Bi mebesta 8’ê Adarê jinên Til Temirê beşdarî seferberiyê bûn

Bi mebesta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî, endamên Kongra Star xwe biçek kirin û beşdarî seferberiya giştî bûn.

Til Temir - Kongra Star rêzeçalakiyên xwe yên pêşwazîkirina Roja Jinan a Cîhanî li Rojavayê Kurdistanê didome.

Îro jî Kongra Star li bajarê Til Temira Kantona Cizîrê, li çarxerêya Qendîl a bajar kom bûn, xwe biçek kirin û beşdarî seferberiyê bûn. Rêvebera Kongra Star Sena Tamir axivî û got: "Bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanî, rojek ku têkoşîna jinên li çar aliyê cîhanê ji bo azadî, wekhevî û rûmeta mirovan temsîl dike. Em bi peyamekê ji gelê xwe û hemû jinan re rola dîrokî û pêşeng a jinan di avakirina civakek azad û demokratîk de piştrast dikin."

Sena Tamir bal kişand ser rewşa herêmê ya niha û wiha berdewam kir: “Rewşên hesas ên ku herêma me pê re rû bi rû ye û gefên li ser ewlehî û aramiya gelê me, pêwîst dike ku em hemû bighêjin asta berpirsyariya hevpar. Ji vê perspektîfê, em Kongra Star beşdarbûna xwe ya tevahî di seferberiya giştî de radigihînin. Ji bo parastina destkeftiyên jin û civakê û ji bo rûbirûbûna hemû hewldanên ji bo têkbirina îradeya gelên azad jî, pabend in. Beşdarbûna me di seferberiya giştî de, di vê roja dîrokî de daxuyaniyek zelal e ku îradeya jinan nayê şikandin û dengê jinan dê wekî çirayek azadiyê bimîne, çiqas zext dijwar be jî.”

Sena Tamir soza jinan bi bîr anî û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Em Kongra Star careke din soza xwe nû dikin ku emê têkoşînê bidomînin û bê westan ji bo parastina destkeftiyên xwe û parastina nirxên civakek azad bixebitin.”
Çalakiya piştgiriyê û beşdariya seferberiyê, bi diruşmeya "Jin Jiyan Azadî" bidawî bû.