‘Bi êrîşa li ser miriyan hewl didin bîra civakî tune bikin’

Hevberdevka Însiyatîfa Edalet û Rêzdariya ji Miriyan re Derya Aydin diyar kir ku bi êrîşên li dijî cenazeyan hewl didin bîra civakî tune bikin û got: “Armanc ew e ku girêdana polîtîk a di navbera zindî û miriyan de tune bikin.”

PELÎN OZKAPTAN

Stenbol- Êrîşên li dijî cenaze û goristanan bi salan e didomin. Îşkenceyên ku li bedena miriyan tên kirin, texrîbkirina goristanan û rêbazên weke nedayîna cenazeyan, hem ji bo kesên mirî hem jî xizmên wan weke polîtîkaya şîdetê tê bikaranîn. Di sala 2020’yan de hestiyên Yilmaz Uzun ê HPG’î piştî 3 salan di nava qutiyek de teslîmê malbata wî hat kirin.

Hevseroka Însiyatîfa Edalet û Rêzdariya ji Miriyan re Derya Aydin ku li dijî van êrîşan hat avakirin got: “Şîdeta li dijî miriyan polîtîkayek e û bi polîtîkayên şîdetê yên din ve girêdayî ye, heta ji bo temamkirina wan e. Ji ber wê divê em vê mijarê bi yên din re binirxînin.”

Derya Aydin diyar kir ku wek însiyatîf wan diyar kirine ku şîdeta li dijî miriyan bi her awayî heye, aliyê wê yê dîrokî jî divê were dîtin û bi awayê zêde tê pêkanîn û wiha domand: “Ev şîdet, li ser kesên ji derveyê nasnameya Tirk, Sunî û mêrane tê pêkanîn. Li dijî cenazeyên jinên ku ji ber şîdeta mêr dimrin, cenazeyên penaberan... Li dijî hemû kesên xwedî nasnameyên ku ji bo pergalê meqbûl nîn in tê kirin. Wan mirovan çawa ku di jiyana xwe de rastî netewperestî, vederkirin û şîdetê dihatin, di mirina xwe de û di gorên xwe de jî rehet nayên hiştin.”

‘Mirin careke din zemîna berxwedanê çêdik’

Derya Aydin bal kişand ku mirovên polîtîk dema dimrin, di civakê de şopa berxwedanê dihêlin û dibin bîr û diyar kir ku loma li dijî vê yekê êrîş zêde dibin û wiha got:

“Dema ku em li erdnîgariya Kurdistanê dinêrin, dijwariya şîdetê xuya dibe. Bi taybetî li dijî mirina kesên polîtîk, bedena miriyên PKK’yan, rastî her cure şîdetê tên. Di erdnîgariyeke wiha de mirov bi cîhana xwe ya manewî û hestiyarî re, bi nirxên ku têkoşînê didin domandin re li dijî vê texrîbata piralî hewl didin bisekinin. Li navenda van nirxan kesên polîtîk ên jiyana xwe ji dest dane hene. Ji bo armanceke diyar. Van kesan dema ku li dijî mêtinkariyê xwestin hebûna xwe, warên xwe biparêzin di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dan. Mirina wan kesan li ser civakê bandoreke mezin çêdike. Bêguman mirina kesan jiyanê nîvî dihêle lê ya kesên têkoşer li ser civakê bandorên mezin çêdike. Ji ber wê ye ku mirov li wan kesan xwedî derdikevin, mirin ji nû ve dibe berxwedan û bîr. Dibe zemîn ku mirin her dem têkoşîna xwe bidomînin.”

‘Qetilkirina jinan di bin navê nemûsê de şerê li dijî azadiya me ye’

Derya Aydın, got ku li jinên ji aliyê mêran ve tên qetilkirin, tenê jin xwedî derdikevin û tiştên tên jiyîn bi van gotinan bi bîr xist:

“Li Mêrdînê jina bi navê Şemşiye Allak, di sala 2003’yan de ji aliyê malbata xwe ve bi recmkirinê hatibû qetilkirin. Li cenazeyê wê yê ku li erdê mabû, jin xwedî derketibûn. Li cenazeyên jinên ku bi şîdeta mêr hatin qetilkirin, jinên rêxistinkirî xwedî derketin ji salên 1990’î heta niha.”

‘Têkoşîna jinan a neteweyî ji sînorên netew dewletan derbas bûye’

Derya Aydin bi gotinên; “Li Efrînê, li Rojava bi taybetî li dijî bedena jinan îşkence zêde ye” wiha domand: “Dirûşma Jin jiyan azadî ku xwedî kokeke dîrokî ye, li hemû cîhanê hat bihîstin. Şoreşa Rojava bi navê şoreşa jinan te naskirin. Li Îranê sala borî bi qetilkirina Jîna Emînî re, ev dirûşm bilind bû. Şîdeta ku li Îranê li dijî jinan zêde bû, li pêşiya têkoşîna wan nebû astengî. Jin li dijî wê yekê têkoşîneke rêxistinkirî û cidî dimeşînin. Ji bo cenaze bi awayê baş werin definkirin, rêxistinan ava dikin. Ango têkoşîna hevpar a bi rêxistinbûyî ji sînorên netew dewletan derbas bûye lewre dizanin ku ev yek siyaseta mirinê ye û li dijî jinan bi zanîn ketiye meriyetê.”

‘Divê di nava mafên mirovan de mafên miriyan jî hebin’

Derya Aydin behsa asta şîdeta li ser miriyan jî kir û wiha domand: “Me panelek bi sernavê ‘Di şîdeta li ser miriyan de cihê hiqûqê’ li dar xistibû. Ji derveyî welat û ji Tirkiyeyê hiqûqnasên gelek hêja beşdar bûbûn. Di panelê de Dîlek Kurban gotibû ‘Di hiqûqa navneteweyî de nêzîkahiyek ku rewşa însanbûnê bi mirinê re bi dawî dibe heye.’ Di paneleke din a bi sernavê ‘Şîn, bîr û polîtîka’ de Murat Çelîkkan gotibû; ‘Mafên mirovan divê mafên miriyan jî di nava xwe de bigre.’”

Derya Aydin got ku ev mijar ne tenê polîtîk, mijareke etîk e û wiha got: “Etîk e lewre mirin ji bo hemû zindiyan e û rêzdariya ji miriyan re rêgezek e. Polîtîk e lewre her awayê şîdeta li dijî miriyan, bi nêzîkahiyeke polîtîk tê sazkirin.”

‘Di hiqûqê de cihê mafê miriyan tune ye’

Derya Aydin diyar kir ku di hiqûqa neteweyî û navneteweyî de îfadeya ‘mafê miriyan’ ku mafên miriyan diparêze tune ye û da zanîn ku tenê di warê rêzdariya ji bîranîna miriyan re, bi awayê bi rêkûpêk veşartina cenazeyan û eziyetnekirina li yên mayî heye.

‘Her kes hem rastî şîdetê tê hem jî dibe şahid’

Derya Aydin, got ku li dijî şîdeta her diçe zêde dibe riya têkoşînê heye û wiha got:

“Beriya her tiştî divê em bi têgehên rast biaxivin. Xebatên li ser qirkirin, pratîkên bi şîdetê (Holokost, 1915 û hwd.) zêdetir mexdûrên şîdetê wekî ‘qurban’ îfade’ dike. Carna bi hiqûqê, carna jî di çarçoveya wijdan de behs tê kirin. Divê em ji derveyî van tevbigerin. Weke Însiyatîfa Edalet û Rêzdariya ji Miriyan re me di hemû xebatên xwe de bal kişand ser vê yekê: Em ê wek saziya civaka sivîl, akademîsyen, siyasetmedar, rojnameger, li ser vê mijarê nexebitin. Em ê bi hev re bixebitin. Her kes dibe ku hem bi xwe rastî şîdetê hatibe, bibe şahid jî. Bêguman îla divê ku neyê serê me lê li erdnîgariya em lê dijîn, ji derveyî mêrîtiya sunî, em behsa şîdeta ku li ser beşek tê kirin dikin. Divê kesên ku dixwzin li dijî vê yekê têbikoşin, agahiyên rast bi bigrin û bidin, bixwazin piştigiriyê bidin, rûbirû bi hev re biaxivin.”

‘Divê piştgirî û têkoşîn mezin bibe’

Derya Aydin bi gotinên; “Mînak şîdeta li dijî Ermeniyan, li dijî Suryanî, Êzidî, Yahûdiyan… Li ser vana li akademiyên Tirkiyeyê pir kêm agahî hene” bal kişand ser girîngiya arşîvkirinê û wiha got:

“MEBYA-DER a ku di vê mijarê de xebatên xwe didomîne û saziyên beriya wê, têkildarî cenazeyan di her warî de dixebitin, dibînin û defin dikin lê qeyd tune ne. Weke hiqûqî divê em zêdetir serlêdanan bikin. Tenê divê ku komên ku vê mijarê ji bo xwe peywir bibînin hebin. Saziyên weke Dayikên Şemiyê, ANYAKAY-DER, MEBYA-DER’ê bi taybetî li bajaran divê bi saziyên têkildar re têkilî hebin û têkoşîne mezin bibe. Halîse Aksoy a ku hestiyên kurê wê bi kargoyê jê re hat şandin, di girtîgehÊ de ye û bi cezayê 15 salan tê darizandin. Divê mirov li ba bavê hakan Arslan, cenazeyê jina kuştî ya li erdê mabû, cenazeyên penaberên ku li Wanê piştî helandina berfê derkeketin holê be. Deryaya Egeyê bû goristana penaberan divê li cenazeyên li wê derê em xwedî derbikevin. Divê mirov bi Komeleya Pira Gelan a ku ji bo vê yekê têdikoşe re bi hev re be.”

‘Xebatên baştir pêwîst in’

Derya Aydin bal kişand ku divê xebat li hemû cihan werin kirin û bi vî bangê bi dawî kir: “Tenê bi avakirina komeleyek li Stenbolê em nikarin li dijî van êrîşan rawestin. Divê hûn li Şirnex, Edîrne, Xetay, Îzmîr û li her derê bin. Gelek kesên ku dixwazin di vî warî de bixebitin hene, beşdariya her kesê girîng e. Însiyatîfa Rêzdarî û Edaleta ji Miriyan re yek ji van xebatan e. Her kes dikare tê de cihê xwe bigre û bixebite.”