‘Bi Jin, Jiyan, Azadî, destkeftiyên Jinan Diparêzîn’
Li Silêmaniyê bi pêşengtiya Nûnertiya Jinên ji Rojavayê Kurdistanê yên li Silêmaniyê bi dirûşma ‘Bi Jin, Jiyan, Azadî, destkeftiyên Jinan Diparêzîn’ semînerk derbarê parastina destkeftiyên jinan yên li Başûr û Rojavayê Kurdistanê hate dayîn.
Navenda Nûçeyan – Di çarçoveya kar û çalakiyên 8’ê Adarê de bi pêşengtiya Nûnertiya Jinên ji Rojavayê Kurdistanê yên li Silêmaniyê li ser parastina destkeftiyên jinan yên li Başûr û Rojavayê Kurdistanê semînerek hate dayîn.
Di semînê re de rojnamevan Bêrîvan Zerdeşt axivî diyar kir ku gotinên dijminane û qirêj li hember jin tê bikaranîn û got: “Di sedsala 20’an de jinan bi têkoşînê destkeftiyên mezin bi dest xistin. Ji bo parastina xak û welat li hemberî dijminan sekiniye. Jinan çek hilgirtiye û tevlî şoreşê bûne. Ev yek jî bûye sedem ku tundî bi rêbazên cuda li ser jinê bê kirin û berdêla vê bide. Niha jin berdêla herî giran ji ber jinbûnê dide.”
Bêrîvan Zerdeşt di dawiya axivtinê xwe de got: “Divê di warê yasayî û aborî de hewl bê dayîn ku destkeftiyên jinan li Başûrê Kurdistanê bê parastin.”
Endama Koordînasyona Kongra Star ya Rojavayê Kurdistanê Bêrîvan Xalid di destpêkê de 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û got: “Di dîroka Rojavayê Kurdistanê de çirûska şoreşê li ser mîrateya Tevgera Azadiya jinê xwe bi rêxistin kiriye. Hikûmeta Baasê rê nedida jin xwe bi rêxistin bikin. Sala 2005’an li ser têkoşînê xwe rêxistin kir û bi navê Kongra Star xwe bi sazî kir. Hikûmeta Baasê û desthlat ji hêza jinê ditirsin. Ji bo wê li pêşiya jinan dibû asteng ku xwe bi rêxistin nekin. Bi şoreşa 2011’an re jinan rêxistinbûna xwe ragihand. Jinan xwe bi rêxistin kirin û kongreya xwe li dar xist û bi navê Kongra Star dest bi kar kir.”
Bêrîvan Xalid balkîşand li ser armanca avabûyîna Kongra Star û got: Kongra Star rêxsitinkirina hemû jinan û civakê ye û got: “Bi rêxistinkirina jinan civak hişyar dibe. Bi pêş ve diçin. YPJ bûye îlham ji bo mîsogerkirina mafê jinan ya li Rojavayê Kurdistanê.”
Bêrîvan Xalid dibêje li Rojavayê Kurdistanê bi dehan destkeftiyê jinan heye û wiha dawî li gotinên xwe tîne: “Ew destkeftî niha ji ber hikûmeta demkî ya nû di xeteriyê de ye. Ji ber ku Hikûmeta Demkî ya Sûriye hizir û vîna jinê nabîne. Hevserokatiyê red dikin. Biryara me jinên Rojava ewe ku emê bi têkoşîn û yekgirtina xwe wê hişmendiyê dawî bikin.”