Bi hatina zivistanê re rewşa koçberên Xezayê zehmettir dibe
Reşîde Merûf ji wan jinan e ku barê şer hilgirtiye ser pişta xwe û bi hatina zivistanê de di nav rewşekê zehmettir de ne. Reşîde Merûf a ji Xezayê behsa jiyana xwe ya koçberiyê û zetmehtiyên ku dijî kir û got: “Em her roj dimrin.”
NEXEM KERACE
Xeza – Ji ber êrişên Îsraîlê yê bi ser Xezayê ku ji 7’ê Cotmeha 2023’an heya niha bê navber didome bi hezaran kes ji cih û warên xwe bûn û neçar man koçber bibin. Stadyuma Yermûk a li bakurê Xezayê dikeve veguheriyê cihê koçberan. Bi hezaran malbatên koçber li Xezayê di rewşên gelekî xirab de ne û madeyên sereke mîna betanî sotemenî û xwarin tune ne. Her wiha komeleyên alîkariyan jî di gelek zehmetiyan re derbas dibin ji ber jêder hindik in.
Reşîde Merûf a ji Xezayê ji wan jinan e ku barê şer hilgirtiye ser pişta xwe. Reşîde Merûf behsa jiyana xwe ya koçberiyê û zetmehtiyên ku dijî kir û got: “Em her roj dimrin.”
Reşîde Merûf di gel zehmetiyên koçberiyê anî ziman ku beriya çend rojan ji ber bayê hişk konê wan firiyaye û got: "Min hewil da ez kon bi destê xwe bigrim. Ez naxwazim bi ser me de bifire. Ba ji min xurttir bû. Ji nişka ve min dît kon li ser me ye û hemû cilên me di nav avê de mane. Ev cil hemû tiştên min bûn. Ji bilî wan di bingeh de li cem me tune ye. Serma me dixwar. Ne ez û ne keça min dikarin şevekê razên."
‘Zivistan ji şer girantir e’
Reşîde Merûf a got "Ev zivistan ji şer girantir e” wiha domand: “Di şer de ez ji moşekan ditirsiyam lê niha ez li ser keça xwe ji sermayê ditirsim. Lawê wê yê biçûk ji ber sermayê bi ricifînê ket. Nizanim çi bikim." Reşîde Merûf çîroka azara xwe vedibêje û wiha dewam dike: "Şev û roj dengê kuxika wan ji guhê min nakeve. Ji min dixwazin ez wan germ bikim. Ez ê ji wan re cil û betaniyên gerê ji ku derê bînim."
‘Her roj zarokên min li ber çavên min dimrin’
Reşîde Merûf bi van hevokan behsa zehmetiyên ku bi zivistanê re zêdetir bûn dike: "Em her roj dimrin. Ev zivistan zivistana herî zehmet e bi ser me de hatiye. Min gelek caran hêvî kiriye em vegerin malên xwe heta eger rûxandî be."
Reşîde Merûf azarên koçberan wiha anî ziman: "Xweziya ez bimrama berî min bidîta her roj zarokên min li ber çavên min dimrin. Ez çi bikim? Zarokên min ji serma re digrîn. Ez nikarim tiştekî bikin ji bo wan germ bikim. Heta bi êzingan me peyda nekir û me nedîtin. Em cilan ji bo germkirinê dişewitînin lê belê bi lez agirê wan vedimire. Em nizanin li ku deverê cilê xwe bugherin. Her dever xuya dike û xelk di kampê de tijî ne."