Bi destpêkirina demsala çandiniyê re qezayek din: 3 zarokan jiyana xwe ji dest dan
Li Karamanê wesayîdeke ku karkerên çandiniyê tê de bûn ket çem, sê zarok mirin, çar kes birîndar bûn. Qezayê careke din mijara rêwîtiya bi ewle ya karkerên çandiniyê yên demsalî derxist holê.
Navenda Nûçeyan – Bi germbûna hewayê û destpêkirina demsala çandiniyê re, rewşa karkerên çandiniyê yên demsalî zêdetir tê rojevê. Nebûna veguhestina ewle ji bo van karkeran dibe sedema qezayên trafîkê yên kujer.
Li gundê Kizik ê nêzî navenda bajarê Karamanê, wesayîdek ku ji hêla M.I. ve dihat ajotin ji rê derket û ket çem. Bi alîkariya kesên di wesayîdê de bûn, dê, bav û du zarokên tê de hatin rizgarkirin. Lê zarokên din ên di wesayîdê de asê mabûn, Mehmet Mustafa Îzol (4), Ramazan Îzol (12) û Mehmet Sînan Îzol (5), jiyana xwe ji dest dan.
Birîndaran ji bo dermankirinê birin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Karamanê.