Bexçeyê Hêvî jîngehek bi ewle ya perwerdeyê ava dike

Bexçeyê zarokan ê Hêvî bi armanca peydekirina jîngehek perwerdeyê ya ewle ku alîkariya zarokan bike û wan ji bo qonaxa li pêş a perwerdeyê amade bike û piştgirî ji bo her jinek karmend e, hat vekirin.

RONÎDA HACÎ

Hesekê – Bi armanca piştgiriya jinên karmend ku bikaribin karê xwe serkeftî û rehet bimeşînin, her wiha amadekirina zarokan ji bo qonaxa xwendinê, Desteya Perwerde û Fêrkiirnê ya kantona Cizîrê di despêka sala nû 2025 ‘an de bexçeyê bi navê “Hêvî” li bajarê Hesekê vekir. Hejmara zarokên ku di bexçeya Hêvî de dimînin 110 zarok di bin çavdêriya 20 mamosteyên pispor de ku ji bo mijûlbûna bi zarokan re di vê qonaxa temenî de hatine perwerdekirin.

Bexçeyê Hêvî bernameya perwerdeyê li gorî du komên temen dide. Beşek jê ji bo zarokên 3 heyvî heya du sal û nîv hatiye veqetandin. Li wir jingeheke taybet û bi ewle heye.

Beşa duyemîn jî ji bo zarokên 3 salî heya 5 salî hatiye veqetandin tê de bernameyên cur be cur ên perwerde û pêşketinê bi zimanê dayikê Kurdî û Erebî tên pêşkêşkirin. Her wiha çalakiyên xêzkirin û bernameyên stran û muzîkê hene. Di heman demê de odeyek taybet ji bo lîstokên zarokan hatiye veqetandin.

‘Bexçeyê Hêvî barê malbat û jinan sivik dike’

Rêvebera Bexçeyê Hêvî Henan Elî Nimê tekez kir ku bexçeyê Hêvî barê mamoste û karmendên jin sivik dike û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Bexçeyê me jînghek bi ewle ji bo zarokan çêdike lewma malbat û dayikên karmend bi rehetî diçin karê xwe û kar bi rengekî bi rêkûpêk dimeşînin. Di heman demê de ji bo zarokan jî derfetek ku di jîngehek saxlem, bi hezkirin û perwerdeyê de mezin bibin ava dike. Li vê derê her zarokek bi zimanê xwe yê dayikê fêr dibe û bi hevalên xwe re dan û standinê dike. Em dixwazin zarokan ji bo qonaxa nû ya perwerdeyê amade bikin da ku zarok jîr û serkeftî bin.”

‘Deriyê bexçeyê me ji zarokan re vekirî ye’

Henan bal kişand ser girîngiya civakbûyînê ji bo zarokan û wiha got: “Deriyê me ji zarokan re vekirî ye. Di nava civaka me de bi taybetî di nava zarokan de bikaranîna telefonê zêde bûye. Ev yek bandorek neyînî li ser wan dike hem ji bo tenduristiya wan, bandorê li çav dike, hem jî di aliyê derûnî de dike û civakbûyînê dûr dikevin. Em bang li civaka xwe dikin ku di van xalan de şiyar bin û deriyê bexçeyê me ji hemû zarokan re vekiriye.”

Henan di dawiya axaftina xwe de tekez kir ku navê Hêvî li bexçe hatiye kirin ji ber ku zarok pêşeroja civakê ne, bi hêviya nifşeke nû birêxistinkirî û perwerdekirî were avakirin.