‘Bi parvekirina pariyek nan re, ax hat parastin’
Gulîxan Sofî ya ku şahidî ji pêvajoyên şer û serkeftinên 13 salên Şoreşa Rojava re kiriye dibêje: “Komploya ku 15’ê Sibatê li dijî Rêber Apo destpê kir îro bi hedefgirtina Şoreşa Rojava re didome.”
SORGUL ŞÊXO
Til Temir – Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ya ku di 19’ê Tîrmeha 2012’an de destpê kir, di nava 13 salan de gelek destkeftiyên dîrokî ku bala cîhanê kişandin ser xwe, ava kir.
Gulîxan Sofî ji wan jinên pêşeng e ku şahidî ji Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re kiriye, ji ajansa me re bandora pergala demokratîk ku bûye pergaleke alternatîf ji pergala netew-dewletê re nirxand.
‘Gelê ku 13 sal şervanên xwe bi tenê nehişt hêjayî rêzgirtinê ye’
Gulîxan Sofî got ku Til Temir bi erdîngariya xwe biçûk e lê bi berxwedan û destanên lê hatine nivîsandin mezin e û wiha berdewam kir: “Til Temir deriyê derbasbûna Kantona Cizîra Rojavayê Kurdistanê ye û cihek xwe yê stratejîk di nexşeyê de digre. Bajarekî di pêvajoya 13 salan de her dem di nava şer de bû, pergaleke demokratîk a ku li vir hatibû avakirin rastî êrîşên pir hovane tê. Gelê Til Temirê bi pêkhateyên xwe divê azad bijîn, ji zarokên xwe heta bapîr û dapîrên xwe ji bo parastina wê di nava seferberiyê de bûn. Gelê ku şervanên xwe bi tenê nehişt û ji wan re bû palpişt hêjayî rêzgirtinê ye.”
‘Til Temir nimûneyek ji serkeftina projeya xwişk-biratiya gelan e’
Gulîxan Sofî da xuyakirin ku Til Temir nimûneyek e ji serkeftina projeya xwişkîtî-biratiya gelan re, dema vekişandina rejîma Baasê bi bîr xist û li ser plana ku hatibû çêkirin wiha got: “Armanc ew bû ku piştî vekişîna rejîma Baasê şerekî navxweyî û mezhebî di navbera Kurd-Ereb-Aşûriyan de derbixin. Êrîş çêbûn û gel ket dorpêçê. Wê demê gelên bajar li hev civiyan û Meclisa Aştî ya Civakî ji her sê pêkhateyan ava kirin.
Gulîxan Sofî behsa armanca avakirina meclisê kir û wiha domand: “Armanc ew bû ku bajar were parastin û nirxên civakê bi hevgirtina pêkhateyan bikevin bin temînatê. Ji lewre di oxira parastina vê axê de, şervanên Kurd li kêleka Ereb û Aşûran jî şehîd bûn, di heman goristanê hatin veşartin. Parastina Til Temirê parastina Rojava tevahî ye, bi parvekirina pariyek nan, ax hat parastin.”
Gulîxan Sofî got ku ji destpêka şoreşê ve êrîş li ser bajarê Til Temir ranewestiyaye û wiha pêl da gotinên xwe: “Destpêkê Artêşa Azad, piştre Cebhet El-Nusra û di sala 2015’an de jî DAIŞ’ê êrîşek dijwar û berfireh dan destpêkirin. Zêdetirî 23 gundên Aşûriyan hatin wêrankirin, jin hatin revandin û dêr bi bombeyan hatin hilweşandin. Em di bajarek wisa de ne ku dengê zengilê dêran û banga mela li mizgeftê bi hev re tên bihîstin. Lê dîsa jî êrîşên li ser bajar ranewestiyan, Til Temir û gundewarên wê bûn hedefa êrîşên dagirkeriya Tirk û dronên wê yên SIHA-IHA’yê.”
Komploya ku 27 sal berê li Îmraliyê destpê kir li Rojava bi dijwarî didome
Gulîxan Sofî destnîşan kir ku Komploya 15’ê Sibata 1999’an heta roja îro didome û wiha pêde çû: “Komploya bi girtina Rêberê Apo re destpê kir, bi hedefgirtina Rojava didome. Hêzên ku heta duh li Rojava garantor bûn, heman hêzên ku komplo li dijî Rêberê me pêk anî bûn. Hedef ew bû ku îradeya gelên bi azadî li ser axa xwe dijîn bişkînin. Ji lewre êrîş li ser pergala neteweya demorkatîk bû ku ji desthilatdariya hêzên hegemon re dibû metirsiyek rê nade civak bi aştî, azadî û wekhevî bijîn, komplo ku bi hemû dijwariya xwe didome wê bi hevgirtina me ya netewî re têkbiçe.”
‘Planên hêzên kompoger têk çûn’
Gulîxan Sofî da zanîn ku wan ji bo Rojava sores li dar xistine û wiha guhertinên ku di sala 2026’an de çêbûn anî ziman: “Reqa û Dêrazorê bangewazî li QSD/YPJ’ê kirin û hêzên me bangewaziya wan bi cih anîn, jin û gel ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin. QSD’ê erka xwe pêk anî lê Koalîsyona Navdewletî hevsengiyên heyî bi guhertina siyaseta xwe ya li ser erdê, da guhertin. Ji destpêkê ve me ji bo Rojava pêşengiya şoreşê kir û niha em Rojava diparêzin. Hêzên me têrê dikin ku Rojavaya xwe biparêzin. Plana hêzên komploger ji vekişandina ji Reqa û Dêrazorê mezintir bû, armanc giştî Rojava û hilweşandina pergala Rêveberiya Xweser e.”
‘Nabe rola hêzên YPJ’ê were paşguhkirin’
Gulîxan Sofî qala tifaqa di navbera QSD’ê û hikûmeta demkî de kir û got: “Em bikin nekin jî hêzên me çi biryarê bigrin di pêvajoya entegrasyonê de, em tevlî dibin. Lê em xwediyên mafên xwe yên destûrî ne, nabe têkoşîna 14 salan ji rêzê were dîtin û windakirin. Pêşengên têkoşînê jin bûn, ger destûrek mafên jinan bigre bin temînatê nebe, destûr wê neyê pejirandin. Nabe ku hêzên YPJ’ê werin têkbirin, pêwist e mafên wan di destûrê de weke hêza jinan bikeve bin temînatê. Yên ku di şoreşê de bedel dane, mafên wan heye di çarenûsa herêmê de xwedî biryar bin.”
Gulîxan Sofî di dawî de ev bangewazî kir: “Em dixwazin mafên me jinan di destûrê Sûriyeyê de hebin û bi zagonan bikevin bin temînatê. Pêwîste mafên me jinan û îradeya me di destûra bingehîn de were naskirin.”