‘Bi hêviya ku ev bibe Newroza azadî û wekheviyê’
Hunermendên jin ên Qamişloyî ku balkişandin ser girîngiya Newrozê, gotin ku “Em di wê hêviyêde ne ku ev Newroz bibe Newroza wekhevî û azadiyê.”
NEXEM ÇAÇAN
Qamişlo – Ji bo gelên Arî Newroz rihê berxwedan û têkoşînê ye. Rihê Newrozê ne tenê pîrozkirina çandek e. Ew di heman demê de nûjenkirin û daîmîkirina rihê berxwedan, têkoşîn û naskirina dîrok û çandekê ye jî. Lewra Newroz, bîra dîrokê ye. Hertiştî di nava xwe de dihewîne. Yek ji vana jî çand e. Hunermendên ku wê bi hûner û çanda xwe beşdarî pîrozbahiya Newrozê bibin, ji ajansa me re axivîn û gotin: “Em di wê hêviyê de ne ku ev Newroz, bibe Newroza wekhevî û azadiyê.”
‘Îro em wekî Kurd li her çar perçeyên Kurdistanê hevgirtî ne’
Hunermend Mizgîn Tahir di despêka axaftinên xwe de Newroza îsal li her car pirçeyên Kurdistanê pîroz kir û wiha got: “Ez hêvî dikim ku Newroza îsal. ya herî xweş be ji bo Kurd û Kurdistanê. Rewşa ku em wekî Kurd tê de derbas dibin, di Rojhilata Navîn de rewşeke pir zehmet e, em hêvî dikin ku qolincê zayîna azadiya Kurdastanê be, ji ber ku bazar li ser Kurdan tê meşandin. Heta niha ji hevdû derxistina Rojhilata navîn û rewşa Kurdan hinekî ne zelal e, ji bo me her kesî ne tenê ji bo Hunermendan. Dewletên Hegemonîk Rojhilata Navîn ji nû ve perçe dikin. Tiştê herî baş ku di vê rewşê de çêbû, îro em wekî Kurd hevgirtî ne li her çar perçeyên Kurdistanê û em wekî gel ruhek in û ew semiyanê hebûna Kurd e.”
‘Hunermendan ji bo hebûna Kurdan rolekî girîng û mezin lîstin’

Mizgîn Tahir da zanîn ku hunermendan ji bo hebûna Kurdan rolekî girîng lîstine û bi van gotinan, bal kişand ser girîngiya hunermendan a di parastin û pêşxistina çanda gelê Kurd de: “Di vê Newrozê de barê me wekî hunermend li ser mile me ye ku em piştgiriya rewşa hebûna Kurdan bikin, bi taybetî rewşa yekîtiyê. Parastina gelê Kurd, parastina nirxên ku me bi dest xistî ye, xwedî derketina li şehîdan, yên ku heta dawî emê deyndarên wan bin û bi sedema wan em îro bi rihetî jiyan dikin. Em wek hunermend, li ser çanda xwe ne. Çanda me hişt ku di dirêjbûna vê sedsala ku Kurd bindest bûn di nava çar dewletên dîktator û zalim de, hebûna Kurd li ser lingan man. Ji ber Çand û dîroka Kurd ya xurt bû. Hunermendan ji bo hebûna Kurdan rolekî girîng û mezin lîstin. Her şoreşek ku çêbû bû destanek, ji destana Kela Dindimê û destana Derwêşê Evdê û wiha destan berdewam kirin. Bi van nirxên pîroz, hunerên wan li ser rûyê erdê hiştin.”
‘Newroz li hemû Kurdistaniyan û her çar perçeyên Kurdistanê pîroz be’

Mizgîn Tahir destnîşan kir ku Newroza îsal hêja ye lê hinekî li ser Kurdan zehmet e û bi vî rengî dawî li axaftina xwe anî: “Ji ber ku şerê me li Rojhilat heye û dîlgirtiyên me hene. Lê wê Newroz her hebe û her bimîne. Em hewl didin ku bi van astengiyan bi qîmeta welatê xwe bizanibin. Pêwîst e her kes li nirx û destkeftiyên vê şoreşê xwedî derkeve. Her kes di cihê xwe de û li gorî exlaqên xwe karê xwe dirûst bike, bi vî rengî wê welat çêbibe. Welatê me bi sedan salan di bin destan de maye. Ewê astengî derkevin, lê bi hevgirtina me bi hevre û xwedî derketina li nirxên me, emê biser bikevin. Carek din Newroza gelê Kurd li hemû Kurdistaniyan û li her çar perçeyên Kurdistanê pîroz be.”
‘Hunermend roniya riya tarîtiyê ne’

Hunermend Newroz Silêman, Newroza 2026`an li tevahiya cîhanê pîroz kir û wiha pê de çû: “Hunermend roniya riya tarîtiyê ne, dengê civaka windayî ne, dengê berxwedan û tekoşîna ku di bin lepên qirkirinê de mabû ne. Hunermend îro dibe dengê wê şoreşê, wê civakê, wê êşê û derdixe hole li Newrozê li ser wê dikê geş dike, zindî dike û bi dengên xwe Newrozê dighêjin tevahiya cîhanê.”
‘Hêvî dikim ku sala serkeftinê be’
Newroz Silêman destnîşan kir ku çîrok, bûyer, êşa berxwedaniya Newrozê û serhildana Newrozê hunermend bi deng, awaz û sitranên xwe derdixe hole û wiha got: “Di serî de li ser dikê bi agirê ku her sal tê bilindkirin, dengê xwe jî bi wî agirî bilin dike. Wekî hunermend rola me ya herî girîng li ser dika Newrozê ku em dengê xwe bilind bikin, ji hunermendan tê xwestin bi dengê xwe, bi her kesekî re wê êşa ku bi hezaran salan parve bikin. Em dibêjin Newroza 2026`an li tevahiya cîhanê pîroz be û em hêvî dikin ku sala serkeftin, serkeftin û serkeftinê be.”