Bi hatina zivistanê re koçberên jin ên Idlibê bi fikar in
Bi nêzbûna zivistanê re jinên koçber ên li kampên Bakurê Idliba di bin dagirkeriya dewleta Tirk de de ye di nav zehmetiyan de ne. Bi dehhezaran malbat li kampên ku ji paçan hatine sazkirin dijîn.
HEDÎL EL OMER
Idlib – Jinên koçber ên li İdliba dibin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî de ye weke her car bi hatina zivistanê re bi zehmetiyan re rû bi rû ne. Ji ber binesaziya guncaw tune ye û di encam de xeteriya derbasbûna avê konan zêde ye jin di rewşên gelekî zehmet re derbas dibin.
Madeyên parastinê û qapaxên kampan ên li dijî avê her wiha awayên germkirinê yên herî biçûk ji pêdiviyên girîng in ku wê azarên koçberan ên berdewam sivik bikin. Jinên koçber ên li kampan de dijîn ji ajansa me re fikarên xwe anîn ser ziman.
‘Zivistan di kampê de kabûsek ku xwe nû dike ye’
Hemîde El Boşnaq jineke 30 salî ye koçber e li kampên Berdeqlî li bakurê Idlibê ji beriya 4 salan dijî got: "Zivistan di kampê de kabûseke xwe nû dike ye. Em bi demê re şer dikin ji bo em karibin konên xwe saz bikin. Lê belê di dawiyê de jî av derbasî hundir dibe, serma û şilbûnê bi xwe re tîne. Zarokên min ji serma bi şev ji xewê şiyar dibin. Di nav destê me de tenê betaniyên tenik hene."
Hemîde El Boşnaq diyar kir ku ew hewil daye konê xwe gelek caran saz bike û qetên paçan û qapaxên plastîk mîna salên berê bikar bîne lê belê ba û baran nehiştiye ku ew amadekarî bike. ji hemû amadekariyê wê xurttir bûn. Hemîde El Boşnaq got ku ew dixwaze ji zarokên xwe re biçe cihekî germtir û konekî baştir bidest bixe lê belê tiştek di destê wê de tune ye ji ber kesek alîkariyan pêşkêş nake.
‘Tiştên herî biçûk dibin zehmetiyên herî mezin’
Fatma El Zikra ya 41 salî jî koçbereke li kampên Wehla li Bakurê Idlibê dimîne dayîka 5 zarokan e û dibêje: "Zivistana borî ava baranê derbasî konê me bû. Ez neçar mam zarokên xwe bibim mala yek ji xizmên me. Em şevên dirêj şiyar diman ji ber sar bû. Ji ber kêmbûna betaniyan jî nîşaneyên nexweşiyan li me derketin. Ez nikarim zarokên xwe careke din di vî halî de bibînim. Tiştên herî biçûk mîna germkirina xwarinê yan şûştina cilan dibin zehmetiyên herî mezin. Bi kêmbûna awayên bi ewle jî em neçar dibin agir li derveyî kampê vêxin lê belê tirsa ji qezayan berdewam e. Ez bi hêvî me em karibin li cihekî bijîn zarokên me ji serma zivistanê û nexweşiyên wê biparêze."
Bang li civaka sîvîl kir
Cemîla El Şihamî jineke temen mezin e bi tena xwe dijî û kesek tune alîkariya wê bike ku konê xwe saz bike û got: "Dijwarbûna jiyanê û koçberî her wiha wendakirina min ji zarokên min re hiştin ez bi tena xwe debara xwe bikim lê belê serma rehmê nake. Ez nikarim sermayê rawestînim jî. Erd ax e piştî her baranê şil dimîne di encam de serma zêdetir dibe."
Cemîla El Şihamî bang li rêxistinên civaka sîvîl kir ku alîkariya wan bikin erdên text ji wan re peyda bikin ji ber ew nikarin zivistaneke din dijwar derbas bikin.