Bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ çalakiyên xwendekaran didome
Sê rojin xwendekarên zanîngehên Îranê li dijî qetilkirin û girtina xwendekaran ya di dema xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê de bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” di nava xwepêşandanan de ne.
Navenda Nûçeyan – Çalakiya xwendekarên zanîngehên cûrbecûr ên Îranê yên ji bo bibîranîna kesên ku di xwepêşandanên Îran û Rojhilatê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dane, di roja 3’emîn de bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” û “Mirin ji bo dîkdator” didome.
Zanîngeha Zehra jî beşdarî xwepêşandanan bû. Xwendekaran, bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” û “Mirin ji bo dîkdator” berz kirin û ala Komara Îranê şewitandin. Zanîngehên Emîrkebîr, Beheştî û Şerîf Teknîkî jî, veguherîn qadên protestoyên xwendekaran. Xwendekaran, bi dirûşmeyên mîna "Netirsin, netirsin, em hemû bi hev re li vir in” çalakiyên xwe domandin.
Di dema xwepêşandanên xwendekaran de, hate ragihandin ku li Zanîngeha Tehranê tedbîrên ewlehiyê hatine zêdekirin û rê li ber hin xwendekaran hatiye girtin ku bikevin kampusê. Tevî vê yekê jî, li Zanîngeha Tehranê ji bo 40 rojî ya xwendekara zanîngehê Zehra Bahlolipur a hate qetilkirin bîranîn hate li dar xistin. Di çalakiya bîranînê de xwendekaran dirûşmeya "Jin, Jiyan, Azadî" berz kirin.