Bi pirtûka xwe li ser bandorên sergo yên li ser jîngehê sekinî
Endama Zanîngeha Raperîn û nivîskara pirtûka “Erdnîgariya Xizmetê” Fatma Qadîr, bi pirtûka xwe balê dikşîne ser pirsgirêkên jîngehî.

DÎWAN SIHAD
Ranya – Fatma Qadir mamosteya Beşa Erdnîgariyê ya Zanîngeha Raperînê û nivîskara pirtûka “Erdnîgariya Xizmetê” ye. Fatma Qadir, di axaftina xwe ya ajansa me de diyar kir ku li Herêma Kurdistanê li ser mijara Erdnîgariya Xizmetê tu pirtûk nehatiye nivîsandin lewma xwestiye bi armanca tijîkirina vê valaHiyê pirtûkek wiha binivîse. Naveroka pirtûkê mijarên curbecur di nava xwe de dihewîne; yek ji van jî bandorên sergo û bermahiyan ên li ser jîngehê ye.
Fatma Qadir, diyar kir di roja me ya îro de xwendina pirtûkan kêm bûye, mirov zêdetir wextê xwe di medyaya dîjîtal de derbas dikin û da zanîn ku bi taybetî xwendekar û ciwan ji van qadan dûr dibin. Fatma Qadir, destnîşan kir ku xwendin riya ronahîkirina mirovan e hem di pêşketina akademîk de hem jî di kesayetiya mirovan de roleke mezin dilîze.
‘Xwendin, di nava nivîskar û xwendekaran de diyalogek bêdeng e’
Fatma Qadir wiha axivî: “Xwendin, di nava nivîskar û xwendekaran de diyalogek bêdeng e. Bi vê yekê xwendekar fikir û pêşniyarên cuda nas dikin û ramana rexneyî bi pêş dixin. Kesên pirtûkan dixwînin, dem bi dem rehetbûna giyanî jî hîs dikin. Her wiha ji bo kesek ku dixwaze di qada akademîk de bi pêş dikeve jî xwendin şertê bingehîn e. Qada min a pisporî, erdnîgarî ye. Heta îro 12 pirtûkên min hatin weşandin, hinek hatin wergerandin û hinek di demên pêş de dê bên weşandin. Hemû jî der barê zanista erdnîgariyê de ne.”
Fatma Qadir, der barê pirtûka xwe de van agahiyan da: “Pirtûka min a bi navê “Erdnîgariya Xizmetê” di sala 2020’an de hat weşandin û di naveroka pirtûkê de gelek mijar hene. Yek ji van pênase û pêvajoya plankirinê ya erdnîgariya xizmetê ye. Aliyên cuda yên erdnîgariyê yên ji zanistên din heye.”
Fatma Qadir, da zanîn ku ev mijar nêzî 4-5 sal in li zanîngehên Herêma Kurdistanê weke ders tê dayîn û li seranserê cîhanê qadeke ku demek dirêj tên xebitandin e. Fatma Qadir, diyar kir ku doktoraya xwe li derveyî Herêma Kurdistanê kiriye û da zanîn ku dema dîtiye li vir di vê qadê de gelek xebatên akademîk hene, vê kêmasiyê ferq kiriye û biryar daye teza xwe ya doktorayê di vê mijarê de amede bike. Fatma Qadir got: “Bi zimanê Kurdî tu pirtûkek çavkaniyê ya di vê mijarê de nîn e, xwendekaran vê mijarê dizanibûn û agahiya wan tunebû ku erdnîgariya xizmetê tê çi wateyê. Lê belê ev mijar ne tenê ji bo endezyariyê ye, rasterast qada binî ya zanista erdnîgariyê ye.
‘Di pirtûka min de erdnîgariya xizmetê dibe 2 beş’
Fatma Qadir, diyar kir ku di pirtûka wê de erdnîgariya xizmetê dibe 2 beş û got: “Ya yekemîn xizmetên civakî (saziyên perwerde û tenduristiyê). Ya duyemîn jî xizmetên binesazî (pergalên komkirina elektrîk û bermahiyan e.) Di deman demê de xizmetên dinî (mizgeft, dêr, goristan û hwd.) û xizmetên din jî digre dest.
Fatma Qadir, der barê xizmetên binesazî de van agahiyan da: “Ev xizmetên ku heta digihîjin malan, bi gelemperî nayên dîtin lê jêneger in. Mînaka av, kanalîzasyon, elektrîk û komkirina sergoyê. Min di pirtûka xwe de wan hemûyan di aliyê erdnîgariyê de nirxand. Mînak, analîzkirina daneyên xwendekar û mamosteya li dibistana li taxek, hejmara xebatkar, qada avahiyê û nifûsa taxê ya, di plankirina xizmeta erdîgariyê de rola bingehîn dilîze.”
‘Min bi taybetî bandorên sergo yên li ser hawirdorê nirxand’
Fatma Qadir, da zanîn ku di xebatek din a li bajaroka Çwarqurnayê kiriye de, belavbûna erdnîgariyê ya xizmetên şên ên li herêmê analîz kiriye û ji 5-10 salên li pêşiya me planek bi pêş xistiye û diyar kir ku her dem di xebatên xwe de girîngî dide planên pêşerojê û tenê bi pênasekirina rewşa heyî re sînordar namîne. Fatma Qadîr, diyar kir ku di pirtûka xwe de gelek mijarên weke av, ava bermahî, veguhestin û bandorên bermahiyan ên li ser hawirdorê, di çarçoveya plankirin, standard û qanûnan de girtiye dest.
Fatma Qadir, destnîşan kir ku bi taybetî binaxbûna sergo û bermahî zirarek mezin didin jîngehê û wiha axivî: “Li gelek bajarên Herêma Kurdistanê heta niha jî sergo tên binaxkirin û ser wan tê girtin. Ev rewş ji bo jîngehê dibe sedema xeterên mezin. Min vê yekê bi xebatên xwe yên qadê belge kir. Min bi wêneyên xwe re nîşan da ku hewayê qirêj dike, gazên bi xeter belav dike, gefê li tendirustiya mirovan dixwe, mîkrobê belav dike û germahiya li herêmê zêde dike. Mîkroorganîzmayên binaxê jî zirar dibînin. Ev hemû rêhendên jîngehî yên erdnîgariya xizmetê ne.”
‘Di zimanê Kurdî de pirtûkên akademîk ên erdnîgariyê gelek kêm in’
Fatma Qadir, di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku pirtûkên wê yên cuda jî hene û mijarên weke plankirina bajarvanî, pêşvebirina gund û avahîbûyîne digre dest û got: “Di zimanê Kurdî de pirtûkên akademîk ên erdnîgariyê gelek kêm in. Lewma ez difikirim ku hem ji bo xwendekar hem jî lêkolîneran wê pir bi sûdmend be.”