Bi boneya 8’ê Adarê jinan kargehek a dirûtinê vekir

Bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li taxa Neşwa ya bajarê Hesekê ‘Kargeha Înanna’ ya dirûtinê hate vekirin.

Navenda Nûçeyan – Di çarçoveya çalakiyên bi boneya 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de, Ofîsa Jinan a Şaredariya Gel a Hesekê li taxa Neşwa, kargehek dirûnkariyê bi navê ‘Kargeha Înanna’ vekir.

Kargeh bi beşdariya bi dehan jinan  û şahiyekê hate vekirin. Di şahiyê de endama Ofîsa Jinan a Şaredariya Hesekê Reşa Remo axivî.

Reşa Remo 8'ê Adarê li tevahî jinên cîhanê pîroz kir û diyar kir ku bi dirûşmeya ‘Bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî em Sûriyeya demokratîk ava dikin’ ev kargeh bi boneya 8'ê Adarê  hate vekirin, da ku piştgiriya jinan bê kirin û jin bibin xwedî maf.

Reşa Remo destnîşan kir ku Kargeha Înanna ji bo pêşxistina aboriya jinan e û got: “Em ê bi kar û xebata xwe Kargeha Înanna mezintir bikin.”

Kargeha Înanna ya jinan ji bilî roja înê her roj ji saet 08.00’an heta saet 15. 00’an vekirî ye. Di kargehê de 3 makîneyên dirûtinê hene.