Besê Hozat: Em dîrokek nû dinvîsin
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat di Kongreya Awarte ya 12'emîn a PKK'ê de axivî û got, "Em dîrokeke nû dinvîsin. Dîrok wê li ser lingê xwe bê rûniştandin. Em ê bibin pêşengên vê yekê.”

Navenda Nûçeyan – Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat di Kongreya Awarte ya 12'emîn a PKK'ê ku li ser banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de parve kirî, di navbera dîroka 5-7’ê Gulanê de li Herêmên Parastina Medyayê li du herêmên cûda hemwext li darxistin de, axivî.
Besê Hozat di destpêka axaftina xwe de Abdullah Ocalan bi hezkirin, hurmet û hesreteke mezin silav kir. Ji damezrînerên PKK'ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn ku şahadeta wan hatî ragihandin bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr anî.
‘Destpêkeke nû, guherînek e’
Besê Hozat diyar kir ku piştî 52 salan li darxistina kongreyek bi vî rengî ji her alî ve, hem ji aliyê hestewarî ve, bêguman bandorê li mirovan dike û wiha got: “Em vê kongreyê ji ber çi dikin, çima em hatin vê astê, dema ku mirov bi kûrahî vê yekê fêm bike, weke ku Rêbertî jî got, ev yek bi rastî jî bidawîbûnek nîne, destpêkeke nû ye. Pêvajoyeke guhertin, veguhertin û ji nû ve avabûnê ye. Dema ku mirov bi kûrahî li dîrokê dinhêre, li dîroka xwe ya têkoşînê û dema hewl dide perspektîfên Rêbertî yên li ser vê pêvajoyê bi kûrahî fêhm bike, mirov bi hêsanî dikarin vê encamê werbigrin. Lewma em dikarin xwe ji wê atmosfera hestewarî rizgar bikin. Ji aliyê xwe ve min ev yek hinek jiyan kir.
‘Navenda vê têkoşînê sedîsed Îmralî bû
Bêguman perspektîfên Rêbertî gelekî balkêş in, Rêbertî rapora polîtîk pêşkêşî her kongreyê kir. Di gelek kongreyên em tevlî bûn de ew raporên polîtîk hatin xwendin, li ser wê perspektîfê nîqaşên kongreyê hatin kirin û bi encam bûn. Di encama têkoşîneke bêhempa de ku tecrîd hate şikandin, bi tevlîbûna Rêbertî re em kongreyeke bi vî rengî pêk tînin. Me rapora polîtîk a Rêbertî weke şensekî mezin xwend. Bêguman afirandina vê bingehê di encama têkoşîneke mezin de pêk hat. Yanê destpêkirina vê kongreyê li ser rapora polîtîk a Rêbertî, encama têkoşîneke gelekî mezin bû. Û navenda vê têkoşînê sedîsed Îmralî bû.
‘Rêbertî her ku xwe afirand, xwe ji nû ve ava kir vejîn bi tevgerê da kirin’
Li Îmraliyê ev 26 sal in têkoşîneke bêhempa heye. Weke tevger jî ji sala 1999'an û pê ve, bêguman beriya wê jî heye, lê dixwazim bi taybetî piştî komployê binirxînim, weke tevger em li dora xeta Rêbertî têkoşînekê bimeşînin. Em li ber xwe didin, berxwedêrî û baweriya xwe ji wir werdigirin. Eger parêznameyên Rêbertî yên ji 5 pirtûkan pêk tên nebûna, ji kongreya 7'an û pê ve bi rê û rêbazekê eger tevlî pêvajoyê nebûya, tevlîbûn û destwerdana wî nebûya, bi rastî jî 26 salan me yê karîbûya têkoşîneke ewqas mezin bimeşanda, karîbûna li ser piyan biman, bi têkoşîneke bi heybet karîbûna xwe bigihanda vê serdemê? Dema ku li bersiva vê pirsê digerim, bi dîtina min bêyî Rêbertî temenê me dê ewqas dirêj nebûya. Rêbertî bi tevgerê pêngav da avêtin. Rêbertî her ku xwe afirand, xwe ji nû ve ava kir, vejîn bi tevgerê da kirin, tevger nû kir, ji nû ve ava kir, guhert. Kir ku biguhere, mezin kir, xurt kir.
‘Em careke din pêvajoyeke guherîn û veguherînê nîqaş dikin’
Niha wek endameke rêveberiya vê tevgerê, eger weke rêveberiya vê tevgerê ya pratîkî xwe neguherîne, neafirîne, azad neke, wê çawa karibe di vê tevgerê de guhertinê bike? Di nava gel, sempatîzan û girseyê de wê çawa mezinbûnê biafirîne? Wê çawa guherîn û veguherînê pêk bîne? Nikare biafirîne. Rêbaza Rêbertî di vê mijarê de gelekî balkêş e. Rêbertî dibêje min kurteberiya 10 salan ava kir, di nava 10 salan de min 10 hezar carî xwe afirand. Bi vê afirandinê ez vê guhertinê dikim. Wêrekiyê ji vê guherînê re dikim. Û rapora niha ya polîtîk li ser wê veguherînê dike. Dema ku dibêje, ez dest ji têkoşîna çekdarî berdidim jî xwe dispêre wê guherînê. Ev gelekî girîng in. Em careke din pêvajoyeke guherîn û veguherînê nîqaş dikin. Di hemû raporên polîtîk ên Rêbertî de, bi taybetî di rapora polîtîk a niha de bi wî rengî ye. Derdora 21 rûpelî ye, hema bêje nîvê wê li ser dîrokê ye. Dîrok jî li ser pirsgirêka jin û mêr, li dora jinê nirxandineke dîrokî heye. Guherîna me jî li ser wê dide rûniştandin, guherîna çandî li ser wê dide rûniştandin. Guherîn û veguherîna civakî li ser wê dide rûniştandin. Feraseta demokratîk, komunal sosyalîst li ser wê dide rûniştandin. Ev yek bi tena serê xwe nîqaşeke hîn berfireh ferz dike.
‘Em ê vê pêvajoyê bi pêş bixin’
Em dîrokeke nû dinvîsin. Dîrok wê li ser lingê xwe bê rûniştandin. Em ê bibin pêşengên vêya. Dîroka azadiyê ya gelan wê bê nivîsandin. Rêbertî hemû rastiyan radixe pêş çavan û dîroka azadiyê ya gelan hemûyan bi hemû rastiyê li ser lingên wê dide rûniştandin. PKK bêguman rola xwe lîst. PKK'ê mohra xwe li dîrokê xist. Nirxên gelekî mezin afirand, wate afirand. Ne tenê ji bo gelê Kurd, ne tenê ji bo jinan ji bo tevahiya mirovahiyê û gelan nirxên gelekî mezin, wateyên gelekî mezin afirand û ev yek bû malê dîrokê. Lewma mîrateyeke gelekî mezin li pey xwe hişt. Em ê pêvajoya nû jî li ser vê mîrateya mezin ava bikin. Bi hêza jê wergirtî, bi baweriya jê wergirtî, bi wê bawerî û biryardariyê em ê vê pêvajoyê bi pêş ve bibin. Em ê bibin milîtan û pêşengên vê pêvajoya nû. Ev yek rûmeteke mezin e. Kelecaneke mezin dide mirovan. Ez jî bi kurtasî van dibêjim û hemû hevalan silav dikim.”