‘Bi Jin Jiyan Azadî emê destkeftiyên şoreşa jin biparêzin’

Li bajarê Kobanê û Qamîşlo jin bi rihê berxwedan û têkoşînê meşên girseyî li daraxistin. Jinan di meşê de dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî” û “Em Zarokên Xwe Dixwazin” berz kirin.

Navenda Nûçeyan – Jinên Rojavayê Kurdistanê îsal bi dirûşmeya “Bi Jin Jiyan Azadî emê destkeftiyên şoreşa jin biparêzin” 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cihanê pêşwazî kirin. Îsal li seranserê Rojava yê Kurdistanê meş hatin lidar xistin. Ji bo zarok û mirovên xwe yên dîlgirtî yên ku di destê çeteyên cîhadîst yên HTŞ’ê dene meş pêkanîn.

KOBANÊ

Jinên bajarê Kobanê bi cilûbergên xwe, bi erbane û alên Kongreya Star û YPJ’ê li qada Jina Azad a bajarê Kobanê kombûn û hêrsa xwe bi riya meşeke girseyî nîşan dan. Jinan bi berzkirina diruşmên “Jin Jiyan Azadî” herikîn qada şehîd Egîd û li wir peyamên xwe dan.

Li qada şehîd  Egîd di heman demê de bi dehan malbatên dîlgirtî û windayên şer jî amedebûn.
Piştî deqeyek rêzgirtin, peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê endama Kongra Star Cûrî Temî ve hat xwendin.

Paşê rêveberiya Kobanê Rûken Ehmed peyama jinan a 8’ê Adarê ragihand.

Rûken Ehmed wiha got: “Em weke jin niha di nava pêlên têkoşînê yên mezin de ne. Ji bo vê jî eger em tênekoşina xwe mezin û bi hêz nekin emê nikarbin azadî, edalet û demokrastiyê misoger bikin. Heger me bedelên giran nedana û me têkoşîna xwe dewam nekira, me nikarbû îro weke jin li vê qadê 8’ê Adarê pêşwazî bikin. Ger diruşmeya me ji bo parastina destkeftiyên jinan be, ev tê wateya ku em di azadiyê de bi îsrar in. Ji bo vê jî divê em pergala heyî birûxînin û li şûna wê pergaleke ku xwe dispêre azadî û edaleta jin ava bikin.”

Li ser navê malbatên dîlgirtî û windahiyên şer Sozdar Mihemed axivî û teqez kir ew ji bo naskirina çarenûsa windahiyên xwe bi îsrar in.

Di dawiya çalakiyê de ji Tevgera Hîlala Zêrîn a Kobanê şanoya Keziyên me, her wiha hunermend Şêrîn Ararat û Ehlam Ebdî hûnera xwe pêşkêş kirin.

QAMÎŞLO

Xwepêşandan bi tevlîbûna endamên saziyên Rêveberiya xweser, endamên Rêxistina Jin û Malbatên dîlgirtiyan ve li hola sergirtî ya Stadyuma Heysem Kiço hat lidarxistin. Di xwepêşandanê de Jinan pankartên bi nivîsa: "Bi felsefeya Jin Jiyan û Azadî, em destkeftiyên şoreşa jinan diparêzin" vekirin. Her wiha wêneyên dîlgirtiyan jî rakirin.

Piştî deqeyek rêzgirtin nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya ji bo 8’ê Adarê ji aliyê Rêveberiya Kongra Star a Kantona Qamişlo Rîhan Temo ve hat xwendin.

‘Pêwîste em rêxistinbûyîna xwe bi hêz bikin’

Paşê  Şêwirmenda Rêveberiya Xweser a Demokratîk Jiyan Dêrik 8’ê Adarê Roja jinên cîhanê li tevahî jinan pîroz kir û got: “8’ê Adarê li hemû dayik û hevjînên dîlgirtiyan pîroz dikim. Pêwîste sedsala 21’an bibe sedsala azadî û wekheviyê ji bo tevahî jin û civakên azadîxwaz. Bedel çi dibe bila bibe pêwîste em weke jin têkoşîna xwe bilind bikin û hevgirtin û rêxistina xwe bi hêz bikin.

‘Em ê mafê xwe di destûra Sûriyê ya nû de bi dest bixin’

Her wiha li ser navê Meclisa Jinê Sûriyê Muna Yusif derbarê  8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê de axivî û got: “Ez vê rojê li tevahî jinên berxwedêr û têkoşervan yên ku li hember desthilatdariyê serî na tewînin pîroz dikim. Îro em li vir bi hev re hebûn û têkoşîna xwe ya salên demdirêj îsbat dikin, jin bi sedê salan ji bo îsbatkirina hebûna xwe têkoşîn û berxwedan dane meşandin. Di Sûriyeyê de her jinek çîrokeke wê ya dirêj a têkoşînê heye û ji bo rûmeta xwe têkoşîn kiriye. Wek jinên têkoşîervan em di vê rojê de soza têkoşîna xwe ya salên dirêj nû dikin û ji hemû jinên cîhanê re tekez dikin ku em ê weke jin mafê xwe di destûra Sûriyê ya nû de bi dest bêxin. Heya ku em vê têkoşînê ser nexin emê tu carî başde gav ne avêjin.”

Li ser navê Rêveberiya Yekîtiya Jinên Suryan jî Semîra Hena axivî biryardariya xwe ya ji bo têkoşîn û serxistina berxwedaniya jin da.  

‘Welat bê bedel nayê avakirin’

Herî dawî jî li ser nave malbatên dîlgirtiyan Cîhan Hesen axivî û got: “Ez weke dayika Şervanekî dîlgirtî 8’ê Adarê li hemû jinan û Rêber Apo pîroz dikim. Welatê me di nava rewşeke gelek giran re derbas dibe ji bo ku em welatê xwe biparêzin gerek em zarokên xwe bikin şervanên vî welatî da ku welatê me ji dagirkeran were parastin. Ji bo ku em welatê xwe rizgar bikin wê Şehîd jî werin dayin her wiha wê şervan jî dîl bikevin dest. Welat bê ked nayê avakirin. Bila şerê taybet yên dijmîn li ser me bandoriyên neyênî avanekin”