Bi pêşengiya Weqfa Jinê jin dibin xwedî aboriya xwe ya serbixwe

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji aliyê Weqfa Jinê ve pêşbirka cil dirûtinê hatiye destpêkirin, jinên ku beşdarî pêşbirkê bûne diyar kirin ku armanca wan nîşakirina huner û keda jinan e.

NÛPELDA DENÎZ

Mexmûr – Ji 2019’an ve ji aliyê hikûmeta PDK’ê ve li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ambargo hatiye danîn. Her wiha Neteweyên Yekbûyî jî bi salane alîkariya li ser wargehê qut kirine. Bê guman ji vê rewşê jî herî zêde jin bandor dibin. Jin her çiqas di jiyanê de çalakabin jî lê qutkirina derfetên aborî, pêşeyî û xebatê aktîvîteyên jinan yên di nava wargehê de kêm kiriye.

Weqfa Jin a Mexmûrê jî ji bo jin di her qada jiyanê de bibe xwedî hêz û bawerî, xebat û projeyên nû pêşdixîn e. Beşê dirûnxanê yê girêdayî Weqfa Jin, ji bo jinan derfetên kar û xwefêrkirinê pêşkêş dike. Bi derfetên kêm ji bo gelek jinan dewreyên fêrbûna dirûtina cilan vekirin e. Heya niha ji zêdetirî 150 jinan re derfetên fêrbûnê hatine dayîn. Îsal jî bi heman armancê pêşbirkek a dirûtina cilan hatiye destpêkirin û hêjmarek zêde jin beşdar bûne. Roja dawî ya pêşbirkê ango 6’ê Adarê wê hemu jinên beşdarî pêşbirkê bûne berhemên xwe pêşkêş bikin. Jinên ku di pêşbirkê de pile girtine wê xelat bigrin û yên beşdarbûne jî belgename bigirin.

Jinên ku beşdarî pêşbirkê bûne ji ajansa me re axivîn û diyarkirin ku armanca pêşbirk û pêşangehê anîna jinan a li gel hev e û pêşkêşkirina hunerên nû ye.

‘Jin bixwaze dikare her karî serbixe’

Fatma Nêrwehî wiha qala rêwitiya xwe ya di karê dirûtinê de kir: “Dema min bihîstiba karekê ji bo pêşketina jinê heye min berê xwe dida wî karî ji bo ku hewceyî kesî nebim. Jin ger bixwaze çi kar bê pêşiya wê dikare serbixîne. Destpêkê min bi destê xwe dirûtin dikir, piştre dirûnxane vebû min sê sala li wir kar kir. Demek şûnde ez ji wir jî derketim çûm karê bostanê. Piştî derfetê min çêbû min makîneyek dirûtinê kirî û karê dirûtinê li malê berdewam kir. Ez her cûre dirûtinê dikim lê herî zêde cilê gelêrî çêdikim.”

‘Karê bi ked tê kirin karê herî xweşî’

Fatma Nêrwehî diyar kir ku karê ku bi keda dest tê kirin gelek binirx e û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Heya vî temenê xwe jî min milê aborî de xwe hewceyî kesê nekiriye. Ez bang tevahî jinan dikim ku çi karek hebe pêwîste bi destê xwe keda wê bidin û hewceyî kesekî nebin.”

‘Ev kar pêşketinek mezin mirov de çêdike’

Qedrê Mijînî anî ziman ku divê jin xwe fêrî her karî bikin û wiha got: “Destpêkê ez tevlî dewreya dirûnxanê bûm. Niha jî tevlî pêşbirkê bûme. Tevahî jinên wargehê dikarin bên li vir xwe fêrî vî karî bikin. Ji ber mirov de pêşketinekî pir baş ava dike. Ne tenê karê dirûnxanê çi kar hebe jin bikin û beşdarî dewreyên perwerdeyan bibin.”

‘Armanca pêşbirkê pêşxistina keda deste’

Çîmen Benek a ku berdevka dirûnxaneya Weqfa Jinê ye jî ev tişt anî ziman: “Salek beriya niha ez tevlî karê dirûnxaneyê bûm. Armanca min ya vî karî ew bû ez ê çawa bikarim xwe pêşbixînim. Min ji bo vê yekê perwerdeya dirûtinê dît. Min xwe vî milî de pêşxist û ez niha karê dirûtinê dikim. Demek şûnde jî bûm berdevkê dirûnxane yê.”

Çîmen Benek wiha qala amedekariyên pêşbirkê kir: “Nêzî du mehe em amedekariya pêşbirkê dikin. Armanca vê pêşbirkê ewe ku jin çawa dikare keda destê xwe pêşbixîne û di kombûyînên wiha de wê çawa bikare xwe îfade bike.”

‘8’ê Adar’ê dîroka pêşbirkê watedar dike’

Çîmen Benek balkişand li ser girîngiya dîroka pêşbirkê û wiha got: “Em dixwazin nêzî 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê pêşbirka xwe li darbixin. Ji ber ku jin biçûk dê dîtin û qirkirinek li ser heye, em jî dixwazin bi minasebeta vê rojê keda jinê bidin nîşandan û bêjin jin heye û dikare her milî de jî pêşbikeve.”