Bi çêkirina xwarina şervanan tevkarî didin şoreşê

Endamên Kongra Star bi kêf û coşekî mezin xwarinê ji şervanan re amade dikin û diyar dikin ku ewê heta dawî piştgiriya şervanên xwe bikin.

NEXEM ÇAÇAN

Qamişlo- 
Li gelek welatan di şerê gel ê şoreşgerî de tiştê herî girîng, peydakirina pêdiviyên şervanan e. Ev erka pîroz jî, her tim ji aliyê jinan ve tê kirin. Jinên Qamişloyê jî di peydakirina xwarina ji bo şervanên li çeperên şer de, roleke girîng dilîzin. Tevlîbûna wan ji şer wêdetir diçe, di heman demê de bi amadekirina xwarinên ku wekî peyamek bihêz a piştgiriya ehlaqî û hestyarî xizmet dikin, moralê şervanan bilind dikin. Ev jin xwe di dilê şerê rojane de dibînin, bê westan dixebitin da ku xwarinê amade bikin ku hêvî û dilrihetiyê di şervanan de diçîne. Ev xwarin ji xwarinê bêtir in; ew sembolên hevgirtin û berdewamiyê ne, wêneyê têkoşînek ku ji sînorên şerê çekdarî derbas dibe temam dikin.

‘Bişev jî em tax û kolanên xwe diparêzin’

Endamên Kongra Star ji ajansa me re anîn ziman ku bi ew bi coşeke mezin xwarinên ji şervanan re çêdikin. Endama Rêveberiya Kongra Star a Taxa EL- Hîlaliyê Kewser Hisên da zanîn ku ev du roj in xwarinê ji şervanan re amade dikin û wiha axivî: “Em ji bo ku xwarinê ji şervanan re amade bikin, saet di 7`ê sibehê ve tên saziyên xwe. Heta dawî em piştgiriya şervanên xwe dikin. Bişev jî ve em derdikevin tax û kolanên xwe diparêzin, çi ji me bê xwestin emê bikin da ku em gelê xwe biparêzin.”

‘Jinên ku tên xwarinê çêdikin endamên Kongra Star in’

Her wiha Leyla Hiso ya di Rêveberiya Kongra Star a Taxa EL- Hîlaliyê de jî ragihand ku heta ku rewş aram nebe ewê nesekinin û wiha pê de çû: “Em dê çêkirina xwarina ji şervanan re, bidomînin. Ev bû 2 roj ku me ji bo şervanan dest bi amadekirina xwarinê kiriye. Doh nêzî 15 jinan xwarin amade kirin. Rojane jin têne guhertin. Îro hinek jinên din hatine ku alîkariya me bikin. Jinên ku têne xwarinê çêdikin, endamên Kongra Star in, endamên Komînê ne. Jinên ji Taxa EL- Hîlaliyê jî tên û me re dibin alîkar. Emê berdewam bin di çêkirina xwarinên ji şervanan re. Heta ku rewş aram bibe.”

‘Kurd li tevahiya cîhanê rabûne û bûne yek’

Endama Kongra Star a Taxa Kornîşê Eqlîma Hisên destnîşan kir ku wan hemleyek li dar xistiye ji bo ku xwarinê ji şervanan re amade bikin û hestên xwe wiha anî ziman: “Em wekî dayîk, çi ji me bê xwestin emê bikin û emê piştgiriya Şervanên xwe bikin. Em berxwedana şervanên xwe pîroz dikin û hey ewê serkeftin ya gelê Kurd be. Dayîk, ciwan, jin, mêr û zarok piştgiriya şervanên xwe dikin. Ev bû 2 roj ku me dest bi çêkirina xwarinê kiriye, eynî jinên ku duh xwarin çêkirine, îro jî çêdikin. Em dayîkên temen mezin, xwarinê çêdikin. Ciwan tên bi me re xwarinan dadigrin û dikin erebeyan. Daxwaza me ew e ku şervan mewziyên xwe bernedin. Bila Kurd bi yek destî hemû bi hev re bin û destê hevdû bernedin heta serkeftinê. Kurd li tevahiya cîhanê rabûne û bûne yek.”

‘Em hatine ku xwarinek xweş ji şervanan re bişînin’
Herî dawî Endama Kongra Star a Taxa Kornîşê Nafiya Betal hest û nêrînên xwe vegot. Dayîka Nafiya tekez kir ku bi kêf û coş hatine ku xwarinê ji şervanan re amade bikin û wiha got: “Em hatine ji bo ku xwarinek xweş ji şervanan re bişînin. Jinên ku têne li vê derê xwarinê çêdikin hemû endamên Kongra Star in. Ew şervan zarokên me ne, heta dawî emê piştgiriya wan bikin. Em çi ji şervanan re bikin jî, hindik e.”