‘Bi felsefeya Jin Jiyan Azadî em ê asta têkoşînê bilind bikin’

Bi boneya nêzbûna 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê jinên ji pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryan ên bajarê Qamişloyê dan zanîn ku wê bi felsefeya Jin Jiyan Azadî û hevgirtina pêkhateyan têbikoşin û mafên xwe biparêzin.

ZEYNEB ÎSA  

Qamişlo – Di Şoreşa Rojava de, jin ji bo heman armancê, ji bo azadî û edaletê têkoşiyan. Jinên Kurd, Ereb û Suryan di meydanên têkoşîn û çalakiyên sivîl de bi hev re bûn, piştrast kirin ku azadiya jinan deriyê rastîn ê avakirina civakeke demokratîk e ku her kesê hembêz dike. Ev hevgirtin ne tenê nîşandana piştgiriyeke demkî bû, veguherî hêzeke civakî, rewşa jiyana hevbeş li herêmê ji nû ve bi teşe kir.  

Bi boneya nêzîkbûna 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên cîhanê jinên ji pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryan ên bajarê Qamişloyê ji ajansa me re dan zanîn ku wê bi felsefeya Jin Jiyan Azadî û hevgirtina pêkhateyan têbikoşin heta ku mafên xwe bi dest bixin.   

‘Jin di hemû qadên civakê de bûn xwedî biryar’ 

Şepal Yusif diyar kir ku jinên Kurd, Ereb û Suryan bi hevgrtina xwe wê asta têkoşînê bilind bikin û got: “Kesayeta herî girîng û bingeha civakê jin in. Jinên cîhanê bi taybetî jinên Kurd ji bo qezenckirina mafên jinan têdikoşin. Jin bi sedan salan têkoşiyan. Jinan di hemû qadên jiyanê de berxwedan û têkoşîn dan meşandin di qadên siyasî, lêşkerî, çandî, hunerî û aborî de, ev têkoşîna ku hat meşandin êdî jinên ku ji ber zihniyeta baviksalarî nikaribûn hebûna xwe diyar bikin jê sûd girtin û her jinek di qadên civakê de cihê xwe digre. Em ê weke jinên Kurd, Ereb û Sûryan bi hevgirtina xwe asta têkoşînê bilind bikin û 8’ê Adarê roja jinan li hemû jinên cîhanê pîroz bikin.”   

Soza ji bo têkoşînê 

Meryam El-Heyanî soza têkoşîna xwe weke jineke Ereb ji bo avakirina civakek demokrat dubare kir, 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Beriya ku şoreşa Rojava bi pêşengiya jinan were destpêkirin rejîma baasê mafên jinan binpê kiribû. Jin bi gelek zehmetiya re rûbirû man, piştî ku şoreşa Rojava bi pêşengiya jinan dest pê kir jinên ji hemû pêkhateyan bi hevgrtin bi hev re jiyan û dest bi têkoşîna xwe ya ji bo bidestxistina mafên xwe kirin. Jin bûn cihê biryarê û têkoşîna xwe ya bi salan berdewam kirin da ku civakek demokratîk ava bikin û mafên hemû pêkhateyan were parastin. Bi bonya 8’ê Adarê em soza têkoşîna xwe nû dikin û Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li hemû jinan pîroz dikin.” 

‘Bi felsefeya Jin Jiyan Azadî em ê bi hev re têbikoşin’ 

Sebah Şabo da zanîn ku wê bi felsefeya Jin Jiyan azadî têbikoşin da ku mafên jinan di destûra nû ya Sûriyeya de cih bigrin û wiha bi dawî kir: “Em nêzî 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê dibin. Jin bi têkoşîna xwe ya bi salan gihîştin mafên xwe. Em ê jî weke jinên herêma Rojavayê Kurdistanê ku ji destpêka Şoreşa Rojava ve me destkeftiyên mezin bi dest xistin û têkoşîneke bêhempa da meşandin; destkeftiyên xwe biparêzin. Yek ji destkeftiyên me ew e ku jin xwedî biryar in. Ji bo em van destkeftiyan biparêzin divê hemû jin bi hev re, bi felsefeya Jin Jiyan Azadî têbikoşin da ku em mafên xwe di destûra Sûriyeyê ya nû de bigrin bin temînatê.”