Bi înisiyatîfa xwe piştgiriyê dide kesên xwedî pêdiviyên taybet

Damezrînera Înîsiyatîfa "Astengdarî destpêkek e" Mona Amqî diyar kir ku hewl dide mafên bingehîn ên astengdarên li Sûriyeyê mîsoger bike.

RAMA XELEF

Şam – Di cîhaneke tijî zehmetî de, çîrokên kesên ku karîne zehmetiyan veguherînin tramplînan derdikevin pêş û ev kes nîşan didin ku biryardarî dikare astengan bişkîne û hêvî dikare di jiyana yên din de cûdahiyek rastîn çêke.

Mona Amqî ku tevî bi seqetiyeke laşî hatiye dinî jî, di warê hêzdarkirina astengdarên li Sûriyeyê de bûye dengek girîng. Dayîka wê piştevaniya wê kiriye û hiştiye ku xwendina xwe temam bike. Lê dema ku dayîka wê jiyana xwe ji dest daye, sala 2011'an di jiyana wê de xalek ji êşê afirandiye û bi depresyonê derbas bûye. Xwe ji jiyan, kar û zanîngehê vekişandiye û bi tena serê xwe maye.

Bi projeya xwe alîkariya astengdaran dike

Bi demê re Mona Amqî , bi îlhama şîreta domdar a diya xwe ya wekî "Divê tu berdewam bikî" hevsengiya xwe bi dest xist. Ji wir, fikra înîsiyatîfa wê ya "Astengdarî destpêkek e" çêbû. Ew ne tenê projeyek demkî bû, her wiha mîsyonek jiyanî bû ku armanc dikir piştgirî û hêzdarkirina astengdaran û entegrekirina wan a di bazara kar de pêk bîne.

Gelek zehmetî kişandiye  

Ji destpêka damezrandina înîsiyatîfê ve Mona Amqî û tîma wê, bi gelek pirsgirêkan re rûbirû mane. Di nav wan de zehmetiya aşkirina şirketan a ji şiyanên pîşeyî yên astengdaran û nebûna jîngehên xebatê yên bi awayekî têr amade kirî jî hene. Lê wê bi organîzekirina atolyeyên perwerde û hişyariyê û xebata ji bo avakirina hevkariyên ku stereotîpan dişkînin, ev astengî derbas kirin. Însiyatîf di peydakirina derfetên perwerde û kar a ji bo gelek kesan de serketî bûye û beşdarî baştirkirina jiyana wan a civakî û darayî bûye.

Ezmûnên wê derketin dervêyê Sûriyeyê jî  

Mona Amqî di her fersendê de, li rêbazên nû digeriya da ku piştgiriyê bide civakê. Di meha Remezanê de, wê û tîma xwe însiyatîfa "Taksî Îftar" dan destpêkirin. Malbatan teşwîq kirin ku rojane xwarinê bidin malbatên hewcedar. Ev yek, giyanê hevgirtinê û sadehiyê di dayînê de temsîl dike. Ezmûnên wê li derveyî Sûriyeyê, bi taybetî li Îmaratê, têgihîştinên nû li ser çawaniya baştirkirina rewşa astengdaran a li Sûriyeyê peyda kirin. Piştî vegera xwe, wê dest bi veguhestina van ezmûnan û sepandina wan a li ser erdê kir. Bi beşdarbûna di projeyên fermî de ku di nav de Rapora Diyaloga Neteweyî ji bo Kesên Astengdar jî heye, bi hevkariya Wezareta Karûbarên Civakî û Kar, bi armanca pêşvebirina polîtîkayên berfirehtir û dadperwertir, ev yek pêk anî.

Teslîmiyetê qebûl nake

Tevî serkeftinên xwe, Mona Amqî kêliyên westandinê yên ku dijî venaşêre. Her carê, ew motîvasyona xwe ya resen ji nû ve vedigerîn e. Ji bo wê, teslîmbûn qet vebijarkek nebûye. Pênc sal in Mona Amqî jiyaneke serbixwe jiyaye, ne tenê hewl dide ku têgihîştina civakê ya li ser kesên kêmendam biguherîne, di heman demê de hewl dide ku deriyên aramiya civakî û malbatî ji bo wan veke.

Nameya Mona Amqî ji bo kesên xwedî pêdîviyên taybet

Mona Amqî peyamek ji her kesê ku di jiyana xwe de bi zehmetiyan re rûbirû ye re dişîne û dibêje "Bi tiştên herî hêsan dest pê bikin û tevî westandin û bêhêvîtiyê jî berdewam bikin. Di dawiyê de, cîhan dê wan kesên ku qet dev jê bernedan bi bîr bîne."