‘Bi hatina Talîbanê re li Efganistanê pêvajoyek tarî destpê kir’

Parêzvana mafên jinên Efganî û Psîkolog Yelda Ahmed destnîşan kir ku bi hatina Talîbanê ya desthilatiyê re, li Efganistanê pêvajoyek tarî destpê kiriye û got ku kesên berê li welat gendeliyan kirine, niha jî dibin qaşo dijber.

BAHARAN LEHÎB

Navenda Nûçeyan – Di çar salên borî de, jinên Efganî ezmûnên dijwar û bi êş kişandine. Hem wekî yên ku di nav welêt de mane û hem jî wekî yên ku neçar mane koç bikin. Êşa mirovan, nemaze jinan, ne tenê bi xizanî, bêkarî û bêparbûna ji mafên bingehîn ên mirovan ve jî sînordar bûye. Di demên dawî de, bi qutbûna înternet û torên din ên ragihandinê re, ew bi rojan e nikarin hezkiriyên xwe bibhîzin, ji perwerdehiya xwe hatine qutkirin û karên xwe yên serhêl winda kirine. Ev rewş heta roja îro jî berdewam dike. Mirov her roj di nav fikarên nû de dijîn, ji ber ku nûçeyên nûbûna înternet an torên ragihandinê pir caran li ser medyaya civakî belav dibin. Ji bilî wêrankirina psîkolojîk, ev rewş ji bo raya giştî û bazirganan jî bûye sedema windahiyên aborî. Kiryarên wiha ji bo civaka Efganî birînek kûr temsîl dikin, birînek ku xuya dike ku di salên pêş de ne mimkûn e vemire.

Talîbanê tarîtiyê bi xwe re anî

Di vê çarçoveyê de, parêzvana mafên jinên Efganî û Psîkolog Yelda Ahmed nerîn û ezmûna xwe ya kesane ya bi qutbûna înternet û torên ragihandinê re, parve kir. Yelda dibêje: “Bi hatina Talîbana nezan a ji bo desthilatê re, gelê Efganî rojên herî tarî yên jiyana xwe dijî. Carna heta nefesgirtin jî dijwar e. Talîban roj bi roj bi awayekî sîstematîk qada jiyanê ya gelê Efganî, bi taybetî ji bo jinan, teng dike.”

Yelda balê dikşîne ser pirsgirêkên ji ber hatina Talîbanê derketine holê û wiha berdewam dike: “Ji aliyek ve girtina dibistan, zanîngeh û ofîsan ji bo jinan û fermanên ku dijminê jinan dane, ji aliyê din ve girtina înternetê ya dawî ya li seranserê welêt, tenê çend pirsgirêkên sereke ne ku mirov neçar in rojane pê re rûbirû bimînin.”

Qutkirina înternetê bandorek neyînî li jiyanê kir

Li Efganistanê qutbûna înternetê ya 74 demjimêran, tengasiyek girîng çêkir. Gelek kes li ser înternetê dixebitin, dixwînin, an jî karsaziyê dikin. Vê yekê bandor li hemûyan kir. Ji bilî vê, raya giştî tirs û panîkek mezin dît. Ew ditirsiyan ku şer dikare di her kêliyê de ji nû ve dest pê bike, ku ew ê neçar bimînin ji malên xwe birevin û ku hezkiriyên wan werin kuştin. Tê zanîn ku ajansên siyasî, leşkerî û îstîxbaratê li pişt qutbûna înternetê bûn. Vê rewşê gel xist nav tirs û fikarek hîn mezintir, ji ber ku wan hîs kir ku her aliyekî jiyana wan di bin kontrola domdar de ye. Hemû derfet û cihên jiyanê ji wan dihatin stendin.

Lê dîsa jî, Yelda Ehmed baweriya xwe bi gelê xwe diparêze û dibêje: “Dîsa jî, baweriya min bi gelê min mezin e. Her çiqas biçûk bin jî, ew ê bikaribin rêyên berxwedanê bibînin. Ji ber ku ew dizanin ku ji bilî wan xilaskar tuneye.”

Sûcdarên berê, bûne qaşo dijberên îro

Yelda her wiha behsa civîneke dawî ya li Pakistanê dike û wiha dibêje: “Di demên dawî de, komek bi navê dijberiya qaşo ku ji mêr û jinan pêk dihat, lê berê beşdarî gendelî û sûcên li Efganistanê bûye, li Pakistanê civiya. Armanc qaşo guhertina rewşa li Efganistanê bû, bi taybetî dîtina rêyek derketinê ji bo jinan... Gelê me pir baş dizane ku van kesan di demên berê de ceribandinên xwe derbas kirine. Niyeta wan tune ku dîsa bikevin nav derewên van mêr û jinên sûcdar û manîpulatîf. Ev kes tenê xema tijîkirina bêrîkên xwe dikin. Ji ber vê yekê, heya ku gel hêza xwe fêm neke û bi çavkaniyên xwe yên sînorkirî serfiraziyê bidest nexe, guhertin dê ne mimkun be.”