Bi hevgirtinê aktivîsta Belûc Turan Hamelzehî ji girtîgehê rizgar bû
Parêzvana Mafan a Belûc Turan Hamelzehî ku ji ber piştevaniya bi malbatên mexdûrên ‘Îna bi xwîn’ re cezayê girtîgehê lê hatibû birîn, bi kefaleta 400 milyon Tumen ji ketina girtîgehê rizgar bû.
Navenda Nûçeyan – Li gorî Kampanyaya Aktivîstên Belûcistanê, dosyaya doza aktivîsta civaka sivîl a Belûc Turan Hamelzehî, piştî kefaleta 400 milyon Tumen hat girtin.
Turan Mamelzehî ku berê ji ber destek dabû malbatên mexdûrên ‘Îna bi xwîn a Zahîdan û Hacş’ ji aliyê meqamên darazê û ewlehiya Komara Îslama Îranê ve dihat şopandin û ji ber sûcên ‘kişkandina gel’ û ‘propagandaya li dijî rejîmê’ 6 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.
Cezayê girtîgehê veguherand cezayê pere
Di meha Mijdara îsal de, ji ber giranbûna rewşa wê ya tenduristiyê û hewldanên parêzeran, dagdehê cezayê girtîgehê yê Turan Mamelzehî veguherand cezayê pere. Ji bo girtina dozê 400 milyon Tumen dihat xwestin.
Aktivîsta civaka sivîl Turan Mamelzehî, li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ragihand ku ger pere nerazîne wê ji bo kişandina cezayê xwe radestî girtîgehê bibe. Lê belê aktivîst û parêzvanên mafan, ji bo Turan Hamelzehî nekeve girtîgehê, pere kom kirin.
Turan Hamelzehî, diyar kir ku berê jî bi caran rastî gefan hatiye, bangî wê kirine, hatiye derbkirin û hewl dane bi çekê wê bikujin û got: “Tenê sûcê min ew e ku ez li kêleka malbatên ku kesên xwe winda kirine sekinîme.”