Filistînî û destûrdayîna dezgehên medyayê yên navneteweyî bo şopandin û raporên bûyeran kir.
Hedefgirtina sîstematîk a rojnamevanan
Rojnamevan û endama Konseya Sendîkaya Rojnamevanên Yemenê Fatimê Mathar got: "Armanca sîstematîk a Îsraîlê ya li ser rojnamevanên li Xezayê, sûcê şer ê berdewam ê li dijî gelê Filistînê ye. Îsraîl ev nêzî du salan e vê yekê dike. Rojnamevan bi awayekî aşkera, bi sûcdarî û terorîstî têne hedefgirtin. Ew ji ber veşartina rastiyê bi awayekî sîstematîk têne hedefgirtin. Rojnamevanên li Xezayê tekane girêdana ku sûcên dagirker bi cîhanê re belge dike û vedibêje ne, ji ber vê Îsraîl dixwaze vî dengî bêdeng bike."
'Divê rojnamevanên Filistînî wek dengê rastiyê werin parastin'
Fatimê Mathar destnîşan kir ku armanckirina sîstematîk bûye sedema şehîdkirina 247 rojnamevanan û wiha got: “Îsraîlê bi zanebûn kon û ofîsên wan hedef girt. Ji bilî hedefgirtina wan a di dema weşana çapemeniyê de, tevî ku ev yek di asta navneteweyî de qedexe ye. Astengkirina medyayê û redkirina gihîştina çapemeniya navneteweyî bo Xezeyê, hewldanek têkçûyî ye ji bo veşartina sûcên ku di hundirê Şerîda Xezayê de têne kirin. Em beşdarî çalakiyên hevgirtinê yên ku ji hêla Federasyona Navneteweyî ya Rojnamevanan ve hatine organîzekirin bûn. Di nav de nobeta hevgirtinê ya ku di 26'ê Tebaxê de li dijî Îsraîlê, ji bo protestokirina kuştina sîstematîk a rojnamevanan, hat lidarxistin, heye. Em daxwaz dikin ku çapemeniya navneteweyî bikeve Xezayê û rojnamevan wek dengê rastiyê werin parastin."
'Armancgirtina rojnamevanan binpêkirina azadiya çapemeniyê ye'
Rojnamevan Yerstîn El-Nehmî jî balkişand ser asta êrîşan û wiha axivî: "Tiştê ku li Xezayê diqewime, asta krîza mirovî û ehlaqî ya ku cîhan îro gihîştiye nîşan dide. Armancgirtina sîstematîk a rojnamevanan binpêkirina azadiya çapemeniyê û mafên mirovan e. Mafê her kesî heye ku rastiyê bizanibe, ji ber vê astengkirina ketina rojnamevanên navneteweyî bo Xezayê binpêkirina mafên mirovan e. Em bang li civaka navneteweyî dikin ku bi lez mudaxele bikin da ku van binpêkirinan sînordar bikin û rê bidin dezgehên medyayê yên navneteweyî ku bikevin hundir."
Bang: Rê li ber hedefgirtina rojnamevanan bigrin
Rojnamevan Îslam Hemîdan jî, bi xemgînî û şoka xwe ya kûr ji ber tiştê ku bi rojnamevana Xezayê qewimî anî ziman û tekez kir ku pêwîst e hêzên Îsraîlê rê li ber hedefgirtina sîstematîk a rojnamevanan bigirin. Rojnamevan Îslam got ku divê rayedarên Îsraîlê tavilê rê li ber vê hedefgirtina sîstematîk a rojnamevanan û êrîşên dubare yên li dijî wan bigirin û lêpirsînek li ser tiştê ku qewimî, vekin.